Gardiyanan li girtiyekî da 2019-07-05 15:45:56 XARPÊT – Li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat îdiakirin ku gardiyanan li girtî Yakup Alphan dane û hat îdiakirin ku wî xistine hucreya yek kesî.    Li girtîgehên Tirkiyeyê di binpêkirina mafan de sînor nayê naskirin. Roj tine ku binpêkirina pêk nayê. Li Girtîgeha Jimara 2’an a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê hat îdiakirin ku gardiyanan li girtî Yakup Alphan dane. Malbat di 4’ê tîrmehê de bi xizmên xwe re hevdîtin pêk anîn û gotin gardiyanan li Alphan dane û wî xistine hucreya yek kesî.    Nehat zanîn ku çima gardiyanan li Alphan dane û malbatan xwest rêxistinên civakî yên sivîl bi mijarê re eleqedar bibin.