Qeymeqamiya Giyadînê polîsan parast 2019-07-03 16:43:08 AGIRÎ – Qeymeqamiya Giyadînê ledana polîsan a hevşaredarên navçeyê wek îdia dît û polîsên êrîş pêk anîne parast.    Duh polîsan êrîşî Hevşaredarên Navçeya Giyadînê ya Agiriyê Betul Yaşar û Evren Demîr kir. Qeymaqamiya Giyadînê têkildarî lêdana hevşaredaran daxuyanî da û êrîşa li dijî hevşaredaran ji nedîtî ve hat. Qeymeqamiyê lêdana li dijî hevşaredaran wek îdia dît û polîsên êrîş pêk anîne parast ku wek li gorî hiqûqê tevgeriyane.