Li Amedê civîna ‘Tora Ziman û Çandê’: Em ê nexşeya zimanê kurdî derxînin 2019-11-23 12:56:47 AMED – Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan di civîna “Tora Ziman û Çandê ya Kurd” de diyar kir ku dixwazin niqaşên bi hişmendiya demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û di vê çerçoveyê de nexşerêya ziman û çanda kurd derxînin holê. Civîna bi navê "Tora Ziman û Çanda Kurd” ku li ser banga nivîskar, rewşenbîr, hunermend, hiqûqnas, civaknas, siyasetmedar, karsaz, rojnameger û zimanzanên kurd ên mîna Ahmet Turk, Îmam Taşçier, Tarik Ziya Ekîncî, Rênas Jiyan, Selîm Temo, Fûat Onen, Şefîk Beyaz, Zana Farqînî, Samî Tan, Mîkaîl Bilbil, Kadrî Yildirim, Ferda Cemîloglu, Mehmet Emîn Aktar, Abdûllah Keskîn, Bunyamîn Şeker, Berfin Emektar, Mehmet Atli, Rûgeş Kirici, Îsmaîl Beşîkçî tê lidarxistin, li oteleke Amedê dest pê kir. Komxebet îro û sibê dê berdewam bike. Di civînê de gelek kesayet amade bûn.   Axaftina vekirinê ya civînê Serokê Komeleya Pêşî Zarok Cevahîr Sadak Duzgun û Hevserokê PENA’a Kurd Samî Tan kirin.    ‘ME XEBATEK BERFIREH DAYE PÊŞIYA XWE’    Cevahîr Sadak Duzgun bi bîr xist ku di 1’ê Îlonê de civînek li ser ziman hatibû li dar xistin û li wê derê hewcetiya avakirina toreke ziman û çandê wek biryar hatibû girtin û “Li gel wê biryarê em jî tevlî biryara hevala bûn û me got divê vê torê wek ‘Tora Ziman û Çand’ hinek berfireh bikin. Ji wê demê heta niha bi awayekî pratîkî em li ser vê xebatê disekinin. Di nav vê xebatê de jî gelek hevalan alîkariya me kir. Em spasiya mêvanan dikin yên ku me vexwendî û hatine vir. Em ji bo windanebûna ziman û çanda xwe hewl didin ku bixebitin. Me xebateke berfireh daye pêşiya xwe.”   'EM DIXWAZIN NEXŞERÊYEKÊ JI BO ÇAND Û ZIMANÊ XWE DERXIN HOLÊ'    Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan jî li ser neşxeya xebatê rawestiya û wiha got: “Pişt re bi sedan kesan dixwazin komcivînekê çêbikin atolyeyekê çêbikin nexşeya xwe zelaltir bikin. Li ser vê esasê em dixwazin niqaşekê bikin bi hişmendiyeke demokratîk û sivîl bernameyekê derxînin holê û divê çerçoveyê de nexşeyekê derxînin holê. Hinek armanca vê kombûnê ew e ku em di vî warî de çerçoveyêkê derxînin holê û li ser vê jî dest pê bikin. Ji ber ku em bi hêza ramanê bawerin kesên ku beşdarî vê xebatê bibe wê hêzekê bide vê xebata me. Ji ber wê yekê çiqas kes beşdar bibin wê ewqas xurt bibe.”   Piştî axaftinên vekirinê, civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.    Civîna ku dê du rojan bidome wê encama wê sibê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re were parvekirin.