Heyeteke Rûsyayê bi nûnerên Rêveberiya Xweser re civiya 2019-11-26 15:43:22   KOBANÊ - Heyetek Rûsyayê, li Kobanê bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê re hat gel hev.    Heyetek Rûsyayê ku di nav de leşker û sivîl jî hene, li Kobanê bi Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Firatê re hat gel hev. Heyet ji aliyê Hevserokên Rêveberiya Xweser a Demokratîk Enver Muslîm û Lemîs El Bellah û Alîkarê Hevserok Mihemed Şahîn ve hat pêşwazîkirin. Civîn li bînaya Meclisa Rêveberiya Xweser a Demokratîk pêk hat. Hevserokê Meclisa Qantona Grê Spî Hemîd El Ebîd, Hevserokê Meclisa Qantona Kobanê Mistefa Êto û endamên rêveberiyê tevlî civînê bûn.    Hat diyarkirin ku di civîna ku ji çapameniyê re girtî pêk hat de xebatên xizmetê hatine nîqaşkirin.