Peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ya nû: Kêr dikare were dayîn!

  • rojane
  • 11:21 29 Mijdar 2022
  • |
img

ENQERE - Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê di nav de dayîna kêran jî, gelek tişt girêdayî peywira Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hatin kirin. 

 
Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger di çarçoveya êrişên desthilatdariyê yên li dijî Çapemeniya Azad de, di 25’ê cotmehê de hatin girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Rojnamegeran, binpêkirinên li girtîgehê nivîsandin. 
 
SERDEGIRTINÊN QAWÎŞAN 
 
Binpêkirinên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ku rayeyên nû dane Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê wiha ne: 
 
* Lêgerînên li qawîşan ku mehê carekê dihatin kirin, êdî hefteyê 1-2 caran tên kirin. Di dema lêgerînan de hemû alavên girtiyan (bincil jî di nav de) tên belavekirin. Alav û cilên girtiyan diavêjin erdê yan jî tên desteserkirin. Çopên li qawîşê jî dirijînin erdê. 
 
SEPANÊN BIÇÛKXISTINÊ
 
* Lêgerînên ser girtiyan êdî gihiştine asta tacîzê. Pêlav tên derxistin, li nava pora girtiyan tê nihêrtin, goreyên wan tên derxistin û sepanên biçûkxistinê tên ferzkirin. Rewşa behsa xeberê gihiştiye asteke wisa ku êdî binkirasê girtiyan radikin û dest didin navrahnê. 
 
* Ev demekî dirêj di qawîşan de guhertin nayên kirin. Serlêdanên hinek girtiyan ev 4 sal in nayên bersivandin. 
 
* Qursên tembûrê û inglîziyê bi hinceta ku daxwaza gelek nîne nayên vekirin. 
 
BERDANA 9 GIRTIYAN TÊ ASTENGKIRIN 
 
* Berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye bi rapora ‘halê wî baş nîne’ ya Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tê astengkirin. Berdana 9 girtiyên jin jî bi vî awayî tê astengkirin. Girtiyan, zexta ‘poşmantiyê’ red kirin û ev yek weke sedema astengkirina berdana wan tê nîşandan. Girtî, ji bo ku bersivê nedin pirsên ku raste rast girêdayî bîrdozî û raman, naçin cem lijneyê. Îcar jî lijne, bi vê hincetê nahêle girtî werin berdan. 
 
LÊPIRSÎNA SILAVÊ! 
 
* Derheqê gelek girtiyan de bi sedemên keyfî û di çarçoveya ‘îfadeyên’ xebatkarên girtîgehê de lêpirsîn tên destpêkirin. Silavkirina hev, strîna stranên kurdî, pîrozkirina Newrozê, çêkirina rêçalê û hwd. weke hinceta lêpirsîna tê nîşandan. Qedexeye ku girtî li korîdoran silavê bidin hev! Bi hinceta ku di dema hevdîtinan de silav dane malbatên girtiyên din, derheqê hinek girtiyan de lêpirsîn hatin destpêkirin. 
 
* Hevdîtinên vekirî mehê carekê tên kirin û gardiyan bi qasî ku axaftinan bibihîsin di nava maseyan de digerin. 
 
BISÎNORKIRINA NAMEYAN
 
* Postayên di nava girtîgehê de (posteya hundirîn) êdî bipere ne. Şert danîn ku li girtîgehê name cuda û kargo cuda bên şandin. Hejmara nameyên di nava zerf de hatin bisînorkirin. Hat qedexekirin ku du girtî nameyên xwe di nava heman zerfê de bişînin. 
 
* Fatûre pir zêde tên û girtiyan neçar dikin ku heqê wan bidin. Mezaxtin bi ‘şêweyê pîşesaziyê’ tê hesabkirin û ji hesabên girtiyan di navbera 400 û 500 TL’an de pere tê birîn. 
 
* Kovaran qet nadin û pirtûk jî bi mehan piştre didin. 
 
PIRSGIRÊKA HEVDÎTINA SER TELEFONÊ 
 
* Ji bo lêgerîna bidîmen, kabînên telefonan li qawîşan hatine bicihkirin lê ev hevdîtin bêpirsgirêk nayên kirin. Di dema hevdîtinan de gelek caran qutbûn çêdibe. Her wiha girtiyên siyasî nikarin ji mafê hevdîtina bidîmen sûd bigirin. 
 
