Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin

img

STENBOL – Li Beyoglûyê bi sedan esnafan darabeyên xwe girtine û esnafên ku darebeyên negirtine jî amadekarî dikin ku bigirin. Esnafan, diyar kir ku ji bo jiyana xwe şerê man û nemanê didin û ev tişt gotin: “Bila desthilat berçavkên hespan derxe û li gelê ku dibêje ‘Birçî me’ binêre.”

Esnafên ku di çarçoveya tevdîrên şewbê de nikarin darebeyên xwe vekin, top davêjin. Ji ber kirêyên zêde bi sedan esnafan di mehên destpêkê yên vîrûsa koronayê de dikanên xwe girtine. Li Beyoglû, her roj herî kêm 2 esnaf dikanên xwe digirin. Esnafên ku hê dikanên xwe negirtine jî dibêjin ku ji bo girtinê rojan dijbêrin. Esnafên ku tu piştgiriyê negirtin û bi mehan neçar man ku fatore û kirê bidin, diyar kirin ku desthilat ji bilî girtina darebeyan çareserî nehilberandiye.
 
PIŞTGIRÎ ŞERT E
 
Masîfiroş Îdrîs Çîmen ku li yek ji nuqteya herî bi tevger a Beyoglû kuçeya Sutluceyê masiyan difiroşe, diyar kir ku piştî şewbê esnaf terkî qedera xwe hatine kirin û nikarin mesrefên xwe jî bibersivînin. Çîmen, destnîşan kir ku 47 sal in masîfiroşiyê dike û heta niha qrîzeke wiha mezin nedîtiye û wiha got: “Îro kirêya şevnişînekê bûye 500 TL. Siyasetmedar bi rakirina tiliya xwe mûçe digirin, em jî heqê xweydana xwe nagirin. Esnaf û gel di rewşeke zor de ne. Piştgiriya ji bo me şert e. Heke piştgiriya me neyê kirin ez ê jî dikana xwe bigirim.”
 
BI KÛRBÛNA KRÎZÊ RE HIRS JÎ KOM DIBE
 
Çekdar Kaydan ku li heman kuçeyê esnafiyê dike jî bi lêv kir ku welat di hêla siyasî, civakî û aborî de di qrîzê de ye û ev tişt anî ziman: “Her ku diçe qrîz kûr dibe, kesekî ku çare bibîne jî tuneye. Qrîza heyî ji aliyê herkesî ve tê dîtin. Esnafên ku vekirî ne jî bi pereye şorbê dixebitin. Em di rewşeke xeternak de ne. Ji ber şewbê kes tiştekî nabêje lê piştî şewbê dê kevir li ser kevir nemine. Hirsa gel kom bûye. Em ne li bendê ne kesên ku dibêjin, ‘nanê ziwa bixwin’ pirsgirêkan çareser bikin.”
 
ŞERÊ MAYÎNA LI JIYANÊ
 
Serdar Ecer ku 5 sal in li restoranteke li kûçeya Sutluceyê garsoniye dike jî destnîşan kir ku şerê mayîna li jiyanê didin û wiha got: “Di kuçeyê de bi dehan esnafan dikanên xwe girtine. Bi vê çûnê dê heta 2-3 mehan hemû esnaf dikanên xwe bigirin. Li kargeha me berê em 18 karker dixebitîn. Li niha 14 jê di destûra bêpere de ne. Mûçeyê ku ez digirim jî tenê têra dayîna deynê min dike.”
 
 
‘BERÇAVKÊN XWE YÊN HESPAN DERXIN’
 
Di berdewamê de Ecer, bi van gotinan bertek xwe anîn ziman: “Li şûna ku piştgirî bide dewletên din bila desthilat berçavkên xwe yên hespa derxe û berê xwe bide gelê ku dibêje, ‘Birçî me’. Li vî welatî mirov li ser destê xwe ‘birçî me’ dinivisînin û întîhar dikin. Hin jê xwe ji qata 9’an davêjin, hin jê jî xwe bi gaza siruştî jehrî dikin. Ev hemû li ber çavên. Kesên ku ji gel re dibêjin, ‘nanê ziwa bixwin’ bila mehekê bi bihayê asgarî bijîn û piştre biaxivin. Divê êdî muxalefet li dijî vê rewşê dengê xwe derxe.”
 
