Sînemaya ku herî dawî şewitandina zarokên kurd li hat pêşandan: Sînemaya Amûdê 2019-11-13 09:08:49 NAVENDA NÛÇEYAN –  Bi ser şewitandina Sînemaya Amûdê re 59 sal derbas bûn. Li gel ewqas sal jî sedema şewata li Sînemayê nayê zanîn û tu kes nehatiye darizandin. Di rûpelên dîroka kurdan de gelek rûpelên bi xwîn hene. Hin deverên Kurdistanê hene ku di van rûpelan de bi jan cihê xwe digirin. Yek ji van deveran jî navçeya Amûdê ya Qantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ye. Beriya 59 salan di 13’ê Mijdara 1960’an de dema ku hê bajarokekek biçûk bû, bûyereke gelek bi êş lê pêk hat. Ev bûyer weke Şewata Sînemaya Amûdê ango Agirê Sînemaya Amûdê derbasî rûpelên dîrokê bûye.    283 ZAROK MIRIN    Ji bo piştgiriya Şoreşa Cezayîrê fîlmekî xofê yê bi navê Cerîmet Nisif el-Leyl (Cerîmeya Nîvê Şevê) ji aliyê dewleta Misirê ve hatibû çêkirin û pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Sînema ku tenê têra 200 zarokî dikir 500 zarokên kurd lê hewandibûn. Dema ku zarok dest bi temaşekirina fîlm dikin, di sînemayê de şewat dertê. Ji ber ku deriyên sînemayê ji aliyê leşkerên Sûriyeyê ve hatine radan û nehatine vekirin, di vê bûyera tije keser de 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de jiyana xwe ji dest dan.    DIKEVIN BÎRÊ   Destpêkê agir bi perdeya ku fîlmê li ser tê nişandan dikeve. Destpêkê mamoste destûr nadin ku zarok ji cihê xwe rabin. Piştî ku agir geş û berbelav dibe, zarok ji cihê xwe radibin û hewl didin derkevin. Lê ji ber ku derî ji aliyê leşleran ve hatine girtin nikarin derkevin derve û di nav alavên agir de dimînin û ji yana xwe ji dest didin. Hin zarok jî jî dema xwe ji eywana sînemayê davêjin derve dikevin bîra di nav hewşa sînemayê de jiyana xwe ji didin.    MIHEMEDÊ SEÎD AXAYÊ DEQORÎ   Di vê bûyerê de kesê ku bûye remza rizgarkirina zarokan Mihemedê Seîd Axayê Deqorî ye. Deqorî dema ku tê sînemayê deriyên sînemayê yên girtî dişikîne û xwe davêje anav alavên agir û bi dehan zarokan derdixe û rizgar dike. Di dawiyê de stûnek di ser de tê xwarê û ew jî bi zarokan re jiyana xwe ji dest dide.    Li gel ku bi ser bûyerê de 59 sal derbas bûne jî hê sedema şewata li sînemayê nayê zanîn. Li gorî hin kesan şewat ji ber elektirîkê li gorî hin kesan jî ji aliyê Dewleta Sûriyeyê ve hatiye derxistin.    NEYARTIYEKE MEZIN TÊ KIRIN   Her çi qas ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve neyê qebûlkirin ku şewat ji aliyê wan ve hatiye derxistin û weke qezayteke teknîkî bê nîşandin jî rewşa siyasî ya wê demê rastiya şewatê radixe ber çava. Şewata Sînemaya Amûdê, dema cerebeya Komara Yekgirtina Erebî ku di çarçoveya projeya demkurt a yekitiya pan-ereb ku ji aliyê Sûriye û Misrê ve hat damezrandin de pêk hat. Di pêvajoya Komara Yekgirtina Erebî de, li dijî komên nîjadî yên ne ereb, bi taybetî jî li dijî kurdan, neyartiyeke mezin dihate kirin.    5 HEZAR KURDT TÊN GIRTIN   Di vê pêvajoyê de hemû xebatên polîtîk û çandî yên komên nîjadî di venêrîneke tund re dihatin derbaskirin û weşan û stranên kurdî hatibûn qedexekirin û ji bo vê yekê gelek mamosteyên misrî li rojavayê Kurdistanê hatibûn peywirdarkirin. Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk ji aliyê Komara Yekgirtina Erebî ve hatibûn girtin. Ji ber van şert û mercan tê fikîrin ev şewat ji aliyê Komara Yekgirtina Erebî ve bi armanca çavtirsandinê hatiye derxistin.    HETA ŞERÊ NAVXWEYÎ DESTÛR NEHAT DAYÎN   Balkêş e piştî bûyerê, derbarê berpisryariyên sînemayê de tu pêvajoyeke hiqûqî nehatiye destpêkirin û piştî binçavkirineke demkurt kargerên sînemayê hatine berdan. Dîsa bi fermaneke teqez danîna şînê ya ji bo qurbaniyan û çalakiyên şermezarkirina bûyerê ji aliyê Komara Yekgirtina Erebî ve hatine qedexekirin. Heta şerê navxweyî yê sala 2011’an jî ji aliyê Rejîma Sûriyeyê ve bi tu awayî destur nehatiye dayîn ku ji bo bîranîna vê bûyerê çalakî bên lidarxistin.    