‘Plana Islahatê ya Şerqê bi destê qeyûman didome’ 2019-11-15 16:29:43   DERSIM – Parlamenter Mûsa Farisogullari di daxuyaniya şermezarkirina tayînkirina qeyûmê Şaredariya Perî de axivî û got: “Plana Islahata Şerqê îro bi destê qeyûman didome.”    Şermezarkirina tayînkirina qeyûmê Şaredariya Perî ya Mazgêrta Dersimê di roja sêyemîn de didome. Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî di nav de komek HDP’î tayînkirina qeyûm li ber avahiy şaredariyê şermezar kirin.    Hevşaredara Perî Songul Dogan di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman darbeya li dijî îradeya gel e û dixwazin pergala hevserokatiyê û bi qeyûman destkeftiyên jinan desteser dikin.     ‘PLANA ISLAHATÊ YA ŞERQÊ DIDOME’    Parlamenterê HDP’ê Mûsa Farisogullari jî diyar kir ku bi darbeya qeyûman şaredariyên wan tên desteserkirin û got: “Li dijî gelan dijminahiyek kûr birêve dibin. Îro salvegera 82’yemîn a darvekirina Seyîd Riza û hevrêyên wî ne. Bi deh hezaran însan hatin qetilkirin. Plana Islahatê ya Şerqê îro jî bi destên qeyûman tê birêvebirin û didome. Lê em ê dest ji berxwedana xwe bernedin.”   ‘DARBE YE’    Serokê Baroya Dersimê Kenan Çetîn jî di destpêka axaftina xwe de Seyîd Riza û hevrêyên wî bi bîr anî û tayînkirina qeyûman şermezar kir. Çetîn got tayînkirina qeyûman darbeyek îdarî ye û li dijî vîna gel e.