Derheqê bûyera avêtina gundiyan a ji helîkopterê hêj lêpirsîn nehatiye destpêkirin

  • rojane
  • 11:40 28 Îlon 2022
  • |
img

WAN - Artêşa tirk li Şax a Wanê du gundî ji helîkopterê avêtibûn xwarê û welatiyê bi navê Servet Turgut hatibû qetilkirin. Birayê Turgut, Naîf Turgut da zanîn ku ev du sal in derheqê bûyerê de tu lêpirsîn nehatine destpêkirin û wiha got: “Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin lê dozger bersivê nade.” 

 
Hêzên artêşa tirk ên li Şax a Wanê derketin operasyonê, gundiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban binçav kiribûn û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Di encamê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban jî bi giranî birîndar bûbû. Bi ser bûyerê re du sal derbas bûn lê derheqê bûyerê de hejta tu lêpirsîn nehatine destpêkirin. Biryara nepeniyê danîbûn ser dosyayê û tevî belge û şahdiên ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derxistin holê jî, derheqê bûyerê de tu pêvajoyeke hiqûqî nehat destpêkirin. Birayê Turgut, Naîf Turgut têkildarî pêvajoya du salan kir. 
 
Naîf Turgut, diyar kir ku zilmeke mezin li wan hatiye kirin û wiha got: “Heke Ajansa Mezopotamyayê ev bûyer parve nekira, dê haya kesekî jê nebûya. Wan, bi hemû dinyayê re ragihand. Em baş pê dizanin ku hovîtiyên bi vî rengî di dîroka mirovahiyê de kêmek caran hatine dîtin. Dewletê hovîtiyeke mezin li me kir. Em her tim dipirsin; gelo em kurd bûn lewma ev bi serê me anîn? Kekê min gundî bû, kedkar bû, li ser karê xwe bû lê ev zilm bi serê wî anîn. Bi ser vê bûyerê re 2 sal derbas bûn lê hêj jî biryarek nehatiye dayîn. Ji ber ku bi navê dewlet, heq, hiqûq û edaletê tiştek li holê nîne. Diviyabû kesên ev îşkence kirin bihatina darizandin û sed sal cezayê hefsê li wan bihata birîn. Ji ber ku ev mirov ji helîkopterê hatin avêtin, hatin îşkencekirin û hemû hestiyên wan hatin şikandin. Hêj niha jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye. Ne agahiyekê didin me û ne jî didin parêzeran. Banga min li tevahiya raya giştî ew e ku bila bo me biedalet tevbigerin.” 
 
DEMA FAÎL LEŞKER BIN... 
 
Bi domdarî Turgut, anî ziman ku tevî hemû hewldan û serlêdanên wan jî di dosyayê de tu pêşketin çênebûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me gelek caran daxwazname da dozgeriyê lê bersiv nedan me. Li hemberî me dewlet heye lewma deng jê dernakeve. Kesên ev îşkence kirin têkiliya xwe bi dewletê re hene lewma agahiyan nadin. Em li bendê ne ku tiştekî bibêjin bê ka çima ev mirov kuştin. Mafê me ye ku em sedema vê bizanin. Em baş pê dizanin ku di nava bûyerê de leşker hene lewma bersiveke bidin me tune ye. Ji ber ku di nava bûyerê de leşker hene, lêpirsîn nayê destpêkirin û dozger bersivê nadin serlêdanên me. Ji ber ku li welêt ne hiqûq û ne jî edalet heye. Heke li welatekî edalet nebe, tu xêra wê dewletê nagihije hemwelatiyên wê. Mîna dozên Roboskê, Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê û hêj gelek dozên din, dê doza me jî bigirin. Di doza me de şahid hene, agahî hene bê ka ev kes çawa birine û çi bi serê wan anîne. Lê kesek cisaret nake vê dosyayê veke. Banga me ya ji bo rayedarên dewletê, dozger û dadgeran ev e; destê xwe deynin ser wijdana xwe da ku edalet pêk bê.” 
 
BANG LI ŞÎBAN KIR: ÇI QEWIMÎ BE VEBÊJE
 
Di berdewamê Turgut bang li Osman Şîban yê tevî birayê wî ji helîkopterê hatiye avêtin kir û wiha got: “Şahidê herî xurt ê bûyerê, Osman Şîban e û divê tiştên qewimîn vebêje. Tirs, çareserî nîne. Bila Osman Şîban destê xwe deyne ser wijdana xwe û hemû bûyerê vebêje. Bi hev re hatin binçavkirin, bi hev re xistin helîkopterê û bi hev re anîn Wanê. Di rewşeke wiha de mirovek çima naaxive? Heke biaxive dê her tişt zelal bibe. Beriya niha digot; ‘em bi hev re girtin, bi hev re xistin helîkopterê û li me xistin.’ Lê belê piştre got; ‘di dema wan gotinan de hişê min li serê min nebû.’ Çi dibe bila bibe, ji bo ku ev bûyer ronî bibe dive rastiyan bibêje. Encama wê çi dibe bila bibe em ê heta dawiyê mafê birayê xwe biparêzin û dev ji vê dozê bernedin.” 
 
BILA DOSYAYÊ NEGIRIN
 
Turgut, destnîşan kir rojnamegeran di bûyerê de bedel dan û axaftina xwe wiha qedand: “Rojnamegerên ku ev bûyer kirin nûçe, ji ber ku heqîqet vedigotin ketin girtîgehê. Hemû kes baş dizane ku ji ber ku wan heqîqet nivîsî lewma ketin girtîgehê. Ji ber ku heke ew nebûna, dê kesekî hay ji vê bûyerê nebûya. Divê hemû kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne. Heke hûn dengê xwe li dijî zilmê nekin, ev zilm dê sibe dusibe li we jî bê kirin. Weke mînak, çapemeniya Tirkiyeyê yek rojê jî ev mijar nexistin rojeva xwe. Çapemeniya cîhanê jî ev bûyer dît lê wan yek carê nedît. Banga min a ji bo tevahiya raya giştî ew e ku vê dozê bişopînin da ku bi ser neyê girtin.” 
 

Sernavên din

18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin
14:21 Banga 1’ê Gulanê: Em li dijî pergala bêedalet dakevin qadan
12:53 Hatîmogûllari: ‘Plana çokdanînê’ ya desthilatê têk çû
12:40 Danişîna doza 6 rojnamevanan hate taloqkirin
12:35 9'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dest pê dike
12:03 Dayika girtiyê çalakger: Daxwazên wan daxwazên me ne
11:41 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:36 BÎSAM: Sînorê xizaniyê 57 hezar û 578 lîre ye
11:25 TEV-ÇAND: Hozan Sefkan bingeha eniya çand û hunerê ava kir
11:04 Li Stenbolê polîsan bi ser malan de girtin
11:02 Di Doza Kobanê de wê sibê rewşa girtinê ya girtiyan bê nirxandin
10:24 Di bihayê zêr de rekoreke nû
09:08 Celadet Elî Bedirxan wê li Stenbolê bê bibîranîn
09:07 Rojnameger Silêman Ehmed 175 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:04 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
09:01 Li Hewselê kedeke zêde, heqdesteke kêm