NAVÊN HIN QURBANIYAN   Navê çend zarokên k udi şewatê de jiyana xwe dest dane wiha ne;   Hesen Hac Mihemed   Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî   Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî   Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî   Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946)   Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)   Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)   Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî   Nurî Hac Hisên (1950)   Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim   Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)   Ibrahîm Temo Omer (1950)Ehmed Ebdilhadî   Mihemed Mesum Xelîl (1950)   Ednan Mecîd Ezîz   Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)    Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş   Mehmûd Ismaîl Remo   Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)   Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)   Fehed Şêxmûs (1949)   He was Emîn Bengo (1953)   Ibrahîm Silêman Bengo   Ehmed Ferhan   Mihemed Elhac Mehmûd   Mihemed Salih Silêman   Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)   Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)   Ibrahîm Hac Îsa (1949)    Mihemed Silêman Mercî (1948)   Nurî Mihemed Sebuhe (1947)   Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)   Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)Emîn Selfîc Emîn   Saleh Xelef   Xidir Şêxmûs Zeyf   Mihemed yûnis Zeyf   Tariq Şerîf Xelîl (1954)   Mihemed Saleh Xelîl (1947)   Mihemed Zekî Şêx Musa   Remedan Mihemed Elî   Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)   Hisên Ehmed Elkermî   Ismaîl Şukrî Rezo (1948)   Mihemed Izedîn Elebasî   Ibrahîm Mihemed Elî   Ehmed Mela Newaf (1950)   Mehmûd Nezîr Axa (1950)   Memdûh Nezîr Axa (1948)   Sebrî Şukrî Elî   Elî Şêxmûs Celo   Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)   Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)   Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)   Derwîş Mecîd Debax   Umer Ebdilhelîm Debax   Zuhêr Ehmed Husên (1946)   Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî   Subhî Elî Mihemed   Umer Elî Mihemed Elo   Fêsel Mustefa Tauus   Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)   Ebdo Hac Umer Tauus   Ebdoi Ehmed Tauus   Faris Seîd Hesen   Remedan Hesen (1946)   Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)   Saleh Felemez   Umer Sofî Ferec   Mehmûd Hac Mistefa   Ehmed Hemo Helqa   Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî   Hisên Mihemed Kermî   Ehmed Mihemed Kermî   Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim   Izedîn Ebdilkerîm   Mihemed Hac Xelef (1947)   Mehmûd Hac Xelef (1952)   Mesûm Hac Ezîz (1945)   Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm   Sîrac Umer Şêxmûs (1946)   Ebdilrehman Osman   Ebdilîlah Şêxmûs   Mehmûd Hac Silêman   Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê   Fewzî Elî Şêxo   Celal Hesen Elumrî   Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)   Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)   Ebdo Ehmed Mihê Silê   Şêxmûs Elhac Têlo   Merûf Silêman Ibrahîm   Yehya Elhac Mihemed   Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed   Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed    Hisên Hac Mihemed   MA - Kadrî ESEN