Qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin 2019-10-18 09:36:06 MÊRDÎN - Piştî ku duh Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nêrgîz û Ferhat Kut hatin girtin qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.    Hevşaredarên Şaredariya Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut di 15'ê cotmehê de di serdegirtina malên xwe de hatibûn binçavkirin. Nergîz û Kut duh ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya Mêrdînê bi îdiaya "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hêncetên beşdariya kampanya "Em tecrîdê bişkênin û faşîzmê hilweşînin" û îfadeyên şahidên nepen spartin hevşaredaran.    Piştî girtina hevşaredaran vê sibehê Qeymeqamê Navçeyê Mehmet Balikçilar wek qeyûm tayînî Şaredariya Nisêbînê hat kirin.