‘WÊ WIHA NEÇE’
 
Yek ji sektoreke ku şewbê bi awayekî neyînî bandor lê kir sinema bû. Komeleya Dildarên Yeşîlçamê ku li kuçeya Komeleyê ye, ji ber ku ji ber şewbê piştgiriya madî negirt hat girtin. Şukru Tekîn ku di çarçoveya komeleyê de derhêneriyê dike, diyar kir ku bi deynan debara xwe dikin û derbarê rewşa wan de ev tişt gotin: “Divê dewlet guh bide qêrîna esnafên ku neçar man darebeyên xwe bigirin. Êdî tiştekî ji destê me nayê. Divê ji gel re derfetan çibikin. Wiha naçe.”
 
MA / Nacî Kaya - Berfîn Karaman

Sernavên din

06/01/2021
22:00 Li Basayê mirineke biguman
20:04 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 22 hezar û 70
17:16 Jinan li dijî îstîsmarê banga seferberiya civakî kir
17:12 TJA'yê her şeş jinên siyasetmedar bi bîr anî
16:53 Tuncel: Dewlet siyasetmedarê kurd wek dijmin dibîne
16:47 Li Amedê 2 jê parêzer 3 kes mirî hatin dîtin
16:34 Li Edenê Meclîsa CiwanênYekgirtî hat avakirin
16:16 Ûca: Gelo Komkujiya Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatiye kirin?
16:16 Xwendekarên ODTU piştgirî dan xwendekarên Bogazîçî
16:04 Hiqûqnasan tundiya li hemberî xwendekaran şermezar kir
15:31 Ji bo daxuyaniya yekîtiya neteweyî bang hat kirin
15:11 Sancar: Em ê bi berxwedanê sala 2021’an bikin sala avakirina înşayê
15:02 Rapora ÎHD ya zarokan: Şewba vîrûsê newekhevî zêde kir
14:54 Li Wanê 6 siyasetmedarên jin hatin bibîranîn
14:36 Ji TUAY-DER’ê berteka tecrîdê: Qanûnan pêk bînin
14:35 Dadgehê ji bo kuştina Dînk, biryara girtina 2 erkdarên îstîxbarê da
14:19 Jinên KESK’î: Ji bo parastina jiyanê em ê li qadan bin
14:19 37 sal in girtî ye û tenduristiya wî nebaş dibe
14:11 CPJ: Rojnameger Mehmet Aslan zû berdin
14:01 Xwendekarên Bogazîçiyê: Lêgerîna tazî îşkence ye
13:39 Ji bo kelemçeya deriyê Bogazîçiyê lêpirsîn hat destpêkirin
13:07 Gergerlîoglû: Xwendekaran di lêgerîna tazî re derbas kirin
12:42 Polîsan nehişt Keskîn bi xwendekarên binçavkirî re hevdîtinê bike
12:23 Li Qubînê ji ber lihevnekirina erd reveberê HDP'ê hat kuştin
12:05 HDP: Em piştgiriyê didin xwendekarên Bogazîçiyê
12:01 Ji DÎB’ê daxuyaniya tayînkirina rektor: Ji 12’ê Îlonê ve cara ewil e
11:54 Parêzerên Z.N. giliya astengiya hevdîtina pê re kirin
11:05 Li Dîlokê 11 siyasetmedar hatin berdan
10:55 Ji Kav banga greva birçîbûnê: Divê civak mil bide girtiyan
10:31 NûJINHA’yê dest bi weşanê kir
10:31 Hamzaoglu: Divê em li dijî sedemên qeyranê têbikoşin
09:58 Walîtiya Stenbolê protestoyên Bogazîçiyê qedexe kir
09:27 8 Meh şûnde rapora otopsiyê gihişt malbatê
09:26 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 41'emîn de berdewam dike
09:08 20 sal in xaniyan çêdike, lê hîn di xaniyê bikirê de ye
09:08 Serokatiya Meclîsê tespîta 'sûcê şer' ya NY'yê, wekî 'fikira şexsî' hesiband
09:07 Li Wanê xetereya aşûtê: Divê tûnelên berfê bên çêkirin
09:06 ‘Bila daxwazên rewa û mafdar ên girtiyan bên qebûlkirin'
09:06 Esnafên Amedê: Em perîşan bûne!
09:03 Çaralan: Êdî di têkiliyên Tirkiye û DYA de dê zor derkeve pêş
09:03 Berteka li dijî nebicîkirina tîpên kurdî: Zîhniyeta AKP’ê û qeyûm heman zîhniyet e
09:03 Malbata girtî: DAIŞ'î xistin beşa girtiyên siyasî
09:00 ROJEVA 6'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:48 Operasyonên binçavkirinê li dijî xwendekarên Bogazîçiyê didomin
