Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin

  • rojane
  • 09:01 30 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytûn ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike bang li Wezareta Dadê kir û got: "Pergala Îmraliyê divê bê rakirin." 
 
Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran û malbatê di bin navê "cezayên dîsîplînê" de tên astengkirin. Ji ber vê 775 parêzerên li ser 29 baroyan qeydkirî çend hefte berê li dijî astengiyên li ber hevdîtina bi Ocalan û girtiyên din Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re yên di Girtîgeha Îmraliyê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabû. 
 
Ji van 775 parêzeran Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê Abdullah Zeytûn destnîşan kir ku tu hêleke hiqûqî ya tecrîda li Îmraliyê tune ye. 
 
Zeytûn diyar kir ku li Tirkiyeyê hiqûq wekî amûreke tepisandin û çewisandinê tê bikaranîn û ev yek di şexsê Îmraliyê de wekî pratîkeke rêvebirinê tê domandin û wiha got: "Em parazvanên mafên mirovan wekî hemû girtiyan me ji bo parastina mafên qanûnî û esas girtina wan ên ji bo birêz Ocalan û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê me serlêdan kir. Me di vê serlêdanê de destnîşan kir ku divê ev maf bên parastin û divê karibe hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbata xwe re bike." 
 
‘REJÎMA ÎNFAZÊ YA LI GOR KESEKÎ'
 
Zeytûn destnîşan kir ku biryarên ku li Îmraliyê tên dayîn xwe nasipêrin tu hikm û biryareke darazî. Zeytûn bi lêv kir ku rayedarên îdarî biryarên kêfî, bêhincet û derhiqûqê didin û got: "Em bi biryarine kêfî yên îdareyê yên li gor polîtîkayên siyasetê tên dayîn re rû bi rû ne. Hem birêz Ocalan hem jî girtiyên din bi vê rewşê re rû bi rû ne. Bêguman ev mesele, meseleyeke mafê mirovan e. Parastina hemû mafên bingehîn ên girêdayî hiqûqê wekî hemû girtiyan ji bo birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê jî derbasdar in. Rejîma înfazê ya li gor kesekî bi tu awayî nabe cihê nîqaşê li bara parazvanên mafên mirovan û têkoşîna me ya ji bo parastina mafên girtiyan didome." 
 
'DÊ SERLÊDANÊN ÎHD'Ê BIDOMIN'
 
Zeytûn da zanîn ku têkildarî hevdîtina bi parêzeran û malbatê re li qada neteweyî hin hewldanên wan hene û li ser daxwaza malbatan, ew wek ÎHD dem bi dem serî li Wezareta Dadê didin. Zeytûn destnîşan kir ku dê serlêdanên xwe yên di vî warî de bidomînin û bal kişand ser serlêdana li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo "cezayê muebeda giran" ê li Ocalan hatiye birîn. Zeytûn diyar kir ku ew vê pêvajoyê jî dişopînin û got, li gor peymanên navneteweyî yên ku îmzeya Tirkiyeyê jî li bin wan heye, Tirkiye divê berpirsiyariya xwe ya di vî warî de pêk bîne. 
 
Zeytûn anî ziman ku 3 meh cezayê qedexekirina hevdîtinan di warê hiqûqî û qanûnî de ne biryareke qedexekirinê ye û wiha berdewam kir: "Piştî sala 2019'an tenê di Adara 2021'ê de derî hevdîtineke rûtîn (hevdîtina bi telefonê) hevdîtinek hatibû kirin. Lê ji wê çaxê bi tu awayî xeber ne ji wî ne jî ji yên cem wî tê girtin. Helbet di vir de ya ku qanûnê binpê dike pêkanîneke ku mewzûata ceza û rêgezên hiqûqê yên mirovî yên navneteweyî xera dike." 
 
'PERGALA ÎMRALIYÊ DIVÊ BÊ RAKIRIN' 
 
Zeytûn diyar kir ku biryar û pêşniyarên DMME'yê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) tune tên hesibandin û got: "Demildesr divê parêzerên Ocalan û xizmên wî hevdîtinê pê re bikin, rejîma înfazê ya Îmraliyê pergala wê ya li ser esasên tecrîdê û kêfiyetê demildest divê bê rakirin." 
 
'EV PÊKANÎNA KÊFÎ DIVÊ BI DAWÎ BIBE'
 
Zeytûn destnîşan kir ku bidawîbûna vê rejîma înfazê ya li dijî standar û normên navneteweyî peywira hemû parêzvanên mafan û hiqûqê ye û bang li Wezareta Dadê kir ku demildest dawî li vê pêkanîna kêfî bîne. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm