Kalo heta mirinê rastiyan gihand xelkê xwe

  • rojane
  • 11:26 17 Çile 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Yilmaz Yakût (Kalo) li bajarekî ku her roj kes dihatin qetilkirin û her xebata kurdî lê qedexe bû belavkariya rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê dikir û rastiya digihand gel. 

Li bajarên bakurê Kurdistanê di salên 1990’î de dewletê ango îqtidarên wê demê şer ragihandibûn û Rewşa Awarte (OHAL) ragihandibûn û tirsek li van bajaran afirandibûn. Di van salên tarî de li kuçe û kolanên bajarên bakur “Generalên Biçûk” ên zanyarê kurd Apê Mûsa rojnameya Azadiya Welat û Ozgur Gundemê ji xelkê re dibirin. Di vê serdema nexweş û tarî de herî zêde wêrekî dihat xwestin. Çimkî her roj însan li naverasta kuçe, meydan û cadeyan dihatin kuştin. Kuçe û kolan xwîn diherikîn. Bi dehan zarok û ciwanan li dijî vê tirs û xofê û her kêliya bi talûke sond xwaribûn û host bi host li kuçe û kolanên Amedê û bajarên din digeriyan û rojnameyan belav dikirin. Gelek caran hatina rojnameyan a Amedê dihat qedexekirin lê dîsa jî Genarlên Biçûk ên apê kurda Apê Mûsa wan koliyeyên rojnameyan dianîn û digihandin xelkê. 
 
Di wan salên nexweş de van Generalên Biçûk îşkence, zext û kuştinê dan pêş çavê xwe û bi wêrekî û bedelên mezin rojnameyan belav kirin. Gelek belavkar ango Generalên Biçûk di êrişên hêzên tarî û JÎTEM’ê dihat qetilkirin û îşkencekirin. Gelek belavkar hatin girtin û bi mehan û salan di zindanan de man. Gelek ji wan jî hatin sirgûnkirin. 
 
RASTÎ DI TARIYÊ DE NEDIMAN 
 
Yek ji şahidên wê heyama tarî Yilmaz Yakût (45) bi navek din Kalo bû. Her roj bi berbanga rojê re ji malê derdiket û berê xwe dida buroya belavkariya rojnameyê ya li navçeya Yenîşehîrê. Rojnameyan dixist tûrikê xwe derdiket belavkariyê. Li hemû kuçe û cadeyên Amedê geriya. Heta ku yek rojnameyek wî jî bimaba venedigeriya buroyê. Tevî her cûre zor û tariyê jî bi terz û helwesta “wê rastî di tariyê de nemîne” rojnameyan digihand xwîner û aboneyan. Kalo dema belavkariyê dikir gelek caran hat binçavkirin, îşkencekirin, gefên kuştinê lêh atin xwarin, hat revandin û berdan, bi êrişên çekdarî û qasetûre re rûbirû ma lê kêliyek jî bi paş ve gav neavêt. Van sepanên dijwar û dij mirovane bi salan berdewam kir lê Kalo ji wêrekiya xwe tavîz neda û her roj rojnameyan digihand xwîner û aboneyan. Carna van rojnameyan dixist poşete reş, carna dixist torbeyên arvan, carna jî dixist binê teştika dendikan û dendikan berdida ser da ku kamûfile bike. 
 
BI ÊRIŞEK XEDAR RE RÛBIRÛ DIMÎNE 
 
Di mehên zivistanê de rojnameyan dixist bin monte xwe yê fireh û wisa vedişart. Ev rêbaz carekê kêrî Kalo tê û wî ji mirinê xilas dike. Kalo di rojek zivistana sala 1993’yan de li Cadeya Mêrgehmedê ya li navçeya Sûrê rojname dibir ji aboneyên xwe re, lê bi êrişa endamên Hîzbûlahê ya qasetûran re rûbirû dimîne. Kalo di êrişê de birîndar dibe. Lê ji ber ku Kalo rojnameyan di bin montê xwe de veşartiye, zirarek mezin a derbên qasetûran nagihîje û bi birîndarî xilas dibe. 
 
TÎMA OZGUR GUNDEMÊ 
 
Di sala 1993’yan de nêzî 50-60 belavkarî hebûn û tîma futbolê ya Rojnamegerên Ozgur Gundemê tê avakirin. Belavkar ji hefteyê rojek jî bi topê dileyîzin. Kalo jî di wê tîmê de cih digire û bi formayê xwe yê rengê kesk, sor û zer tê zanîn. 
 
SERPÊHATIYA WÎ JI SALÊN 90’Î TÊ 
 
Jiyana belavkariyê ya Kalo di destpêka salên 90’î de bi rojnameya Ozgur Gundemê dest pê dike. Kalo ji sala 90’î heta sala 2010’an bênavber rojname û kovarên kurdan bêwestan belav kir. 
 
KOÇA DAWÎ KIR 
Her kesî li Amedê, Kalo nas dikir û xelkê jê hez dikir. Ev demek bû bi nexweşîna penceşêrê lê peyda bûbû û dihat tedawîkirin. Kaloyê ku jiyana wî bi qasî rastiya welatê wî tije êş, kûl û kêfxweşî bû duh li Amedê çavê xwe girt û xatirê xwe ji malbat, medya kurdî û gelê xwe xwest û koça dawî kir. Cenazeyê Kalo li Goristana Yenîkoya Amedê hat veşartin. Gelek rojnamevan û hezkiriyên wî beşdarî merasîma cenazeyê wî bûn.
  
JIYANA KALO BÛBÛ BELGEFÎLM 
 
Mehmet Salîh Çelîk û Kemal Hanazayên li ser serpêhatî û jiyana Kalo bi navê “Yilmaz” belgefîlmek amade kiribûn. Ev belgefîlm jiyana Kalo vedibêje û Kalo jî di vê belgefîlmê de diaxive. Kalo di vê belgefîlmê de behsa serpêhatiya xwe ya belavkariyê dike. Kalo di belgefîlmê de destnîşan dike ku di seranserî jiyana wî ya belavkariyê de herî kêm 300 carî hatiye binçavkirin. Kalo di belgefîlmê de tîne ziman ku di wê heyamê de gelek Genarlên Biçûk dihatin qetilkirin û tenê sûcê wan ew bû ku Azadiya Welat û Ozgur Gundemê belav dikirin. Kalo dibêje ji ber ku wan rastiyê ji xelkê re radigihand dihatin îşkencekirin û qetilkirin. 
 
 

Sernavên din

14:05 Li Îdirê ji bo leşker û polîsên veguhestî dibistan hatin girtin
14:04 Hatîmogûllari: Di 31’ê Adarê de em mohra xwe li bin dara DEM Pratiyê bixin
13:39 Rewşa Kadîr Înanir baştir dibe
13:32 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
13:28 Mitînga Wanê bi tevlibûna deh hezaran dest pê kir | ZINDÎ
13:16 DEM Partiyê ji bo Edeneyê daxuyanî da: Em amade ne û dê bi ser kevin
13:02 Ji Muglayê hilbijêrên bitevger derketin rê: Em ji bo serkeftinê diçin
12:53 AKP dixwaze li Cizîrê pereyan belav bike: Pereyan bigirin dengê xwe nedin!
12:52 Biryara qedexeyê ya ji bo konsera NÇM’ê hate betalkirin
12:50 Leyla Zana çû serdana Orhan Dogan
12:39 Debe yê jin neçarî fihûşê dikirin ji AKP’ê bû namzet
12:29 Şandeya Amerîkayê dê bi Kalin, Guler û Akar re hevdîtinê bike
12:01 Artêşa Îsraîlê li Helebê xist
11:36 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:12 Xebatên hilbijartinê yên li Rihayê heta danê paşîvê domiyan
11:12 Li Yewnanîstanê erdhej çêbû
10:54 Nameya girtî 4 sal şûnde gihişt ber destê rojnameger Aykol
10:34 Hunermend: Em ji bo DEM Partiyê biçin ser sindoqan
10:21 Dîroka hilbijartinên şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar bû
10:20 Li Mûgla û Dîlokê du jin hatin qetilkirin
10:19 Li Gîresûnê li wargeha KYK’ê asansor kete xwarê
09:57 Keça Dayika Taybet: Raya xwe nedin kujerên dayika min
09:56 Bijîşk Gul: Di warê tibê de ne rast e ku Abdullah Ocalan di girtîgehê de bê girtin
09:51 Li Dîlovasiyê çavên ciwanan li hilbijartinê ye: Çima bila nebe bihar?
09:28 Greva birçîbûnê di roja 124’an de berdewam dike
09:27 157 rojin tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:21 Parêzerê Yildiz: Pereşandina ji girtiyan re sûc nîne
09:19 Sedema cezayê ji ber konteynerên li goristanê: Goristana rêxistinê
09:18 DEM Partiyê ji bo 3 hezar û 968 sindoqên Amedê muşahid peywirdar kirine
09:18 Çima her dengek girîng e?
09:03 Dadgehê beyanên Akbiyik esas negirtin
09:02 Ji bo mitînga Misircê bang kirin: Werin em serkeftina 31’ê adarê di 30’yê adarê de pîroz bikin
09:01 ROJEVA 29'Ê ADARA 2024'AN
28/03/2024
20:56 Jinên endamê DEM Partiyê û parêzer çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:01 Li Girtîgeha Bakirkoyê êrişî girtiyan hat kirin
17:26 DEM Partiyê lez da xebatên hilbijartinê
17:09 Zanayê bang li gelê Bedlîsê kir: Xwedî li sindoqên xwe derkevin
17:07 DEM Partî: Em Namzetê xwe yê Antalyayê venakişînin, deng ji DEM’ê re ne
17:00 Hatîmogûllari: Li şûna hûn ji bo şer derî bi derî bigerin, ji bo aştiyê li deriyê Îmraliyê bixin
16:45 Ji Nobeta Edaletê banga ‘Deriyên Îmraliyê vekin’ hate kirin
16:24 Temellî li Colemêrgê got: Dê îradeya we vê îktîdara faşîst hilweşîne
16:24 Girtina Hatîce Yildizê li ber Girtîgeha Bakirkoyê hate şermezarkirin
16:09 Heta ku bi Roboskê re hevrû nebin demokrasî ne pêkan e
16:08 'Em ê şaredariya Sêrtê ji qeyûmên dagirker rizgar bikin'
15:56 Eşira Meleyî piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê eşkere kir
15:45 Ji bo komkujiyên di meha adarê de banga hevrûbûnê hat kirin
15:36 Qeyûmê Êlihê ji bo namzetê AKP’ê bi 53 milyonan qolî amadekirin
15:29 Nivîskarê pontus Haralambîdîs wefat kir
15:28 Bakirhan: Gel dê xwedî li vîn û rûmeta xwe derkeve
15:06 Girtiyên siyasî ji 4 partî û Serokatiya Meclisê re name şandin
15:06 Li Amedê 15 xwendekarên paqijî pê dane kirin bi jehrê ketin
