Cendirmeyan mudaxaleyî gundiyên ku li dijî venêrîna bi cendirmeyan re derketin kir 2019-11-26 15:11:49   ÊLIH - Li Êlihê, gundiyên ku bertek nîşanî komên DEDAŞ'ê ku bi cendirmeyan re derketin venêrînê dan, rasti mudaxaleya cendirmeyan a fîşekên bi plastîk, gaza îsotê û ço hatin.    Di rojên dawîn de li gundên navçeya Qubîn a Êlihê, di navbera komên enerjiya windabûyî yên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku bi cendirmeyan re dertên venêrînê û gundiyan de nîqaş dertên.     Di venêrînên ku tên kirin de bi hinceta bikaranîna ceyrana mişext, di rêjeyên bilind de ceza li gundiyan tên birîn. Gundî bi awayekî tund bertek nîşanî birîna van cezayan didin. Herî dawî duh li gundê Bolîndê, gundiyan bertek nîşanî komên DEDAŞ'ê dan û nexwestin ku kom bi cendirmeyan re bikevin gundê wan. Li ser vê yekê cendirmeyan bi fîşekên plastîk, gaza îsotê û çoyan mudaxaleyî gundiyan kir û hingundiyan birîndar kirin.    Piştî vê mudaxaleyê komên DEDAŞ'ê ketin gund û saetên ceyranê yên 10 malan kontrol kirin û ji gund veqetiyan.    'EM NAXWAZIN KU BI CENDIRMEYAN BÊN'   Gundiyê bi navê Recep Karabûlût, têkildarî miajrê diyar kir ku li gundê kesên ku ceyrana mişext bi kar tînin tunene û ev tişt got: "Her meh tên venêrînê dikin û fatoreyan dibirin û diçin. Kes jî ji wan re tiştekî nabêje. Em naxwazin bi cendirmeyan re bên gund venêrînê bikin.    Hat hînbûn ku îro komên DEDAŞ'ê bi cendirmeyan re çûne gundê Kurtikê, venêrînê kirine û ceza li gelek kesan birîne.