Li ber deriyê sînor bang kirin: Li dijî dagirkeriyê rabin

  • rojane
  • 15:29 12 Hezîran 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Bi pêşengiya KCD, DBP, TJA û HDP'ê li dijî êrişên Başûrê Kurdistanê meş û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de Hevserokên KCD'ê û DBP'ê ji PDK'ê xwestin ku neyên leyistokên Tirkiyeyê û gotin: "Ji vê xeletiyê vegerin. Roj roja xwederketina li yekîtiya gelê kurd e.” 

Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li dijî şerê ku li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye li ber Deriyê Sînorê Xabûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê ku di sînorê Herêma Kurdistanê de ye meş, daxuyanî û çalakiya rûniştinê hat lidarxist.
 
Hevserokê KCD'ê Berdan Oztûrk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP'ê Tûlay Hatîmoglu, Dersîm Dag, Hûseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Siddik Taş,  endamê MYK'a HDP'ê Salîm Kaplan, Aktîvîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP'ê yên navend û navçeyan, ekolojîst û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Girseya ku li nêzî Deriyê Sînorê yê Xabûrê hatin gel hev, meşek girseyî pêk anî û tim dirûşma “Bimre xiyanet" hat berzkirin. Girse pişt re li ber sînor daxuyanî da. Di serî de Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk axivî.  
 
‘EM JI BO NASNAME Û AXA XWE ŞER DIKIN' 
 
Ozturk anî ziman ku gelê kurd ji bo yekîtiyê tim amade ye û wiha got: “Li paş me xêzek sînor heye. Lê belê tu wate û girîngiya wî sînorî tune ye. Ji ber ku li ser gelê kurd şerê gelek qirêj tên meşandin. Lê belê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Gelek ciwan di vê rêya têkoşînê de jiyana xwe dest dan. Komkûjiya Helepçeyê hat kirin, lê belê me dîsa dev ji têkoşîna xwe berneda. Çima; ji ber ku em ji bo ziman, nasname û axa xwe şer dikin. Em bi dayikên xwe ve hatin li vê derê, ji bo ku vê peyamê bidin. Herêma Kurdistana Federe komkûjiiyan piştguh dike.”
 
‘AKP DIXWAZE KURDAN BI KURDAN BIDE KUŞTIN' 
 
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku ji bo ji şer re bêjin “na” îro hatine ligel hevdu û got: “Îro li vê derê sînorek heye, lê belê ev sînorek sûnnî ye. Gelê kurd ji Peymana Lozanê vir de berxwedanek mezin dide. Kurdistan kirin çar parçe, lê belê gelê kurd parçe nebû. Gelê kurd bi sedsalane têdikoşe. Gelê kurd ji bo Kurdistan bibe yek parçe, ji  bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Lê belê îktîdara AKP-MHP’ê di neçareseriyê de bisrar in. Îktîdar ku êrîşî çar parçeyê Kurdistanê dike, bi vî awayî dixwaze xwe li ser lingan bigire. Îktîdar dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û bi vî awayî xwe ava bike.”
 
‘ROJA ROJA YEKÎTIYÊ YE' 
 
Aydenîz destnîşan kir ku hikûmet di polîtîkayên xwe yên tecrîdê de bi israr e û wiha domand: “Her roj êrişên qirkirinên siyasî tên kirin. Êrîşên li dijî Rojava ku hatin kirin û dîsa referandûma Başûr me careke din dît. Bi van êrîşan dixwazin têkoşîna azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Di vê pêvajoyê de ku têkiliya dewlet û mafyayê derket holê, dîsa dixwazin kurdan bi kurdan bidin kuştin. Ev şer şer, qedandina gelê kurd e.  Bi vî şerî pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin. Em bang li gelê Başûr dikin ku ev şer kêrî azadiya kurdan nayê. Gelê kurd bi salane li dijî şer têkoşiya û destkeftiyên xwe bi dest xist. Em van destkeftiyên xwe winda nekin. Em bang li YNK û KDP’ê ku bila bi lîstokên Tirkiyeyê neyên xapandin. Roj roja xwedîderketina li yekîtiya gelê kurd e.”
 
Piştî daxuyaniyê, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên “Bijî yekîtiya kurdan”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî yekitî” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin
13:46 Li Çewligê bi tevlibûna hezaran kesan mitîng tê lidarxistin
13:42 Cezayê hucreyê dan 5 girtiyên ketine greva birçîbûnê
13:05 Rapora kesê pispor a Licikê: Xetere heye ku kîmyewiyên jehrî tevî Hewzaya Firatê bibin
12:14 YNK: PDK’ê li Kerkûkê bi Eniya Tirkmen re lihev kir û nirxên neteweyî firot
11:36 Bakirhan: Em li bin dara Rêya Sêyemîn bibin yek
11:23 Ji namzetên hevşaredariyê banga ‘xwedîderketina li sindoqan’
11:22 Di êrişên li ser sînor de 10 kolber birîndar bûn
10:38 Li Şirnex û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
10:24 Li bejahiya Hezroyê operasyona leşkerî û dorpêç
10:00 Parastvanên mafan: Girtina Yildiz binpêkirina mafê mirovan e
09:51 ‘Em ê her kesên ku xwe digihînin me em ê bibin ser sindoqan’
09:04 Êrişên DAIŞ'ê: Dixwaze vegere rewşa xwe ya beriya 2015'an
09:03 Girtiyên siyasî 122 roj in bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 155 roj nin agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin