Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Etem: Bedela vî şerî wê giran be 2019-10-14 09:17:44 MÊRDÎN - Hevseroka Odeya Bijîşkan a Mêrdînê Derya Etem, diyar kir ku şerê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin, wê yeketiya gelan tune bike û got: “Şer bandorekê mezin li tenduristiyê dike. Bedelê vî şerê Tirkiyeyê wê giran be.”    Bertekên li dijî operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmehê de hat destpêkirin, dewam dikin. Hevseroka Odeya Bijîşkên Mêrdînê Derya Etem, operasyona Tirkiyeyê nirxand û diyar kir ku hemû şer li dijî tenduristiya gelane. Etem, da zanîn ku şer yekitiya gelan tune dike.    'WÊ BEDEL GIRAN BE’   Etem, anî ziman ku rewşa îro pêş ketiye, sûcê mirovahiyê ye û wiha got: “Bi şer re, wê pirsgirêkên nexweşiyên bivegirtinê, av û vehewînê derbikevin holê. Şerê ku bibe sedema pirsgirêkan wê bedelên wê ji bo Tirkiyeyê pir giran be. Hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heya roj îro li dijî DAIŞ’iyan têkoşiyan. Di nava aştiyê de dijîn. Hewl didin pergala xwe ava bikin û hîna jî li dijî DAIŞ’ê têdikoşin. Ji van rojan re ‘teror’ gotin ne raste û şaşe.”   Etem, dest nîşan kir ku ji sala 2014’an û vir ve ji wî aliyê sînor tu êrîş li dijî Tirkiyeyê pêk nehati ne û wiha bilêv kir: “Tirkiye ji bo hêza parastina vî gelî dibeje ‘terorîs.’ Ev nayê qebûl kirin. Ji bo ewlekariya sînor dîwar lê kirin. Ev operasyon ne  ji bo ewlekariyê ye, ji bo kesên xwe sipartine Tirkiyeyê ye.”    'ZEHMETE KU BÊ EFO KIRIN’   Etem, bibîr xist ku cih û warên mirovan tên bombebaran kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi vê dixwazin gel ceza bikin. Çi dema ku bajêr hatin bombebarankirin, min li ser navê mirovahiyê û li ser navê xwe şerim kir. Pir zehmete ku ev rewş bê qebûl kirin. Ev sûcê mirovahiyê ye.”