Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok

  • rojane
  • 10:44 30 Hezîran 2022
  • |
img

AMED - Salek û 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê dan rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyên kêliyên qetilkirina Kemal Kurkut kişandibûn. Rojnameger Gok di parastina xwe de da zanîn ku ji ber xebatên rojnamegeriyê û wêneyên Kurkut tê darizandin.

Derheqê rojnameger Abrurrahman Gok de ku di pîrozbahiya Newroza sala 2017’an a Amedê de wêneyên kêliya qetilkirina Kemal Kurkut kişandibûn, bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna doza Gok îro li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di danişînê de Gok û parêzerên wî Resûl Temûr û Mehmet Emîn Aktar amade bûn. Hempîşeyên Gok jî di danişînê de amade bûn.

Dozgeriyê mutalaaya xwe ya di rûniştina berê de dubare kir û xwest ku rojnameger Gok ji “endamtiya rêxistinê” beraet bike û ji bo îdiaya “propagandaya rêxistinê ya li pey hev” jî were cezakirin.

BERSIVA HEMÛ ÎDIAYAN DA

Rojnameger Abdurrahman Gok li dijî mutalaayê bersiv da û got ku wêneyên pêvçûnan ên li qadê ku di dema êrişên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê de kişandine weke “propagandaya rêxistinê” hatiye nirxandin û wiha domand: “Di mutalaaya dozger a di rûniştina 31’ê adara 2022’yan de wêneyên ku min parve kirine weke propagandaya rêxistinê hatiye nirxandin û ez vê îdiayê qebûl nakim. Temamiya van wêneyan, min di dema nûçegihantiya şer de li herêmên şer kişandine. Min berê jî gotibû ku ev wêneyên behsa xeberê hem di ajansa ku pê re dixebitîm de û hem jî li ser ajansên abone-neabone, malperên înternetê û li ser televîzyonan hatine parvekirin. Lê belê dozger hêj jî parvekirinên min li derveyî pîşeya min a rojnamegeriyê şîrove dike û biisrar ji vî alî ve dinirxîne.

HEKE NE KOBANÊ LÊ MIN LAZIQIYÊ BINIVÎSANDA...

Di parvekirinên min de ji bilî agahiya cih û dema wêne lê hatiye kişandin, tu agahiyeke din tune ye. Lewma ez mereq dikim; gelo heke min li binê van wêneyan ‘Lîbya’, ‘El Bab’, ‘Idlib’, ‘Laziqiye’ ‘Azerbaycan’ û hwd. binivîsanda dê dozger dîsa jî bigota ‘te ev wêne bi mebesta propagandaya rêxistinê parve kirine’? Ne bawerim. Ji ber ku min qet nebihîstiye ku rojnamegerek tenê ji ber nûçe û wêneyên li herêmên şer hatibe darizandin.

JI YÊN SÛCAN BELGE DIKIN RE DIBÊJIN ROJNAMEGER

Divê girîngiya rojnamegeran a di parvekirina pevçûnên çekdarî ya bi raya giştî re neyê paşguhkirin. Di nava aliyên şer de rojnameger kesên bêalî ne. Derheqê pevçûnên çekdarî de agahiyên jêbawer kom dike û ji bo berjewendiyên cemaweriyê jî peywirekî girîng li xwe digire. Ekseriyet, haya raya giştî û derdorên pêwendîdar bi saya rojnamegeran ji binpêkirinên mafên mirovan, sûcên şer û her bûyerên din ên tirsnak çêdibe. Diçin cihên wisa ku kesên din nikarin biçin wê derê, bi mirovan re hevpeyvînan dikin, rastiyan piştrast dikin, nûçeyên xwe parve dikin û rewşa heyî radixin ber çavan. Rojnamegerên ku di demên berê de nûçeyên pevçûnan çêdikirin, ji bo darizandina sûcdaran di hêla delîlan de pir bûn alîkar. Ji vî alî ve rojnameger dikare sûcan belge bike, dikare ji bo parastina mafên mirovan bibe alîkar, ji bo hesabpirsînê bingehê amade bike û rê li ber piştevaniya navneteweyî veke.

MIN BEDEL DAN BER ÇAVAN

Bêguman bedelekê vê heye. Rojnamegerên ku li qada şer karê xwe dikin, carnan rastî talûkeyên li ser her du aliyên şer tên û dibe ku jiyana xwe ji dest bidin. Li gel van talûkeyan jî, tenê ji bo ku agahiyên rast bi raya giştî re parve bikin, vê peywira xwe bi cih tînin. Min jî ev bedel da ber çavan û li herêmên şer rojnamegerî kir. Lê bêyî ku tiştek bi serê min were ez jê xelas bûm. Lê belê ji ber rojnamegeriya xwe, 8 sal piştre têm darizandin û dixwazin min ceza bikin. Ev bû demekî dirêj ku rojnamegeriyê dikim û ji nava bi sedan nûçeyan, tenê çendek wêne hatine hilbijartin û ji ber van wêneyan jî bi îdiaya propagandayê têm darizandin. Heke dozger hêj di wê qanetê de be ku min propagandaya rêxistinê kiriye, wê demê ma mecbûr nîne îspat bike bê ka kî ji vê propagandaya min bandor bûye û di encama vê bandorê de sûcên çawa kirine?

