Ji 23 baroyan banga hevpar: Dest nedin parastinê 2019-11-24 13:21:18   WAN – 23 Baroyan, bi armanca balê bikişînin ser tundiya li ser parêzeran û mafê parastinê daxuyaniya hevpar dan û gotin: "Hûn nikarin parêzeran teslîm bigirin û wan ji parastinê dûr bixin û bêdeng bikin."    23  baroyan, bi armanca balê bikişînin ser tundiya li dijî parêzeran û mafê parastinê daxuyaniyek hevpar dan. Bi îmzeya Serokên Baroyên Wan, Edene, Enqere, Antalya, Artvin, Aydin, Êlih, Çewlîg, Bêdlis, Bursa, Amed, Dîlok, Colemêrg, Hatay, Îzmîr, Mêrdîn, Mêrsîn, Mûş, Sêrt, Dersîm, Riha, Kocaeli û Yalova daxuyaniya hevpar a "Dest nede parastinê" parvekirin. Serokên Baroyan di daxuyaniya hevpar de anîn ziman ku pîşe û hempîşeyên wan bi zanebûn û organîze rastî êrîşan tên û wiha gotin: "Li Dîlokê bêyî der barê wan de biryara dadgehê hebe, der barê 11  hempîşeyên me de biryar dane ku li dosyayan nenerin. Dîsa li Dîlokê hempîşeyekî me, ji ber li dosyayê nerîye, hatiye binçavkirin û hatiye girtin. Dîsa parêzerekî girêdayî Baroya Îzmirê ji ber xebatên parêzeriyê hatiye binçavkirin û hatiye girtin. Tu parêzer ji ber pîşeyên xwe divê rastû pêkanînan neyên.    Baroyan anin ziman ku tu kes nikare parêzeran teslîm bigrin û nikarin wan ji mafê wan ê parastinê paşve vekişînin.