* Rûberên ku girtî di çarçoveya pêwîstiyê de bi derfetên xwe çêdikin, mînder û alavên din, bi hinceta ‘ji derveyî armancê tên bikaranîn’ tên desteserkirin. 
 
LI QAWÎŞAN RÊ LI BER TACÎZÊ VEDIKIN 
 
* Di hundirê qawîşê û pacên hewadariyê (paceyên ku gardiyan û rêveberiya girtîgehê hundirê qawîşan dibînin) bantên caman ên reş hatine xistin û bingeh ji tacîzê re hatiye amadekirin. 
 
SEKINANDINA LI ODEYA ÇAVDÊRIYÊ 
 
* Girtiyên ku roja ewil anîn girtîgehê yan jî ji girtîgeheke din hatiye sewqkirin, bi rojan li odeyên dengkî tî û birçî tên hiştin, pêdiviyên wan ên jiyanî nayên pêşwazîkirin û di sermayê de dimînin. Rojnamegerên jin ên mehek berê hatin girtin jî du rojan li van odeyên demkî (odeya çavdêriyê) hatin ragirtin, tî û birçî hatin hiştin û pêdiviyên wan ên jiyanî nehatin pêşwazîkirin. 
 
* Rêveberiya girtîhê bersiva ‘ez ê mewzûatan li gorî xwe şîrove bikim’ dide girtiyên ku li dijî sepanên keyfî yên girtîgehê derdikevin. 
 
FERZKIRINA LÊGERÎNA TAZÎ
 
* Di ketina girtîgehê de îşkenceya lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê sepanê derdikevin, gef lê tên xwarin û tên derbkirin. Dema tê gotin ku lêgerîna tazî sûc e, ev bersiv tê dayîn; ‘Divê em lê binêrin bê ka li ser laşê we şopên derbkirinê, birîn û cebrê hene yan na.’ 
 
* Zext li girtiyan tê kirin ku tiştên divê rêveberiya girtîgehê pêşwazî bike û alavên xwemîrî yên qawîşan ji kantînê ji kîsê xwe bikirin. Dema girtî dibêjin hewceye rêveberiya girtîgehê bikire jî, alavên behsa xeberê bi rojan an jî bi hefteyan piştre tên dayîn. Ev alav gelek caran pir kêm tên dayîn. 
 
* Dema girtî daxwaza mase û kursiyên ji bo xwarinê dikin ev bersiv tê dayîn; ‘xwarina xwe li erdê bixwin.’ 
 
* Li gel ku daxwazeke wan nabe jî girtiyên ku nû anîne girtîgehê di bin navê ‘hevdîtina bi midûr re’ de dibin Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê. Di van hevdîtinan de pirsên şexsî ji girtiyan tên kirin. 
 
GIRTIYAN ACIZ DIKIN 
 
* Rêveberiya girtîgehê gelek caran girtiyên nû hatine girtîgehê aciz dike. Têkildarî çendek derfetan de (perwerde, ol, pîşe û hwd.) forman tînin û dixwazin tije bike. Jê tê pirsîn bê ka ji kîna dînî ye. Her wiha dibêjin; ‘Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê dixwaze bi we re biaxive’ û girtî bêyî ku daxwazeke wan çêbibe derdixînin pêşberî lijneyê. 
 
* Li girtiyên nû tê ferzkirin ku qertên nasnameyan ên ku rêveberiya girtîgehê amade kirine bi xwe re bigerînin. 
 
* Dema ku daxwaz an jî pirsgirêkeke herî biçûk a girtiyan çêdibe, jê tê xwestin ku daxwaznameyê binivîse. Bi rojan piştre bersiva daxwaznameyê jî tê dayîn. 
 
* Li gel ku girtî daxwaza hejmara daxwaznameyên şandina derveyî girtîgehê (dozgerî, wezaret, midûriyeta giştî ya girtîgehan, dadgeriya înfazê) dikin jî, nayên dayîn. Lewma jî heta bersiva daxwaznameyan neyê dayîn, girtî nizanin bê ka daxwaznameyên wan gihiştine binecihiyê yan na. 
 
* Alavên xerab ên elektronîk (semawir, radyo û hwd.) bi hinceta ku ‘belgeya peywirdar’ nîne nayên çêkirin. 
 
BIHABÛNA QANTÎNÊ 
 
* Di rojên qantînê de her tişt pir biha tê firotin û tiştên pir bêqelîte tên firotin. Di gelek berheman de tenê cureyek heye. Rewşên taybet ên jinan tên paşguhkirin û tenê cureyekê petan tê dayîn. 
 