14:26 Dibistan di 1’ê nîsanê de dikevin betlaneyê
14:21 Bayindir li Bazîdê bang kir: Em di 1’ê nîsanê de serkeftina xwe pîroz bikin
13:55 Koordînasyona Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:44 Li Mûşê walî, qeymeqam û fermandar ji AKP'ê re xebata hilbijartinê dikin
12:58 DEM Partiyê li 3 navendan mitîng li dar xistin
12:37 Li Kutahya û Stenbolê û tundiya mêr
12:26 OHD’ê serî wezaretan da: Bila pêkanînên dibin sedema binpêkirina mafê tenduristiyê bi dawî bibin
11:53 Rapora cîsmên teqîyayî: Malbata Dayan hat mexdûrkirin
11:52 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:25 Ertak: Em ê li Şirnexê bi ruhê 2004’an biçin ser sindoqan
11:19 Bi hinceta îşareta serkeftinê peywîra wî ya hilbijartinê betal bû
11:02 Karkerên Agrobayê destkeftiya xwe ya ewil bi dest xist
10:57 Tiştên ku ji kantînê bi pereyên xwe kirîne hatine desteserkirin
10:33 Ji bo piştgiriya bi DEM Partiyê re li Şemrexê meş hat lidarxistin
10:22 Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye
09:43 DEM Partî ji bo Cîhanbeyliyê serferber bûye
09:07 Ebex wê hesabê 2019'an bipirse: Em ê bi DEM Partiyê re xwe bi rê ve bibin
09:06 DEM dê li Xinûsê bibe warê çareseriyê
09:05 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 123’yan de didome
09:04 Ji rojnameger Silêman Ehmed 156 roj nin agahî nayên girtin
09:03 Wêranşar li gel DEM Partiyê ye
09:02 Li dijî hilbijêrên sixte hilbijêrên livdar: Bi hezaran kesî serî li DEM Partiyê dan
09:01 Xizmên girtiyan: Hûn pêdiviyên wan pêşwazî bikin em jî dê pereyan neşînin!
09:00 ROJEVA 28’Ê ADARA 2024’AN
08:50 Li Girtîgeha Tîpa T a Xelatê êrişa provakatîf
08:49 Qesra Spî hewl dide Îsrarîlê ji bo hevdîtinan qaneh bike
27/03/2024
23:30 Li Agiriyê ciwanan bal kişand ser tecrîdê
21:53 Gergerlîoglû: Tu hêz nikare dengê 'Berxwedan jiyan e' bibire
21:49 Namzetên Mêrdînê li qadê ne: Em ê bi rêjeyeke zêde bi ser bikevin
21:37 Li Îzmîrê kuştina jinan hat şermezarkirin
20:35 Ji ber keyatiyê bi hev ketin: 4 jê giran 8 kes birîndar bûn
20:24 Polîsan nehişt EMEP'î biçin cem Emîne Şenyaşarê
19:54 Li Stenbolê gelek kes hatin binçavkirin
17:20 Turkdogan serdana TÎHV û ÎHD’ê kir
17:06 Zana çû serdana Nobeta Edaletê: Heke ne ji têkoşîna dayikan bûya dê zimanê me tune bûbûya
17:05 Hatîmogûllari: Me xwe bi hezaran kesan li qadê îspat kir
17:01 DEM Partî xebatên hilbijartinê didomîne: Em ê di 1’ê nîsanê de serkeftinê pîroz bikin
16:25 OHD’ê rapora xwe ya têkildarî girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir
16:24 Hilbijêrên bitevger ji Mûglayê bi rê ketin
15:48 Şaredariyê 70 hezar lîre dan zêringirê ku ‘hewcehiya wî bi alîkariyê heye’!
15:42 Uçar: Ev hilbijartin di navbera kesên heqaret li Şêx Seîd kirin û neviyên Şêx Seîd de ye
15:26 Bersûcê Doza Hrant Dînk: Me agahiya cînayetê weke ku rojek piştî cînayetê girtibe rapor amade kir!
15:00 Bayindir li Qereyaziyê ye: Ev hilbijartin ji bo ziman û nasnameya kurdan referandûm e
14:58 Rewşa Yildiz a 75 salî aloz bû rakirin nexweşxaneyê
14:53 Li Qilebanê xebata belavkirina belavokan veguherî meşê
14:42 DEM Partiyê li Elkê perwerdeya ewlehiya sindoqan da
14:38 Şagirtên dibistanan birin mîtînga Erdogan
14:37 Rayedarê tirk: Daxwazeke Rûsyayê ya ji bo girtina êrişkaran tune bû
13:50 Baro û saziyên sivîl ji bo Îmraliyê bang li CPT’yê kirin: Ji bo çareseriyê gavê biavêjin