Encama rapoa DNA’yê ya Rabîa Naz Vatan hat aşkerekirin 2019-11-24 12:47:53   STENBOL - Encama rapora otopsiyê ya Rabîa Naz Vatan a bi awayekê bişik li Giresûnê jiyana xwe ji dest da hat aşkerekirin. Di raporê de, derket holê ku DNA’ya zilam a bi neynokeke destê çepê ya Rabîa Naz ve, aîdê bavê wê Şaban Vatan û birayê wê Yaşar Mert Vatane. Edelê bêmil ê şîn ê Rabîa Naz Vatan a ji bo me hat şandin de, mînake wê hat girtin.       Encama rapora otopsiyê ya zaroka 11 salî Rabîa Naz Vatan ê di 12’ê Nîsana 2018’an de li navçeya Eynesîl a Giresûnê bi awayekê bişik jiyana xwe ji dest da hat aşkerkirin. Rapor di 29’ê Mijdara 2019’an de ji aliyê Serokatiya Koma Tipa Edlî ya Trabzonê ve hat amadekirin. Di raporê de hat diyar kirin ku DNA’ya zilam a bi neynokeke destê çepê ya Rabîa Naz ve, aîdê bavê wê Şaban Vatan û birayê wê Yaşar Mert Vatan e.