* Di kişandina wêneyan de hejmar bi 3 kesan hatiye bisînorkirin. Qedexeye ku wêne li cihên ku pêlekan û cax lê xuya dikin bên kişandin. Her wiha di dema hevdîtinên vekirî de destûr nayê dayîn ku wêne bên kişandin. 
 
* Berhemên weke zemq û bantê nayên dayîn. Nahêlin alavên ku diriyayîn an jî xerab bûyîn bên çêkirin. Girtî, dixwazin pirtûkên xwe yên di dema lêgerînan de hatine dirandin bi malêzê dîsa çêbikin lê bi îdiaya ku di nav de alkol heye tê astengkirin û derheqê girtiyan de lêpirsîn tê destpêkirin. Bi vê sedemê salek ceza li girtiyekî hat birîn. 
 
KOTAYA ZILAM JI BO CIL Û BERGAN DANÎN
 
* Ji ber ku kotaya cil û bergan li gorî girtî/hikûmxwarên zilam hatiye diyarkirin,  rewşên taybet ên jinan tên paşguhkirin. 
 
* Alavên paqijiyê yên ku divê serê mehê bidin girtiyan, di dawiya mehê de tên dayîn. 
 
* Heta demekî dirêj nahêlin girtiyên nû yên hatin girtîgehê tev li çalakiyên civakî bibin. Hevdîtin nayên kirin û ji bo vê sedemek jî nayê nîşandan. 
 
ÇALAKIYEKE CIVAKÎ TUNE YE
 
* Ev meheke nahêlin rojnameger tev li çalakiyên civakî yên weke sihbet, spor û hwd. bibin. Dema daxwaz tê kirin jî wiha tê gotin; ‘dê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê biryarê bide.” Lê belê bersiveke nivîskî nadin vê daxwazê. 
 
BERIYA LIJNEYÊ YEK GAV NAYÊ AVÊTIN
 
* Biryarên rêveberî û xebatkaran jî di nav de, hemû rayeyên girtîgehê niha dayîne destê ‘Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê.’ Bêyî biryara lijneyê, li girtîgehê yek gav nayê avêtin. Weke mînak; lijne biryarê dide bê ka kêra ji bo mitbexê hewce dike û ji kantînê tê kirin dê bidin girtiyan an na. 
 
* Dan û standina bi çavdêriya rêveberiya girtîgehê di navbera qawîşan de tê kirin, bi hinceta ‘qedexeyê’ tê astengkirin. Nahêlin alavên zêde yên weke televîzyon, sarinc, semawir û hwd. ên li qawîşên din ku pir bihane bidin qawîşên din. 
 
* Prûzên li beşa xwaringeha qawîşê naxebitin. Ji ber vê jî mimkin nîne ku alaveke teknolojîk li qadên hevpar bê bicihkirin. Tê ferzkirin ku televîzyon, sarinc û semawir li odeyan bên bikaranîn. 
 
* Li girtiyên tên berdan ferz dikin ku tevahiya alavên xwe bi xwe re bibe. Destûrê nadin ku girtî alavên xwe yên weke televîzyon, sarinc û hwd. bide girtiyeke din. 
 
ZEXTA TEDAWIYA BIKELEMÇEYÊ 
 
* Dema girtî diçin nexweşxaneyê, tedawiya kelemçekirî lê tê ferzkirin. Dema girtiyan dibin nexweşxaneyê, leşker jî bi girtiyan re di odeya miayeneyê de dimînin. Di dema sewqa nexweşxaneyê de leşker heqaretan li girtiyan dikin. 
 
* Her wiha mafê hevdîtinê yê girtiyan jî tê binpêkirin. Navên hevalan ên ji bo hevdîtinê hatine nivîsandin, bi sedema ‘ewlehiyê’ rastî lêpirsînan tên. Navên ku ji bo hevdîtinê di lîsteyê de hatine nivîsandin, ji ewil bo emniyetê tên şandin û bi mehan li benda bersiva lêpirsîna ‘ewlehiyê’ dimînin.” 
 
