Parêzer Kiliç: Li pişt biryara DMME'yê sedemeke siyasî heye 2019-11-25 09:19:04 STENBOL - DMME'yê ji bo dosyeya "Doza Çapemeniyê ya KCK"ê got, "rêya serlêdanê ya ji bo AYM'ê nexitimiye" û serlêdan red kir. Parêzerê dosyeyê Ozcan Kiliç, got: "Li pişt vê biryarê sedemeke siyasî heye."    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo serlêdana derbarê dosyeya "Doza Çapemeniyê ya KCK"ê de got, "rêya serlêdanê ya ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) nexitimeye" û serlêdan red kir. Parêzerê dosyeyê Ozcan Kiliç, biryara DMME'yê nirxand.    Parêzer Kiliç, anî ziman ku hinceta DMME'yê ya ji bo redkirinê hinceteke bêbingeh e û got "Roja binççavkirin û girtin qewimîn û roja lêpirsîn hatin kirin, li Tirkiyeyê mafekî şexsî yê ji bo serlêdana li AYM'ê tunebû. Loma ne mimkun bû ku em serlêdaneke wiha bikin."    Kiliç, destnîşan kir ku dadgehê ji bo hincet biryara derbarê efserekî di dosyeya Ergenekonê de ku serlêdan pêk aniye daye ber wan û got: "Di navbera wan de tu pêwendî tuneye. Çima tiştekî wiha hatiye kirin. Em jî nizanin."    'LI PIŞT VÊ BIRYARÊ SEDEMEKE SIYASÎ HEYE'    Kiliç, anî ziman ku 5 sal in DMME, di biryarên xwe yên derbarê serlêdanên kurdan de hema bêje heman biryarê digire. Kiliç, bibîr xist ku ji bo serlêdanên derbarê doza KCK'ê ya Amed û Stenbolê û serlêdanênên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî jî heman biryar hatine girtin û bi heman hincetan hatine redkirin. Kiliç, got: "Doza Çapemeniyê ya KCK'ê jî di nav de DMME ji bo dosyeyên kurdan hemûyan heman biryarê digire. Bi rastî jî li pişt vê biryarê saiqeke (sedemeke) siyasî heye. Bi vî awayî tê xwestin pêşî li muxalifên li Tirkiyeyê bê girtin. DMME, dixwaze bi vê biryara xwe bêje 'Vî karî li Tirkiyeyê hel bikin, neyên cem me.' Eynê wekî meseleyên niha li Sûriyeyê diqewimin."    ‘EM SÊ SALAN SEKINÎN LÊ TENÊ BIRYAREK 3 RÛPELÎ'    Kiliç, destnîşan kir ku DMME biryara ku diviya bû 3 sal berê bidana, hê nû daye û got, DMME 3 salan em eware kirin.    Kiliç, got: "Em 3 salan li bendê man, lê taliyê biryareke 3 rûpelî dan ber me. Di vira de jî pirsgirêk heye. Di navbera DMME û hikûmeta tirk de bazariyeke çawa hatiye kirin, em meraq dikin. Em hiqûqnas jî em ê li hev kom bibin û munaqeşe bikin ka em ê karibin çi bikin. Niha pergaleke wiha heye; serlêdana li Daîreya Mezin a DMME'yê. Ji Tirkiyeyê heta niha tenê danişîna Selahattîn Demîrtaş çûye Daîreya Mezin. Tirkiye ev danişîn bir wir. Gotin, 'me ev biryar neeciband' û birin wir. Her wiha doza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî li wir pêk hat. Doz pir naçin vira. Heta ji destê wan tê li DMME'yê doan diqeîdnin. Loma em hiqûqnas em ê vê mijarê binrixînin. Heger derfeteke me ya ji bo serlêdanê çê bibe, em ê serî lê bidin."    MA / Ferhat Çelîk