Çû hevdîtina kurê xwe hat binçavkirin 2019-07-05 14:09:50 AMED - Cîhangîr Taşçi ku çû serdana kurê xwe Veysî Taşçi yê li Girtîgeha Tîpa T1 a Amedê girtî ye, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin.    Cîhangîr Taşçi ji Sêrtê bi dayik û hevjîna xwe re hat Amedê û çû serdana kurê xwe Veysî Taşçi yê li Girtîgeha Tîpa T1 a Amedê girtî ye. Taşçier piştî ku bi kurê xwe re hevdîtina vekirî pêk anî û bi dayik û hevjîna xwe re derket derve, ji aliyê polisan ve hat binçavkirin. Hat hînbûn ku polisan Taşçi bi hinceta ku îfadeyê wî bigirin, binçav kirine.