Walîtiya Şirnexê bîranîn û nimêja cenazeyan qedexe kir! 2019-08-08 14:41:59 ŞIRNEX - Walîtiya Şirnexê, 15'ê Tebaxê hincet nîşan da û biranîn û nimêja cenazeyan a bi girseyî jî di nav de hemû şahî û çalakiyê li bajar, ji bo 15 rojan qedexe kir. Walîtiya Şirnexê, bi hinceta 15'ê Tebaxê, li navend û navçeyên Şirnexê ji bo 15 rojan hemû şahî û çalakiyan qedexe kir. balkêş e di nav qedexeyên walîtiyê yên şahî û çalakiyan de bîranînan goristanan û nimêja cenazeyan a bi girseyî jî hene.