Mûdrek: Li Amerîkaya Latîn kelehên çepgiriyê hedef tên girtin 2019-11-13 09:10:31 STENBOL – Endama Tevgera Serdestiya Madenê ya Brezîlyayê Camîla Mûdrek, anî ziman ku li Bolîvyayê kesên nikarin bi awayekî aşkere darbeyê bikin, mekanîzmaya parlementeriyê bi kar anîne û darbe kirine. Mûdrek got, li Amerîkaya Latîn kelehên çepgiriyê hedef tên girtin.  Li Bolîvyayê, piştî Eva Morales di hilbijartinê ji sedî 47,8 deng wergirtin û bi ser ket, çalakî dest pê kirin. Paşê Serfermandar Wîllîams Kalîman danezanek xwend û xwest Serokê Dewletê Evo Morales îstifa bike. Piştî Morales îstifa kir, balafirgeha wî ya taybet hat desteserkirin û derbarê wî de biryara girtinê hat girtin.    Endama Tevgera Serdestiya Madenê ya Brezîlyayê û Endama Partiya karkeran Camîla Mûdrek, qewimînên li Bolîvyayê nirxandin.    ‘KELEHÊN ÇEPGIRIYÊ HEDEF TÊN GIRTIN'    Mûdrek, anî ziman ku di sala 2017'an de li Bolîvyayê bûye û got: "Li Bolîvyayê, di nav gel de ji bo berbelavkirina fikr û ramanên sosyalîst û serwextkirina di vî warî de hewldaneke mezin hebû. Gava me bi Bolîvyayiyan re xeber dida, digotin li Amerîkaya Latîn Bolîvya û Venezuela du kelehên çepgiriyê ne û haya wan jê heye ku ev her du keleh hedef tên girtin."    Mûdrek, destnîşan kir ku kapîtalîzm di nav krîzekê de ye û got: "Hêzên emperyalîst bi zextan tên ser hikûmetên me û em li Amerîkaya Latîn bi serdemeke wekî serdema dîktatoran re û bi darbeyan re rû bi rû dimînin. Li Bolîvyayê kesên nikarin bi awayekî aşkere darbeyê bikin, mekanîzmaya parlementeriyê bi kar tînin û darbeyan dikin kirine. Bolîvya, mînakeke berbiçav e."    ‘ÇEPGIRÎ TÊ BÊÎTIBARKIRIN'    Mûdrek, diyar kir ku haya gel ji van darbeyên leşkerî heye û got:" Wekî mînaka li Bolîvyayê, tê xwestin ku hikûmetên çepgir bên bêîtibarkirin. Ên rastgir çalakiyan li dar dixin û darbeyan amade dikin. Piştî darbeyên li hemberî Lûla da Sîlva û Morales, derket holê ku di nav gel de kêmasiyên di warê bîrbiriya çepgiriyê de hene."    Mûdrek, got: "Di têkoşînê de divê em tim û tim dersan ji ceribandinên xwe yên berê bigirin. Piştî van ceribandinan me dît ku di têkoşîna sinifî de lihevkirin tuneye. Nexasim jî pirsgirêkên piştî serdema Chavezî nîşan da ku aboriya Venezuellayê ne li ser hilberînê ye. Loma gava bi dorpêçekê re rû bi rû dimînin, nikarin ji derheqê xwe derkevin. Ji ber li Venezuellayê bîrbiriya çepgiriyê zêde ye, hîn jî li ser piya ye."    Mûdrek, da zanîn ku di destpêka salên 2000'î de li Amerîkaya Latîn atmosfereke çepgiriyê hebû, lê belê niha ev yek şûna xwe ji serîrakirinên rastgir re hiştiye û got: "Sê sedemên vê paşveçûnê hene. Neberdewamiya perwerdehiya siyasî. Dudo, çapemenî. Sisê; zemînek ku îktîdar têkeve destê gel nehat çêkirin."    Mûdrek, anî ziman ku têkiliyên di navbera Amerîkaya Latîn û Rojhilata Navîn de pêş ketine û got: "Ev yek her ku pêş bikeve, wê bibe sedema bilindbûna komunîzma enternasyonal."    MA / Tolga Guney