Dewriya Tirkiyê gule li sivîlan reşand: Gelek kes birîndar bûn 2019-11-12 14:44:59 KOBANÊ - Hat ragihandin dewriya Tirkiyê û Rûsya gule li sivîlên ku nerazîbûn nîşanî dewriyê dan reşandin û gelek kes birîndar bûn. Tirkiye û Rûsya îro dewriya 5'emîn li Kobanê geriyan. Xelkê herêmê bertek nîşanî dewriyê dan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji konvoyê ango dewriyê gule li welatiyan reşandine û gelek kes birîndar bûne. Eskerên tirk gaza îsotê avêt sivîlên ku nerazîbûna xwe dianîn ziman.