Farisogûllari serboriya ciwanên HDP'ê bir rojeva Meclisê 2019-11-13 14:27:07   AMED - Parlamenterê HDP'ê yê Mûsa Farisogûllari, rewşa 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê, bir rojeva Meclisê.    Parlamenterê HDP'ê yê Mûsa Farisogûllari, rewşa 36 endamên Meclisa Ciwanan a HDP'ê ku di bin çavan de hatine îşkencekirin û ji ber vê yekê ketine greva birçîbûnê, bir rojeva Meclisê û têkildarî mijarê bi daxwaza ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi awayekî nivîskî bibersivîne pêşnûmepirsek da Serokatiya Meclisê.    Farisogûllari di pêşnûmepirsê de ev pirs ji Soylû kir:   "* Li gel ku di Destûra Bingehîn de îşkence û memeleya xerab hatiye qedexekirin jî, Wezareta we ku bi awayekî sîstematîk polîtîkya necezakirina îşkencekaran dimeşîne dê têkildarî îşkence û memeleya xerab a ku di bin çavan de li endamên Meclisa me ya Ciwanan hatiye kirin lêpirsîn bide destpêkirin?   * Li gel binçavkirina 5 rojan jî sedema negirtina îfadeya endamên Meclisa me ya Ciwanan çî ye?    * Sedema dirêjkirina dema binçavkirina endamên Meclisa me ya Ciwanan  çî ye?    * Sedema nedan şekir û avê ya endamên Meclisa me ya Ciwanan ku dest greva birçîbûnê kirine çî ye?