Min fêm nekir bê ka dozger ji parvekirina di ‘01/11/2018’ de ku di muatalaayê de hatiye bicihkirin, dixwaze çi bibêje. Di dîroka behsê xeberê de dîmenên ekranê hatine girtin û 3 parvekirin xuya dikin. Ji van a ewil nivîsa bi ser navê ‘Yara’ a hunermend Yeşîm Şahîn a derheqê Kemal Kurkut de ye ku di 21’ê Adara 2017’an de li Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin û min jî kêliyên cînayetê kişandibûn. Min ev nivîs parve kiribû. Ya duyemîn jî wêneyê foto-vîdeoyekê ye ku tevahiya wê ji nûçeyên min ên derheqê hilweşîna li Kobanê, gel û zarokan vedibêjin de ye. Ev vîdeo ji 50 saniyeyan pêk tê. Ya sêyemîn jî nûçeya min a derheqê welatiyê ji Kobanê yê bi navê Osman Hemed de ye ku kesekî sere, zewicî û xwedî zarok e. Di dema êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê de dema bi komeke çekdar ên ji Kobanê re diaxivîm, lepekî axê girtibû destê xwe û wiha digot; “Ev xak xaka Kobanê ye û ji bo me pîroz e. Em ê dev ji vê xakê bernedin.”

JI BO KU WÊNE LI KOBANÊ HATIYE KIŞANDIN GELO MA EV YEK JI BO SÛC BES E?

Jixwe derheqê van mijaran de min di danişîna berê de hem bi nivîskî û hem jî bi devkî agahî dabûn dadgeha we. Lewma ez ê dîsa bi dûvdirêjî venebêjim. Lê belê dixwazim dîsa ji dozger bipirsim, gelo hûn ji ku dizanin ku ev kesên di dîmenan de endamên rêxistinekê ne? Di nava wan de kesekî/a hatiye darizandin û ceza lê hatiye birîn heye? Nav û paşnavên wan çi ne? Ji ber ku wêne li Kobanê hatine kişandin, gelo ma ev yek ji bo sûc bes e? Ji kesên di dîmenan de xuya dikin yek ji wan jî endamên partî yan jî komekê nebûn. Qet nebe dema min pê re hevpeyvîn dikir di vê mijarê de agahiyek nedan min û ew agahî hêjta di nûçeyên min de hene. Di nava wan kesan de hem ereb û kurd, hem jî tirk hebûn. Jixwe gelek kesên di van dîmenan de xuya dikin, di êrişa dijwar a Cotmeha 2014’an a li dijî Kobanê û piştî wê de jiyana xwe ji dest dan. Min nûçeyên wan jî çêkirin. Welatiyê ku min navê wî weke Osman Hemed parve kirye û di ‘Dîmena ekranê ya hejmar 3’ de xuya dike, piştî ku Kobanê ji DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin, di 25’ê hezîrana sala 2015’an de di encama êrişeke DAIŞ’ê ya di nîvşevekê ya li dijî Kobanê de yek ji wan 300 kesên hatin qetilkirin bû.

NÛÇE HÊJ DI ARŞÎVÊ DE NE

Wêneyê di ‘18/01/2017’ an de ku dozgeriyê di mutalaaya xwe weke delîlê sûc destnîşan kiriye, min bi nîşeya ‘Ji operasyona Reqayê wêneyek’ parve kiriye. Wêneyê 28 eşîrên ereban e ku li gundê Hecî Elî yê li rojhilatê Bendava Tişrînê daxuyanî didan. Her wiha civîn ji hêla çapemeniya navneteweyî jî hatibû şopandin. Ji xwarina herêmî ya bi navê ‘hemîs’ heta govendan, ji axaftinan heta amadekariyên civînan, ji dehan wêneyên min ji bo nûçeyan kişandin û parvekirin tenê yek ji wan e. Di wêneyî de ji bilî çekê, tu tiştekî din nîne lê belê dozgerî dibêje ku min bi vî wêneyî propaganda kiriye û şîroveyeke wiha sosret dike. Nûçeya ku min çêkiriye, hêj jî di arşîva ajansa wê demê ez tê de dixebitîm de heye.

BI HEVKARIYA KOALÎSYONÊ HAT BOMBEBARANKIRIN

Dozgeriyê di mutalaaya xwe de parvekirina di dîroka ‘17/10/2014’an de jî weke delîla sûc nîşan da ye. Ev dîmen jî ji wêneyekî pêk tê ku di kêliya dema şervanên Kobanê Girê Til Şeîr ê 4-5 km’an dûrî Kobanê ji DAIŞ’ê rizgar dikir de hatiye kişandin. Di encama pevçûnên dijwar ên li vê derê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û DAIŞ’ê ji bo ku vî girî dîsa bi dest bixe, gelek caran êriş kir û herî dawî jî Koalîsyona Navneteweyî di 25’ê cotmehê de bi balafirên şer hema hema li ser televîzyonan bi awayekî zindî bombebaran kir. Dîmenên vê bombebaranê hêj niha jî li ser arşîvên înternetan û di nûçeyên min de jî hene.

Wêneyê ku di mutalaaya dozger de weke 5-6 destnîşan kiriye jî wêneyê goristana Kobanê ye. Kesên di şerê Kobanê de û piştre jî di operasyona li dijî Reqayê de jiyana xwe ji dest dane li vê goristanê hatine definkirin. Di nûçeyên ku min bi vî wêneyî parvekirin de, hejmara kesên li goristanê û cihê lê ji dayik bûne hatiye destnîşankirin. Her wiha di nûçeyê de tê destnîşankirin ku li qada nû ya goristanê (wêneyê ku weke sûc hatiye diyarkirin) cenazeyên kesên di operasyona Reqayê de jiyana xwe ji dest dayîn hene. Di nîşeya kurdî ya min bi wêneyî re parve kirî de jî dibêjim ku hejmara li goristanê roj bi roj zêdetir dibe. Ez fêm nakim bê ka bi vê agahiyê propagandayeke çawa tê kirin.

SEDEM KIŞANDINA KÊLIYA CÎNAYETA KURKUT E

Dema em ji destpêka vê dozê û heta asta niha gihiştiyê dinihêrin, li gorî hêzên ewlekariyê û dozgeriyê divê em ez bêm cezakirin û ji bo vê jî hewcehî bi delîlên şênber tune ye. Ji îdiayên dozger ên ji destpêkê heta niha aşkera ye ku ya li vir tê darizandin, rojnamegeriya min e. Sedema herî bingehîn a sûcdarkirina min a ji ber xebatên min ên rojnamegeriyê ew e ku min kêliyên cînayeta Kurkut kişandibûn ku di Newroza 21’ê Adara 2021’an a Amedê de ji hêla polîsekî ve hatibû kuştin. Hêzên ewlekariyê û piştre jî dozgeriyê kuştina Kurkut weke ‘bombeya zindî’ bi raya giştî re parve kiribû. Lê belê min bi wêneyên xwe nîşan da ku rastî ne ew e. Niha jî dixwazin tola vê ji min hilînin. Ji ber ku min bi van wêneyên xwe ve îdiayên midûriyeta emniyetê û Walîtiya Amedê û her wiha Wezareta Karên Hundir a cînayet diparast, derewand.

WÊNEYÊN BI ÇEKAN BI TAYBET HATIN HILBIJARTIN

Ji roja hatibûm binçavkirin heta niha, dozger baş pê hesiya ku nikare bi van îdiayên bêbingeh min ceza bikin. Lewma ji bo neyê gotin bi sedema xebatên rojnamegeriyê hatiye cezakirin, bi taybet jî çûye wêneyên çek tê de xuya dikin hilbijartine û îdia dike ku min ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye. Ji destpêka darazê heta niha min di parastina xwe de bi hemû dilsoziya xwe û bi agahiyên heyî nîşan da ku ev îdiaye rast nînin. Ji ber sedemên ku min destnîşan kirine, berevajî mutalaaya dozger ku dixwaze ji ber xebatên min ên rojnamegeriyê bêm cezakirin, ez beraeta xwe dixwazim.”

Di heman demê de rojnameger Gok, dîmenê wêneyê ku bûye sedema darizandinê û li ser malperê hatiye weşandin jî pêşkeşî dadgehê kir.

‘JI BO NIXÛMANDINA CÎNAYETÊ BI SER MALA WÎ DE GIRTIN’

Pişre jî parêzer Resûl Temûr parastin kir û diyar kir ku li gorî nêrîna wan ev doza behsa xeberê ji ber cînayeta Kemal Kurkut hatiye vekirin. Temûr, da zanîn ku polîsan piştî parvekirina wêneyên qetilkirina Kurkut bi ser mala miwekîlê wî de girtine, derheqê vê serdegirtinê de rastî lêpirsînekê nehatine û piştre jî derket holê ku ji bo lêpirsîneke bi vî rengî destûra lêgerînê nehatiye dayîn. Bi domdarî Temûr got ku pirsa ‘Lêgerîneke wiha çima hate kirin?” bêbersiv ma ye û ev yek bi mebesta tunekirina delîlên cînayeta Kurkut hatiye kirin.