MA / Berîvan Altan
 

Sernavên din

10:00 Halîse Aksoy hate berdan
09:48 Çapemeniya DYA’yê: Îsraîlê li Îranê xist
09:47 ‘MEB bi projeyên cuda cemaet û îstîxbaratê têxe nava dibistanan’
09:30 Li çiyayên bilind ên Pasûrê dema giyayê Zuzaxê ye
09:28 Deynê Şaredariya Bajaroka Ziyaretê 36 milyon e: Xizmeta nehatiye kirin
09:15 Rojnameger Silêman Ehmed 178 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:10 Çalakiya girtiyên siyasî ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:09 Çalakgerên Nobeda Edaletê: Wê têkoşîn bidome
09:02 'Çareseriya pirsgirêkên sed salan paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'
09:01 Mizgîndêrên biharê berfîn vekirin
09:00 ROJEVA 19’Ê NÎSANA 2024’AN
08:39 Endamên Komîsyona Îlîçê ya Meclisê di Rojnameya Fermî de ne
08:38 Li Kenyayê qezaya helîkopterê: Serfermandarê artêşê û 10 leşker mirin
08:28 Li dijî Kobanê bi SÎHA’yan êriş hate kirin
08:27 Amerîkayê endamtiya Filistînê ya NY’yê veto kir
18/04/2024
23:04 9’emîn Mihrîcana Şanoya Amedê dest pê kir
20:34 Erdogan, hevdîtin bi serokê AYM'ê re kir
20:09 Şaredariya AKP’î xweliya komirê rijand çem
19:37 DEM Partî û OHD çûn serdana Emîne Şenyaşarê
19:33 Jinan ji Amedê bang kir: Em ê li dijî feraseta serdest têbikoşin
19:31 Li Tokatê erdhej çêbû
16:16 Derket holê ku 5 stûnên hotêla 21 kes lê miribûn kêm bûn
16:01 Li Amedê qeza çêbû: 2 jê zarok 10 kes birîndar bûn
15:56 Di lêpirsîna ‘îhaleyê’ ya MEB’ê de 3 kes hatin binçavkirin
15:42 Peykerê jina ku Beyoglû yê AKP’î rakiribû jinûve hate danîn
15:17 Rêveberiya Xweser bi hikûmeta Şamê re hevdîtin kir
14:59 Qeyûmê Êlihê li pey xwe 3 milyar û 53 milyon û 970 hezar TL deyn hişt
14:59 Li Wanê ji bo mitînga herêmî ya 1’ê Gulanê bang hate kirin
14:45 Rêveberiya AKP’ê wesayitên şaredariyê ji hev kirine
14:36 Ji ber şopandina tacîza çawişê pispor gef li Baroya Şirnexê hatin xwarin
14:29 Di kolandina qaçax de 3 kesan jiyana xwe ji dest da
14:11 AKP’iyên bi dengên veguhestî hatin hilbijartin hevdu bi ‘karên qirêjî’ sûcdar kirin
14:10 Derbarê rojnamevan Gultekînê de biryara beraetê hate dayîn
12:56 Serokwekîlê koma CHP’ê yê nû diyar bû
12:42 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:47 Ji ber hezazê rêya di navbera Wan-Geverê de hate girtin
11:45 Talana AKP’iyan li ser bîllboardan hate teşhîrkirin
11:22 Salek cezayê hefsê û 17 hezar lîre cezayê pere li rojnamevan Yalçin hate birîn
11:05 MYK’a DEM Partiyê civiya
11:00 Kolberek hate qetilkirin kolberek jî winda ye
10:52 Têkildarî tecrîda li Îmraliyê bi CPT’ê re hevdîtin hate kirin
10:37 Leşkerê ji ber êrişa zayendî hate girtin parastina ‘ez mirovekî rêzdar im’ kir
10:37 Turnuvaya Gulistan Dokuyê: Em ê li dijî şerê taybet dakevin sehayan
10:13 Di doza Remziye Bor de li benda biryara AYM’ê ne: Divê nebe dosyaya kiryarnediyar
10:04 Qeyûm ji bo mitînga Erdogan û diyariyan 8 milyon û 886 hezar lîre xerc kiriye
09:39 Axtamara bi biharê re xemilî
09:29 Ozûgûrlû: Roja ku çarenûsa vê erdnîgariyê ji aliyê mirovên vê erdnîgariyê ve bê diyarkirin wê pirsgirêk nemînin
09:23 Bertek nîşanî projeya 'zarokan' a MÎT'ê dan: Perwerde karê perwerdekaran e
09:06 Dê rojên ‘Diyaloga bi Ocalan re’ ya navneteweyî bên lidarxistin
09:04 Dayikên Aştiyê yên Êlihê: Çalakiya girtiyan peyama 'tevbigere' ye
09:03 Rojnamevan Oynaş: Li girtîgehê li hemberî zextan berxwedan zêde bûye
09:02 Rojnameger Silêman Ehmed 177 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 144 roj in di çalakiyê de ne
09:01 ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2024’AN
08:53 Piştî erdhejê li Tokatê navber dan perwerdeyê
17/04/2024
22:55 Li Şengalê pîrozbahiyên Cejna Çarşema Serê Nîsanê
20:55 Êrişî Binarê Qendîlê hat kirin
20:30 Li Cenevreyê bang li CPT'yê kirin: Dawî li îşknecya tecrîdê biînin
19:06 Çalakiya Emîne Şenyaşarê di roja 78'emîn de didome
17:12 Di Doza Kobanê de kes nehate berdan
16:55 Deynên qeyûmê Misircê bi bilboardê ve hatin daliqandin
16:39 Sirri Sureya Onder di rûniştina Meclisê de aciz bû
16:17 Hizbullaha Lubnanê bakurê Îsraîlê bombebaran kir
16:12 Li Hezexê pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor a rengîn
16:11 Bafil Talbanî: Dê hilbijartin di dema xwe de werin kirin
16:00 Qeyûm 2 roj berî hilbijartinê hemû qeydên kamerayan da jêkirin
15:52 Li Colemêrgê 3 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin îlankirin
15:51 Serokê AKP’î 4 karan dikir: Ji kar hate girtin
15:50 Parêzer û malbata Abdullah Ocalan li KE’yê ne: Hûn dikarin vê bêhiqûqiyê rawestînin
15:28 Bi rojan e agahî ji Weliyê ku dîmenên wî yên îşkenceyê derketibûn holê nayê girtin
15:27 YSK’ê îtîrazên Hatay û Orduyê red kirin
15:20 Berdana Rozerîn Kalkanê 11 mehan hate taloqkirin
14:59 Li Wêranşarê cara ewil Çarşema Sor hate pîrozkirin
14:54 Li Sudanê pevçûn: 25 sivîl hatin kuştin
14:14 Erdogan: Desthilata tekane serokkomar e
13:46 Doza Kobanê: 13 siyasetmedarên girtî tev li danişînê nebûn
13:45 Li Ûmmanê lêhî: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
12:54 Wezîr Işikhan: Di meha tîrmehê de dê mûçeya kêmtirîn nayê zemkirin
12:27 Gardiyan gef 'îşkenceyê' li girtiyên jin xwarin
11:12 Qedexekirina ‘Bêrûyê’ bêhiqûqî hate dîtin
10:49 Îsraîlê êrişî Xezayê kir: 18 kes jiyana xwe ji dest dan
10:39 Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’
10:24 Li Giyadînê Hevserokê DEM Partiyê hate binçavkirin
10:23 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Doza Kobanê dikare veguhere firsendeke dîrokî
10:16 KNK: Çarşema Sor jî xwedî taybetmendiyek dînî, civakî û dîrokî ye
09:10 Rojnameger Silêman Ehmed 176 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:08 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 143 roj in di çalakiyê de ne
09:06 Parêzer Kaya: Em ê ji bo Abdullah Ocalan serlêdanên nû bikin
09:04 Qeyûmên Mêrdînê 3 milyar û nîv TL deyn li dû xwe hiştin
09:02 Saziyên hiqûqê yên Rihayê: Bêhiqûqiya li girtîgehan pirsgirêka me hemûyan e
09:00 ROJEVA 17’Ê NÎSANA 2024’AN
08:56 Ketina Kato ji bo 15 rojan hate qedexekirin
16/04/2024
22:03 Ji jinan banga xweparastinê
19:24 Şenyaşarê tevî astengiya polîsan çalakiya xwe berdewam kir
19:22 YSK'ê îtîrazên ji bo 2 bajar, 11 navçe û 7 bajarokan red kir
18:09 Muhammed Orhan ê bûye remza berxwedana Wanê hate berdan
17:53 5 meh cezayê hefsê dan Leyla Guvenê
15:46 Li Amedê qezaya trafîkê: Mirî û birîndar hene!
15:32 Piştî hilbijartinê anketa nû: AKP li paş ket
15:04 Hamas: 33 hezar û 843 kes mirin