Esnaf îflas dikin

img

KOCAELÎ / STENBOL- Esnafên Stenbol û Kocaeliyê anîn ziman ku tevdîrên hatine girtin pişta esnafan şikandiye û ji ber vê gelek esnafan îflas kiriye. 

 
Tevdîrên ku di çarçoveya şewba Covîd-19'ê hatine girtin herî zêde bandorê li esnafan dikin. Esnafên Stenbol û Kocaeliyê destnîşan kirin ku ji ber şewbê rewşa karê wan pir xirab bûye û gava tevdîr hatine girtin rewşa esnafan hatiye paşguhkirin. Esnafan bilêv kir ku ji ber vê yekê perîşan bûne û gelek esnafan jî îflas kiriye. 
 
Tîmûçîn Sayginer ku nêzî 20 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike, Kuçeya Menekşeyê ya ku dikana wî lê ye nîşan da û anî ziman ku niha tenê 12 kargeh li vê kuçeyê vekirîne. Sayginer, bilêv kir ku xwediyê dikanan dawa kirê dikin, lê belê ji ber rewşa wan nebaş e nikarin deynê bacê, heqê fatûreyên av, ceryan û gazê jî bidin. Sayginer, destnîşan kir ku kargeha wî bi zirarê dişixule û got: "Em ketin sala nû, lê hîn jî me ber xwe nediye." 
 
TEVÎ FAÎZÊ DIXWAZIN 
 
Sayginer, bilêv kir ku gava şewb nû belav bûbû 3 hezar TL krediya "piştgiriya esnafan" wergirtiye, lê belê krediya hatiye dayîn tevî faîzê bûye 3 hezar û 382 TL. Sayginer, destnîşan kir ku welêt bi vî awayê nikare bi rê ve biçe û got: "Divê deynên bacan û hqê fatûreyan bên sekinandin. Divê ji bo kirê piştgiriya esnafan bê kirin. Divê krediyê bê faîz bidin esnafan. Divê meaşê xebatkarên kafe û restorantan bê dayîn." 
 
DEYN LI SER DEYN 
 
Alper Solak ku kafeya wî heye, destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin gelek esnafan îflas kiriye. Solak, bilêv kir ku bi şewbê re hejmara betaln pir zêde bûye û ji bo qedexeya 4 rojan a ji bo sersalê jî anî ziman ku tam fiyasko ye. Solak, diyar kir ku tevdîrên ku hikûmetê girtine herî zêde tahde li karker û esnafên biçûk kiriye û got: "Hikûmet tim dibêje, 'em ê esnafên xw emexdûr nekin.' Lê me tu alîkariya wê nedîtiye. Tew bi qedexeyên dawî re deyn li ser deynan zêde bûn." 
 
‘EM NIKARIN NAN BIBIN MALÊ' 
 
Solak, destnîşan kir ku biryarên ku hatine girtin tenê esnafan dixisirînin, wekî din bi kêrî tiştekî nayên. Solak got: "Em dixwazin bac, kirê û fatûreyan ji me nestînin, da ku em nexisirin. Ji lewra gava em bixisirin, dê ev kar dewam neke. Helbet tenduristî pir girîng e. Lê gava mirov nikaribe nan bibe malê, ma tenduristî baş be wê bi kêrî çi bê." 
 
'EM Ê TOP BAVÊJIN
 
Mehmet Alkan ku 30 sal in li Kocaeliyê esnaftiyê dike jî got: "Heger dewlet aliyê me neke em ê top bavêjin." 
 
Alkan, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de gelek esnafan îflas kiriye û piştî qedexeyê jiyan bibe wekî berê jî dê nikaribin kargehên xwe vekin, ji lewra di det wan de tiştek nemaye. Alkan, xwest ku dewlet di warê kirê, heqê fatûreyan û deynên krediyê de alîkariya wan bike. 
 
‘DÊ WERÊ NEMEŞE' 
 
Esnafê Olcay Ozkan jî anî ziman ku bi hêviya belkî 4-5 qurîş bi dest wan bikeve dikanên xwe vedikin. Ozkan got: "Qet nebe divê bihêlin serê maseyekê mişteriyek bê. Yan na wê ev kar werê nemeşe. Heqê kirêya min nêz bûye û ez ê nikaribim bidim. Fatûre, bac û stopaj nehatne dayîn. Ê kî xisara min bide?"
 
HELBET TEVDÎR DIVÊN, LÊ... 
 
Esnaf Taner Çîmen ku kargeha wî li navçeya sûltangazî ya Stenbolê ye jî diyar kir ku helbet tevdîr divên, lê belê divê rewşa welatiyan û esnafan jî esas bê girtin. Çîmen, destnîşan kir ku ji ber tevdîrên hatine girtin esnaf perîşan bûne û got: "Heqê kirê, ceryan û fatûreyên din ên esnafan hene. Dê mirov çawa bidin? Dibe ku kargehên mein qezenc dikin, lê kafe û restorant qezenc nakin. Dewlet divê hay ji vê hebe û alîkariyê bike." 
 
ESNAF ŞAŞ MAYE 
 
Esnaf Bariş Înan jî destnîşan kir ku gava tevdîr bên girtin divê rewşa esanafan jî esas bê girtin û got: "Niha dikana min girtiye. Di warê aborî de kes alîkariyê nake. Heqê kirê û fatûreyan ketiye ser hev. Nikarim bidim." 
 
Înan, bilêv kir ku piştgiriya ku dewlet ji bo esnafan dide têr nake û got: "Alîkariya dikin têra heqê çaya min û şorbeya min nake. Ma ez ê çawa bi vê alîkariyê debara xwe bikim. Heya şewb biqede herî kêm divê 2 hezar TL alîkarî bê deyîn." 

Sernavên din

06/01/2021
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike