ESU: Divê NY li dijî êrişên Tirkiyeyê bikeve nava liv û tevgerê

  • rojane
  • 12:03 27 Mijdar 2022
  • |
img
David Vergili *
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Di şeva 23’yê cotmehê de Balefirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên artêşa tirk,  Akademiya Leşkerî ya Fermandariya Giştî yên Suryan û Sotoroyê ya rojhilatê (hêzên polîs) Tirbespiyê ya Qamişloyê hedef girtin. Di 24’ê cotmehê de jî gundên Tirbespiyê yên suryanan, bi çekên giran û topên hawanan  hatin bombebarankirin. Yekitiya Suryanan a Ewropayê (ESU) têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyaniyek weşand. 
 
BANG LI HÊZÊN NAVNETEWEYÎ KIR
 
Daxuyaniya ESU’yê ya têkildarî êrişên Tirkiyeyê wiha ye:  “Em wek saziyeke suryanên ji ber tundî, talan û sepanên antîdemokratîk ên ji welatên xwe koçî Ewropayê kirine, bang li hêzên navneteweyî û cemaweriya cîhanê dikin ku li dijî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî helwest bin. Wekî ku tê zanîn, êrişên Tirkiyeyê ku bi dehan balefirên şer û çekên pêşketî li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bûne sedema gelek mirinan û ziyanên madî. Ev demekî dirêj e Tirkiye, bi hêzên cîhadîst ên ku piştgirî dide wan, li gelek herêmên Irak û Sûriyeyê operasyonan pêk tîne. Di çarçoveya van operasyonan de hinek qad dagir kirin, demografyaya herêmê guherand û rê li ber koçberiyê vekir.  Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi sedan jîngehên gelê suryan rastî êrişan hatin. 
 
JIYANA SURYANAN TALUKEYÊ DE YE
 
Ji 19’ê cotmehê heya îro ji bajarokê Amûdê heya Dêrikê, gelek jîngeh û binesaziya gelek herêman (bîrên petrolê, îstasyonên sotemeniyê, navendên hilberîna ceyranê, depoyên genim, dibistan, nexweşxane û kargeh) hatine hedefgirtin. Ji ber vê yekê jiyan û pêşeroja suryanên li gund û bajarên Qamişlo, Hesekê, Kahtaniyê, Dêrik, Til Temîr dimînin di talukeyê de ye. Di bin Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gel û baweriyên cuda yên suryan, kurd, ermen, ereb bi hev re dijîn. Ev gel jîngehên xwe bi hev re birêve dibin, bi derfetên xwe û piştgiriya hêzên navneteweyî têkoşîna hebûnê didin. 
 
AKP AŞTIYA CIVAKÎ TUNE KIR
 
Ev rêveberiya heyî di Rojhilata Navîn de ji bo modêla Xweseriya Demokratîk çavkanî û pêşeng e lê belê ji hêla dewletên statûkoparêz ve ji holê tê rakirin. Ev siyaseta înkarê ku nirxên mirovahiyê binpê dike, ji sed salan zêdetir e ku li dijî gelê suryan tê meşandin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî hovîtiya DAIŞ û hêzên cîhadîst ên ku Tirkiye çek dide wan, berxwedaneke mezin raber dikin û hebûna xwe diparêzin. Gelek piştgiriya Amerikayê û dewletên Ewropayê jî çêbû. Lê belê Hikûmeta AKP û MHP'ê naxwaze nasnameyên cuda, rêveberiyeke demokratîk pêş bikeve, dixwaze li gor berjewendî û feraseta xwe ya nijadperest herêmê veguherîne qada pevçûnê. Ji ber siyaseta dijbertî û cudakirinê, aştiya civakî ji holê tê rakirin. Ji ber polîtîkayên şer ên hikûmeta Dewleta Komara Tirkiyeyê tu ewlehî û aramiya suryan û filehan li Tirkiye û welatên cînar de dijîn nemaye. Ji ber vê sedemê em wek Yekitiya Suryanan a Ewropayê di serî de ji Dewletên Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî, NATO’yê dixwazin ku ji bo parastina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikevin nava liv û tevgerê û piştevaniyê bikin.”
 
* Rojnamevan
 

Sernavên din

25/04/2024
22:52 CPT vê carê jî xist stuyê DMME'yê
20:32 Li Colemêrgê 4 ciwan hatin tahliyekirin
18:56 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
18:54 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê serbest hat berdan
17:45 DEM Partî piştgirî da Şenyaşaran: Ev daxwaz bang li wijdanên me tevan dike
17:10 Îfade wergirtina rojnamevanan temam bû: Tu çima tev li civîna çapemeniyê bûyî?
16:38 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê hate binçavkirin
16:37 Dozger xwest ku doza derbarê Şenyaşar de hatiye vekirin bê betalkirin
16:14 Rojnamevanên şahid tundiya polîsan vegotin
15:56 4 kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin cezakirin
15:48 Dozger xwest rojnameger Kartal bê cezakrin
15:43 Li gorî girteka polîsan pirtûka Kişanak qedexe ye! | HATE NÛKIRIN
15:36 Li Amedê cînayeta kar
15:23 Li Qoserê hejmara binçavkiriyan derkete 30’an
14:45 Dozgerî ji bo 10 rojnamegeran ceza xwest
14:40 Karûbarên îfadeyê yên rojnamegeran dest pê kir
14:34 Hesaba X’ê ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê hate astengkirin
14:32 Êrişên li dijî Çapemeniya Azad dê li Ewropayê werin protestokirin
14:09 OHD û Dev Yapi-Îş: Kardêr û rêveberiya herêmî ji mirina 29 karkeran berpirsyar in
14:01 Tirkiye sînora Biradost û gundên Efrînê bombebaran dike
13:52 DEM Partiyê ji bo 1’ê Gulanê bang kir
13:37 Banga ji bo 1’ê Gulanê: Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi Taksîmê ve
13:30 DEM Partiyê bersiv da wezîr Tunç: Dev ji talîmatdayîna darazê berdin | HATE NÛKIRIN
13:14 64 kes bertek nîşanî qedexeya 1’ê Gulanê ya Taksîmê dan
13:00 Gefên li dijî Serokê Baroya Amedê Eren weke ‘rexne’ parast
12:38 Berteka li dijî binçavkirinan: Kameraya me dê kişandina heqîqet ê bidomîne | HATE NÛKIRIN
12:33 ‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hate taloqkirin
12:10 CPT’ê ji bo tecrîda li Îmraliyê got: Em rewşê ji nêz ve dişopînin
11:40 Di doza qezaya trenê ya Çorluyê de biryar hate dayîn
11:39 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê dîsa serlêdan kirin
11:30 AYM’ê ji bo serlêdana Can Memîş biryara binpêkirinê da
11:16 Li Mûşa ku AKP’ê digot ‘bêdeyn e’ 890 milyon lîre deyn heye!
10:59 Rojnameger ev 3 roj in binçavkirî ne
10:15 Girtiya di çalakiyê de: Em xeleka berxwedaneke li cîhanê belav bûyî ne
09:48 Cûdî û Gabar jinûve hatin qedexekirin
09:40 Kurê Makbûle Ozerê: Dema mijar dibe kurd hiqûq ji holê radibe
09:33 Li Qoserê 2 kes hatin binçavkirin
09:13 Berdana Ceylan a 32 sal in girtî ye cara 6’emîn hate taloqkirin
09:00 Asayîşa PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 184 roj in agahî jê nayên girtin
09:00 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiya xwe didomînin
09:00 Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 Bijîşk koç dikin, krîza randevûyê kûrtir dibe
09:00 Tecrîda mutleq a li Îmraliyê ket meha 38'an
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2024’AN
24/04/2024
22:50 Mîhrîcana Şanoyê di roja 7'an de ye
21:05 Avêtina ser DEM Partiyê bi dawî bû: Wêneyên jinên hatinq etilkirin avêtin erdê
19:23 Şenyaşar a ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Di bin vê zilmê de bimînin
19:14 OHD û ÎHD çûn serdana kedkarên çapemeniya azad
19:11 Li Mêrdînê êrişên li dijî çapemeniya azad hatin şermezarkirin
