Li Qamişlo Komxebata 25'ê Mijdarê: Bêdengî dikuje! 2019-11-23 15:31:19 NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê, bi boneya 25'ê Mijdarê komxebata ‘Bêdengî dikuje’ li dar xistin. Jin di komxebatê de, diyar kirin ku jin bingeha demokrasiya civakê ne. Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di  çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê bi dirûşmeya "Bêdengî dikuje" komxebatek li dar xist. Komxebat li Salona Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.  Wêneyên Hevrîn Xelef a ku di 13`ê Cotmehê de ji aliyê Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê ve hat kuştina, wêneyên dayika Eqîde ku di encama topbarana artêşa Tirk a li dijî karwanê ku ber bi Serêkaniyê ve diçû di 13`ê Cotmehê de û wêneyên komkujiyên ku ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî sivîlan pêk hatin, bi salona konxebatê ve hatin daliqandin.   Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîna Umer, hiqûqnas û nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên herêma Cizîrê tev li komxebatê bûn.   Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed di dest pê ka konferasnê de axivî û bixêrhatina beşdarvanan kir. Rûken berxwedan û lehengiya şervanên QSD'ê ya li dijî êrîşên dewleta Tirk ku ji 9`ê Cotmehê ve dewam dike, silav kir.   Rûken diyar kir ku di nava çend salên şoreşê de jinan gelek gav avêtin, di hemû aliyan de serkêş in û wiha anî ziman: "Îro hemû hêzên navdewletî û bi taybet dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê projeya me dikin hedef. Ji ber ku ditirsin ku tecrubeya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên din û bi taybet li Tirkiyê belav bibe."   Rûken destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze îradeya gelê herêmê û bi taybet îradeya jinên azad têk bibe, ji ber wê jî siyasetmedar Hevrîn Xelef bi hovane şehîd xist û bi cenazeyên têkoşeran dilîzin.   Di dawiyê de seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Rûken Ehmed teqez kir ku jin bingeha demokrasiya civakê ne.