‘LI ŞÛNA KU BIPARÊZE BO WÎ CEZA DIXWAZ E’

Parêzer Temûr destnîşan kir ku hewldaneke heye ku ev dosya bê nixûmandin lê belê di esasê xwe de rojnamegerî tê darizandin û wiha pê de çû: “Ev doz, binpêkirina xala 13’emîn a Makeqanûnê ye. Ji destpêka dozê heta niha me bi israr got ku ev doz ne doza endamtiya rêxistinê û propagandayê ye. Miwekîlê min ji ber karê xwe yê rojnamegeriyê yê li qadên şer tê darizandin. Li gorî Protokola Pêvek 1 a Peymana Cinevê, divê miwekîlê min were parastin lê çend heyf û mixabin ku ji bo wî ceza tê xwestin. Wêneyên hatine kişandin, wêneyên nûçeyan in û tevek jî miwekîlê min kişandine. Ne mimkine ku her wêneyê miwekîlê min kişandiye bibe delîla sûcê propagandayê. Divê em qebûl bikin ku ji van her wêneyek, şêweyekî vegotinê ye. Lewma ez beraeta miwekîlê xwe dixwazim.”

‘EZ TIRSNAKIYA ŞER DIBÎNIM’

Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî bal kişand ser wêneyê goristanê û wiha got: “Dibe ku hûn bala xwe bidin ser flama û nivîsên ser goran. Lê belê weke hemwelatiyekî ez tirsnakiya şer dibînim. Miwekîlê min bi vî wêneyî xwestiye vebêje bê ka DAIŞ rêxistineke çiqas tirsnak e. Heta li ser vî wêneyî amblemek jî nîne. Lewma ne pêkane ku bibe propaganda.”

CEZAYÊ HEYÎ ZÊDETIR KIR

Piştî parastinan jî şandeya dadgehê ji bo îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara beraetê da. Ji bo îdiaya “Propagandaya rêxistinê” jî dadgehê salek ceza da. Dadgehê cezayê heyî zêde kir û ceza derxist salek û 6 meh û 22 roj.

Dadgehê cezayê heyî nedaxist û biryar da ku ceza paşve nayê dayîn. 

Sernavên din

10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Meclisa Ciwanan têkildarî Turnuvaya Gulistan Dokuyê daxuyaniyê dide | ZINDÎ
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm
09:00 Li Wêranşarê dê Çarşema Sor bê pîrozkirin
09:00 ROJEVE 16'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Qilebanê qeza çêbû, 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
08:31 DAIŞ’ê 100 pezên welatiyan dizîn
08:22 91 sazî û kesan ji bo Îmraliyê name ji CPT’yê re şand
15/04/2024
22:08 Li ber Konseya Ewropayê mîtînga ji bo Abdullah Ocalan: Em bêdengiyê qebûl nakin!
20:07 Li Şemzînanê leşkeran bi kuştinê gef li gel xwarın
17:17 DEDAŞ ji avahiyê vala re 34 hezar lîre qer derxist!
16:54 Her sê deriyên Wezareta Dadê jî ji Emîne Şenyaşarê re girtî ne
16:54 TJA: Em ê parastina xwe ya cewherî pêş bixin
16:47 BES-AR: Sînorê xizaniyê gihişt 66 hezarî
16:29 Giliyê êrişa li dijî gora Medet Serhat kirin
15:57 Tirkiye gundekî Minbicê bembebaran dike
15:34 Li Şirnexê zêrevanekî taxê welatiyekî birîndar kir
15:16 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest daxwazên dosyeya Denîz Poyrazê werin redkirin
14:33 DEM Partiyê parêzer Akalin bi bîr anî
14:14 Pirtûka akoran a berhemên hilbijartî yên ji 13 salên dawî yên muzîka kurdî derket
13:57 Qeyûmê Sêrtê li pey xwe 456 milyon lîre qer hişt
13:34 Temellî ji partiyên Meclisê re got: Dema dersê jê girtinê ye
12:47 ‘Dîwana Wezîran a Şer’ a Îsraîlê îro dicive
12:46 ‘Têkoşîna me ya mezin dibe dê tecrîdê rake’
12:01 DÎB’ê ji bo Doza Kobanê bang kir: Li dijî bêhiqûqiyê helwestê bigirin
12:00 Îranê, 2 kolberên kurd qetil kirin
11:48 Têkildarî qedexeya bazirganiya di navbera Tirkiyeyê û Îsraîlê, teklîfa qanûnê hate dayîn
11:28 Bankaya Navendî bi rêjeyekî mezin zirar kir
10:57 Di salekê de ji sedî 113 zem li benzînê hatekirin