17:04 Parêzeran bi rojnamegeran re hevdîtin kir: Delîlên li maleke din ji bo rojnamegeran nivîsandin
16:36 Şanoger Sadeghî: Kurdan xwest bi rêya govendê mîtolojiyê zindî bigirin
16:31 Parêzer û malbatan bertek nîşanî mutalaaya dozger dan
16:08 Sîvrî ku di Komkujiya Madimakê de 2 zarokên xwe winda kiribû wefat kir
16:07 Telefona kesê bombevan anîne hatiye guhdarkirin
15:44 Sendîka li Taksîmê ne: Em biryara walîtiyê nas nakin
15:42 Qirkirina Ermenan 109 sal li pey xwe hişt: Qirkirinê qebûl bikin û lêborînê bixwazin
15:32 Serdegirtina studyoyên televizyonê ser daxwaza Fransayê pêk hatiye
15:24 Polîsan li Êlihê bi ser avahiya DEM Partiyê de girtin
15:16 Ji bo 2 kesên Soylu hedef nîşandabû cezayê muebbetê hat xwestin
15:13 Seroka Giştî ya DÎSK’ê: Peywira walîtiyê ne nîşandana cih, parastina ewlehiyê ye
14:19 Girtina Makbule Ozer hate protestokirin
13:57 Di Doza Komkujiya Garê de ‘sûcê li dijî mirovahiyê hatiye kirin’ tune hat hesibandin
13:54 ‘Em şahidê rojnamevaniya wan in, hempîşeyên me berdin’
13:14 Turkoglû: Ji bo azadiya xwe em ê piştevaniya jinê mezin bikin
12:41 Li Colemêrgê li dijî madenan çalakî hate destpêkirin
12:25 Dema binçavmayînê ya rojnamegeran hate dirêjkirin
12:12 Êrişa li dijî Çapemeniya Azad li gelek bajaran hat protestokirin
12:09 Ji bo Qirkirina Ermenan banga ‘hevrûbûnê’ hat kirin
12:08 Li Îskenderûnê di 3 konteynirên weke polîklînîk dihatin bikaranîn de şewat derket
11:11 Li Mereşê zarokek hate qetilkirin
11:09 Tehliyeyên Kudat û Guner ên 32 sal in girtî ne bi keyfî tên taloqkirin
11:08 Li Dêrsimê 2 kes hatin girtin
10:43 Gundên Şehba û Minbicê tên bombebarankirin
10:40 Bakirhan: Encamên hilbijartina banga ‘ji şer na’ ye
Hatîmogûllari: Gel guhertin vebijart
10:36 Derket holê ku tercumanê ATK’ê yê ji bo Ozerê rapor daye peywîrdarê ewlehiyê ye!
10:07 Quntarê Qerejdaxê bi rengên biharê xemilî
09:29 Ji ber ku pêlavên xwe dernexistin der barê girtiyan de lêpirsîn hat destpêkirin
09:28 Serlêdanên ji bo Pêşbirka Çîrokan a Huseyîn Denîz dest pê kirin
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed 183 roj in agahî nayên girtin
09:09 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:08 Şanogerê kurd Sadeghî: Bingeha şanoyê demokrasî ye
09:00 Rojnameger Karwan: Deriyê Hewlerê ji dagirkeriyê re hat vekirin
09:00 Ji bo kurê xwe yê ketiye tora tiryakê banga piştevaniyê kir
09:00 Krîza aborî bandor li îsota Rihayê jî kir
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2024’AN
08:26 Li Pasûrê çawişekî pispor gef li ciwanekî xwar
23/04/2024
21:43 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê di roja 6'an de ye
19:13 DEM Partî û HDK: Çapemeniya kurd teslîm nabe
19:08 Bakay ê ku piştî 30 salan hat berdan bi girseyî hat ziyaretkirin
17:22 Şenyaşar: Erdoganê dozê li min vekiriye çima faîl negirtin?
17:02 Ji ber binçavkirina rojnamegeran îtîraz hate kirin
16:14 KNK: Şerê nû yê Erdogan, ser Rojhilata Navîn gef e
15:42 Dayik û zaroka xwe ji madeya AYM’ê betal kiribû xistin girtîgehê
15:39 Bertekên li dijî binçavkirina rojnamegeran didomin
15:03 Rojnameger: Çapemeniya kurd tu carî bêdeng nema
14:52 Serlêdana DÎSK’ê ya ji bo Taksîmê hate redkirin
14:51 Li Amedê girtina Makbûle Ozerê hate protestokirin
14:45 Hatîmogûllari ji bo ‘Destûra Bingehîn a Demokratîk’ bang kir
13:53 HDK, DBP û DEM Partî: Em li cem Çapemeniya Azad in
13:48 Ji bo parêzerên rojnamegeran biryara bisînorkirina hevdîtinê hate dayîn