‘Ocalan azad bibe dê aştî çêbe û zarokên me nemirin'

img

ÎZMÎR – Malbata Yagmekanê bi salan e bi tahde û zextên dewletê re rû bi rû maye. Ferdekî malbatê li çiyê jiyana xwe ji dest daye, yek jê di girtîgehê de ye û yek jê jî ji bêgavî çûye Ewropayê. Dayik Sûltan Yagmekan, bal kişand ser grevên birçîbûnê û got: "Heger Ocalan azad bibe dê aştî çêbibe, dê zext û zorî nemînin û wê zarokên me nemirin." 

 
Li Tirkiyeyê di salên 90'î de gelek gund hatin şewitandin, cinayetên kiryar nediyar hatine kirin û bi dehhezaran kurd ji ber zext û zoriyan ji bêgavî terka warên xwe kirin û berê xwe dan bajarine din an jî welatine din. Yek ji van malbatan jî malbata Yagmekan e. Malbat ji Nisêbîna Mêrdînê berê xwe daye navçeya Konak a Îzmîrê.
 
Dayik Sûltan Yagmekan a 65 salî ku 7 zarokên wê hene, behsa tahde û zextên ku bi wan re rû bi rû mane kir. 
 
Dayik Yagmekan, anî ziman ku di sala 1993'yan de ji ber tahdeya dewletê ji gundê xwe Krûkê derketine û çûne li Nisêbînê bi cih bûne, lê belê piştî li vê derê jî zext û zorî dewam kirine vê carê di sala 2003'yan de bar kirine çûne navçeya Kadîfekale ya Îzmîrê. Yagmekan, diyar kir ku lê belê li vê derê jî zext û zorî dewam kirine. 
 
Dayik Yagmekan, anî ziman ku li vê derê jî polîsan tim avêtiye ser mala wan û ji ber van zext û zoriyan kurê wê Rêzan êdî hew tamûl kiriye û di sala 2003'yan de berê xwe daye çiyê. Yagmekan, bilêv kir ku kurê wê di sala 2010'an de jiyana xwe ji dest daye û kurê wê Firat jî di sala 2007'an de hatiye girtin û cezayê muebeda giran lê hatiye birîn. Yagmekan, destnîşan kir ku kurê wê Mûrat jî ku zewicandî û du zarokên wî hene, ji ber ku tim dihat binçavkirin di sala 2016'an de bi tenê lêxistiye û çûye Ewropayê. 
 
Ji ber ku hema bibêje du rojan carekê polîsan davêt ser malê, malbat neçar maye ku di sala 2014'an de malê bar bike biçe Stenbolê. Malbat li Stenbolê bi birinca binok debara xwe kiriye, lê 9 meh şûnde cardin berê xwe daye Îzmîrê. 
 
POLÎSAN AVÊTINA SER MALÊ JI XWE RE KIRINE ADET 
 
Yagmekan got: "Gava em ji Stenbolê hatin, çendî ku kurê min li çiyê jiyana xwe ji dest dabû jî, bi hinceta aqûbeta wî tim avêtin ser mala me. Wexta kurê min ê din çû derveyî welêt, zext û zorî zêdetir bûn. Polîsên davêtin ser malê tim digotin 'Kurê te li ku ye, çima çûye, herin wî ji me re bînin.' Êdî avêtina ser malê bûbû tiştekî rûtîn." 
 
YEK DI BIN AXÊ DE, YEK DI GIRTÎGEHÊ, YEK JÎ LI XERÎBIYÊ 
 
Dayik Yagmekan anî ziman ku kurê wê Firat di Girtîgeha Kiriklar a Jimare 2 a Tîpa F'yê de ye û li girtîgehê gelek nexweşîn lê peyda bûne. Yagmekan, bilêv kir ku kurê wê jê re dibêje nayê tedawîkirin. 
 
‘HEGER OCALAN AZAD BIBE DÊ ZAROKÊN ME NEMIRIN' 
 
Dayik Yagmekan, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku di 27'ê Mijdarê de li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin jî û got: "Em dizanin girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Ez naxwazim zarokek min ê din jî jiyana xwe ji dest bide. Em bi zarokên xwe re ne. Di vê pêşiyê de daxwaziya me ya sereke Ocalan e. Heger Ocalan azad bibe dê aştî çêbibe, dê zext û zorî nemînin û wê zarokên me nemirin." 
 

Sernavên din

06/01/2021
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike