Rewşenbiran li dijî operasyona TSK'ê îmze dan parlamentoya Iraqê 2019-07-03 15:05:02 SILEMANÎ - Kampanya îmzeyan a li operasyonên TSK'ê yên Herêma Federe a Kurdistanê bi dawî bû. Komek rewşenbirên Başûrê Kurdistanê îmzeyên komkirin radetî ofîsa Parlamentoya Iraq ya li Silêmaniyê kirin. 52 parlamenterên Iraqê jî piştgiriya kampanyayê kirin.  Komek rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê ku di nava wan de Ebdullah Mela Nûrî, Şêrko Heme Emîn, Hewjîn Mela Emîn, Umît Qeredaxî, Şoreş Xidir jî hebûn bi armanca şermezarkirina operasyona TSK'ê ya li dijî herêmê di 20’ê Hezîranê de, bi rêya înternet û telefonê kampanyayek dabûn destpêkirin. Kampanya îro bi dawî û bi giştî 891 îmze hatin komkirin. Endamên kampanyaya dijî dagirkeriyê bi daxwaznameyekê hemû îmzeyên hatîn komkirin radestî ofîsa Parlamentoya Iraqê ya li Silêmaniyê kirin. 52 parlamenterên fraksiyonên cûda yên di nava Parlamentoya Iraqê de piştgiriya kampanyaya dijî dagirkeriyê kirin.   Rewşenbirên ku Kampanya dabûn destpêkirin, ji bo raya giştî ya cîhanê daxûyaniyek belav kirin û wiha cih dan daxuyaniyê: “Her kes dizane dewleta Tirk gelek caran bi hêceta Partiya Karkerên Kurdistanê êrîşê xaka Herêma Kurdistan û Iraqê kiriye. Ev ne cara yekeme bi wê hêcetê êrîş tê kirin. Lê êrîşa vê carê niyetek xirab û metirsîdar nîşan dide. Ev êrîş ziyanê digihîne çavkaniya jiyan û karê hezaran welatiyên li wan herêman. Jînge û xwezaya wan herêman ziyanek mezin dîtiye. Ya cihê nerazîbûnê mezinbûna êrîşê ye. Çekên giran tînin û baregehên leşkerî tên avakirin. Tevî ku biryara parlamentoya Herêma Kurdistan û Iraqê ya ji bo derxistina leşkerên Tirk heye û 500 hezar îmzeyên xelkê di dema xwede radestî parlamentoyê hatiye kirin jî bêdengiyek heye. Ev bêdengî hem li ser asta navxweyî, herêm, Iraq û li ser asta navnetewî tê dîtin. Ev jî alîkariya êrîşa dagirkeran dike."    'EV DAGIRKERÎ YE'    Rewberbiran, anîn ziman ku wekî kesên ku vê daxwaznameyê îmze kirine ji bo raya gitşî ya cîhanê bi baldar be van xalane radigihînin û wiha berdewam kirin: "Êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser xaka Herêma Kurdistanê, binpêkirina yasaya navnetewî û destdirêjiya ser xaka Herêm û Iraqê ye. Berevajiyê hemû yasayên navnetewî û prensîbên cîrantiya başe. Ev êrîş û dagirkerî li ser xaka welatek din birêve diçe. Ev êrîş êrîşek dagirkerane ya li ser hemû xaka Herêma Kurdistan û em bi tundî şermezar dikin. Li gorî me ev metirsiyek cidî li ser aramiya siyasî ya Herêma Kurdistanê çêdike. Hebûna baregehên mezin û welatek biyanî, metirsiyek mezin ji bo niha û pêşeroja herêmê çêdike."    'DIVÊ HEMÛ BEŞÊN CIVAKÊ LI DIJÎ VÊ DAGIRKERIYÊ ERKA XWE PÊK BÎNININ'   Rewşenbiran, herî dawî bang li hemû beşên civakî kirin ku erka xwe pêk bînin û wiha bi dawî kirin: "Divê rêveberiyên siyasî yên Herêm, Iraq, civaka navnetewî, partî, kesayetên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, akademisyen, rewşenbîr, mirovên azadîxwaz û hemû civak ji bo dawî anîna dagirkerî û erîşên ne rewa ku dibe sedemê qurbaniyên mezin, wêranbûna xak û aboriya welat, dengê xwe derbikixin û bi erkê xwe rabin. Dewleta Tirk ji bilî êrîş û dagirkeriya leşkerî tûnd û tujiyê jî dike. Divê deriyê çareseriyê ji bo pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê vebe û bi awayek aştiyane pirsgirêka Kurd çareser bike. Tenê ev rê ximzetê ji bo aştî û biratiya gelan dike."