00:04 Rojnamevan jî di nav de 18 jin hatin berdan
05/01/2021
22:55 Li Colemêrgê 5 herêm hatin qedexekirin
21:23 TGS: Hevpîşeyên me berdin
20:22 194 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:16 Komîsyona Girtîgehan: Li girtîgehan îşkence didome
15:39 ‘Astengiya li pêş aştiyê tecrîd e’
14:49 Dayika Gulistan Dokû: We çi bi keça min kir?
14:30 Pirsa ku saleke tê kirin: Gulîstan Dokû li ku de rê ye?
13:55 Li Stenbolê pankartên ‘seferberiya mor’
13:32 Li ser gorê wan sê jinên siyasetmedar bi bîr anîn: Em soza we pêk tînin
13:15 Endamên hîndekariyê pişta xwe dan Bûlû û şermezar kirin
13:14 Îtîraza girtina Guven hat redkirin
12:40 Hevşaredarê Colemêrgê hat berdan
12:40 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:35 Rojnameya Kurdî nedan rojnamegerê girtî Bilen
11:31 Angaştên derbarê 35 kesan de bêyî xwendin bi kesê kor dane morkirin
11:26 Tifaqa Kurdistanî: Em Şaredarê Pîranê Aygoren şermezar dikin
10:54 Cigirê Waliyê Qersê ji kar hat avêtin
09:51 Gelek xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin
09:49 Qeyûm zilam tayînî Miduriyeta Jinê kir
09:47 Ji bo çawişê pispor ku êrişa zayendî pêk anîbû ceza hat xwestin
09:42 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 40'emîn de didome
09:23 Banga kampanyaya 'Seferberiya Morê'
09:09 Îhale da 'dostê' xwe, kar jî bi xebatkarên şaredariyê kir
09:09 'Lîmana Sîrkeciyê divê nebe qurbana rantê'
09:09 Prof. Ûzgel: Li Lîbyayê pozîsyona Tirkiyeyê bi ser neket, têk çû
09:09 Nerazîbûna ji bo qanûna qeyûm: Dîktatorî ye
09:09 Girtiyê îdamê yê berê: Em deng bidin greva birçîbûnê
09:09 Xelk ji ber bihabûnê bi gazinc e û bêzar bûye
09:09 Prz. Aslan: Kesên di greva birçîbûnê de pêkanîna qanûnan dixwazin
09:09 Rêvebera TAJÊ Şengalî xwest Asayîşa Êzîdxan bê naskirin
09:09 Jinên Ciwan: Em ê dengê Leyla Guven li kolanan bilind bikin
09:00 ROJEVA 5'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:36 Nûçegihanê me Mehmet Aslan hat binçavkirin
04/01/2021
19:58 197 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:23 Meclisa Tenduristiyê ya KCD'ê rapora kanûnê aşkere kir
17:14 Di doza Pinar Gultekîn de daxwaza reda dadgerî hat kirin
15:55 Wê Assange lê Amerîkayê neyê vegerandin
15:26 Xwendekarên Bogazîçiyê avahiya rektoriyê mohr kirin
14:45 Demîr, Nayir û Ûyar li Silopiya hatin bibîranîn
14:32 HDP: Em bi barîna zaman re ketin sala nû
14:04 DGF: Di 2020'an de 24 rojnameger hatin girtin
13:25 Çeteleya tundiyê ya 2020'an a Jin Newsê: Herî kêm 332 jin hatin qetilkirin
13:16 Polîsan destûr nedan encumenên şaredariyê têkevin şaredariyê
12:54 Raporek bendewariya ciwanên kurd hat parvekirin
12:49 Wekîla HDP’ê derbarê miduriyeta polîsan de gilî kir
12:24 ‘Rêveberiya girtîgehê peyama 'hûn nikarin hilberînin' dide me'
11:55 DÎB: Wê li dijî zilma desthilatê têkoşîna me bidome
11:20 Îtîraza li dijî berdana Aydemîr hat redkirin
10:56 Pelosi ji nûve bû Seroka Meclîsa Nûneran
10:46 Wezareta Bazirganiyê 20 hezar 953 tl ceza li Evrenselê birî
10:27 Li Enqereyê jinek hat kuştin
10:20 Derbarê Fîkrî Saglar de lêpirsîn hat destpêkirin
09:02 Salek e agahî ji Gulistan Dokû nayê girtin
09:02 Esnafên Beyoglûyê: Çavê xwe vekin û birçîbûnê bibînin
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 39'emîn de dewam dike