Polîsan bi kûçikan bi ser malê de girt 2019-11-23 16:13:37   AMED – Polîsan li navçeya Peyasê ya Amedê bi kûçikan bi ser malekê de girtin û Fekrat Kurt binçav kirin.    Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Navenda wê Êlih e, li taxa Huzurevlerî ya Navçeya Peyasê ya Amedê bi ser malekê de girtin. Polîsan saet di 05.00’ê sibehê de bi bolyozan derî şikandin û bi ser malê de girtin û bi kuçikan li malê lêgerîn kirin. Polîsan di serdegirtina malê de Fekrat Kurt  a 46 sali binçavkirin. Polîsan piştî Kurt binçav kirin birin midûriyeta polîsan a Amedê. Hat diyar kirin ku dê Kurt bibin Êlihê. Sedema binçavkirina Kurt nehat zanîn.