Di lêpirsîna Eroglu de daxwaza girtina ajokarê otobusê 2019-07-07 10:40:02   DERSÎM - Prz. Zîlan Ornek, diyar kir ku têkildarî kuştina Engîn Eroglu ê tê gotin bagaja otobusê lê ket û jiyana xwe ji dest daye, di dosya lêpirsînê de tenê ajokarê otobusê şikdar xuya dike û wê bixwazin ku ajokarê otobusa bê girtin.    Engîn Eroglû (28) ku di 15'ê Hezîranê de dema li gundê Yaylagunu yê Pulur a Dersimê heywanên xwe diçêrand winda bû, cenazeyê wî li nêzî Torûnbaba yê Pulurê hat dîtin. Piştî li Desteya Tiba Edlî ya Meletiyê karên otopsiyê bi dawî bûn cenaze şandin Dersimê û cenaze bi tevlêbûna nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî heye bi hezaran welatî hat definkirin. Ajokarê otobusê E.S., piştî bûyerê îfadeya wî hat girtin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.  Prz. Zîlan Ornek, diyar kir ku têkildarî kuştina Engîn Eroglu ê tê gotin bagaja otobusê lê ket û jiyana xwe ji dest daye, di dosya lêpirsînê de tenê ajokarê otobusê şikdar xuya dike û wê bixwazin ku ajokarê otobusa bê girtin.  Ornek, da zanîn ku wê dozya ji bo daxwaza girtinê pêşkêşî Dadgerê Ceza yê Sulhê ya Pilûrê bikin.    MA / Semra Turan