Li Îdirê 6 kes hatin binçavkirin 2019-08-08 21:47:27   ÎDIR – Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Bulent Baydar jî di nav de 6 kes bi ji ber parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.   Li Îdirê polîsan bi ser malan de girt. Li malan lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê polîsan 6 kes binçav kir. Endamê Meclîsa Şaredariya Îdirê Bulent Baydar jî di nav de 6 welatî bi hênceta di medya civakî de bi îdiaya “propaganda rêxistinê kirine” hatin binçavkirin. Binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Îdirê.