Beriya biryarê dozgerê doza JÎTEM’ê hat guhertin 2019-07-04 15:19:57 ENQERE – Beriya biryara doza JÎTEM’ê ya Enqereyê bê dayîn dozgerên dozê guhertin.    Li Enqereyê û li derdora wê di navbera salên 1993-1996’an de 19 kes hatibûn kuştin. Têkildarî van kuştinan doz hat vekirin û ev doz di raya giştî de wek “Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê” tê nasîn. 21’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin.    Parêzerên mexdûran Yusuf Alataş, Levent Kanat, Sertaç Kamîl Ekîncî û Nuray Ozdogan û kurê Medet Serhat ê mexdûr Rûmet Serhat û parêzerên bersûcan di danişînê de amade bûn. Danişînê bi tespîta nasnameyan dest pê kir.    Di danişînê de hat dîtin dozgerê dozê hatiye guhertin. Parêzerên mexdûran di danişînê de axivîn û ji bo di derbarê esasê de beyanên xwe bidin dem daxwaz kirin. Heyeta dadgehê daxwazê nirxand û daxwaza parêzeran qebûl kir û danişînê taloqî 20’ê îlonê kir.