AYM’ê têkildarî qetilkirina Mesût Îlkbahar biryara binpêkirinê da
Welatiyê bi navê Mesût Îlkbahar, ji hêla cendirmeyan ve hatibû qetilkirin û cendirmeyan îdiaya “di nava pevçûnê de ma” kiribû. AYM’ê, got ku mafê jiyanê yê Îlkbahar, ji hêla usûlê ve hatiye binpêkirin.
- 11:59
Bernameya Newrozê ya Anatoliyaya Navîn diyar bû
Bernameya Newrozê ya bajarên Anatoliyaya Navîn diyar bû. Dê Newroz di 21-22’yê Adarê de bên pîrozkirin.
- 11:43
Di doza Temer Temel de daxwaza bultena sor hate redkirin
Di danişîna doza Temer Temel de ku di 7’ê Gulana 2023’yan de li Elkê hatibû kuştin, parêzeran xwest ji bo girtina faîlan bultena sor were derxistin lê ev daxwaz hate redkirin.
- 10:45
Li Îranê şer di roja 17’an de ye
Şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de di roja 17’an de didome. Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê bi daxuyaniyekê banga têkoşîna hevpar li hemû gelan kir.
- 10:33
Îsraîl: Li dijî Lubnanê operasyona bejahî hate destpêkirin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî Lubnanê dest bi operasyona bejahî kirine.
- 10:20
Li Şirnexê aşût hat xwarê: 40 rêwî asê man, ajokar bi giranî birîndar bû
Li Şirnexê aşût kete xwarê û 40 rêwî asê man. Di aşûteke din a li bajar de jî ajokarê TIR’ê bi giranî birîndar bû. Ji ber ku lehiyên rabûyîn jî herî kêm 50 sewal mirin.
- 10:14
Ji KCK’ê bîranîna Komkujiya Helebceyê
KCK’ê, di salvegera Komkujiya Helebceyê de hemû kesên ji hêla rejîma Sedam Hisên ve di komkujiyê de hatine qetikirin bi bîr anî.
- 09:47
Jinên tev li Newroza Îdirê bûn: Em dixwazin rêberê me azad bibe
Bajarê Îdirê ku bi rewşa xwe ya kozmopolît tê nasîn, duh bi coşeke mezin Newroz pîroz kir. Jinên tev li pîrozbahiyê bûn, piştgirî dan Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin: “Tekane daxwaza me, azadiya Abdullah Ocalan e.”
- 09:40
Azadiya Welat vê hefteyê bi manşeta ‘Newroza yekitiyê’ derket
Hejmara 10’emîn a Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Newroza yekitiyê” derket pêşberî xwînerên xwe.
- 09:38
Rêberê Dêrê Guvener ji bo Newroza Amedê banga tevlibûnê kir
Rêberê Dêra Protestan a Amedê Ahmet Guvener, bal kişand ser girîngiya dîrokî ya Newroza Amedê û diyar kir ku tevlîbûnekê xurt a ji bo Newrozê, dê bibe tevkariyekê mezin ji bo pêvajoya aştiyê.
- 09:24
Ji meteorolojiyê hişyariya barînên zêde
Midûriyeta meteorolojiyê ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya barana zêde kir.
- 09:15
Erbay: Divê pêvajo bi gavên demokratîk û aboriyê ve were xurtkirin
Serokê Lijneya Rêveber a DOGUSÎFED’ê Muslum Erbay got: “Pêvajoya aştiyê ji bo civakê girîng e, divê pêvajo bi gavên demokratîk û aboriyê ve were xurtkirin.”
- 09:08
Kamaç: Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd girîng e
Hevberdevkê Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Mehmet Kamaç, diyar kir ku Newroz ji bo yekitiya gelê Kurd xwedî cihekî girîng e û banga beşdariya xurt a Newrozê kir.
- 09:07
Komkujiya Helebceyê: Dema dengê balafiran dibihîsim hê jî dilerizim, ew roj qet bi dawî nebû
Kalswme Huseyn a ku ji Komkujiya Helebceyê ya bi gazên kîmyewî rizgar bûye, tevî ku 38 sal di ser re derbas bûne jî hêj ji bandora êrişê rizgar nebûye. Kalswme Huseyn got: "Hêj jî dema dengê balafiran dibihîsim laşê min dilerize, ew roj qet bi dawî nebû."
- 09:06
Şahidên Newroza Serhildanê: Amadekariya îro 34 sal berê hat kirin
Ahmet Başak ê ku di 'Newroza Serhildanê' ya sala 1992’yan de li Şirnexê birîndar bûbû, diyar kir ku îro bi saya berdelên Tevgera Azadiyê ya Kurd bi milyonan kes Newrozê pîroz dikin û got: "Amadekariya Newrozên ku îro tên pîrozkirin, 34 sal berê hat kirin."
- 09:05
Bernameya Newrozê ya Rojava aşkera bû
Komîteya Amadekar a Newrozê ya Rojava ragihand ku Newroza Îsal dê li 7 bajaran bi dirûşma “Bi rihê yekitiya neteweyî em ê agirê Newrozê geş bikin” were pîrozkirin.
- 19:20 15
Kampa Newrozê di bin avê de ma
Kampa Newrozê ya li Dêrikê ji ber barana ku ji duh ve dibare tijî av bû. Komîteyên rewşa awarte dest bi tesbîtkirina zeraran kiriye.
- 18:34 15
Pîrozbahî didomin: Bila ev Newroz bibe Newroza azadiya Abdullah Ocalan
Di pîrozbahiyên Newrozê yên li Semsûrê de ciwanan sema kirin. Di pîrozbahiyên li Sêrtê de jî peyama "Newroza te pîroz be Rêberê Gelê Kurd" hate dayîn.
- 18:17 15
Li Edeneyê şahiya Newrozê
Li Edeneyê ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve şahiya Newrozê hate lidarxistin.
- 17:09 15
Kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin bi bîr anîn
Platforma Saziyên Demokratîk, kesên di komkujiyên Helebce û Beyazitê de hatin qetilkirin, bi bîr anî.
- 16:54 15
Li Rihayê Meclisa Ekolojiyê hate avakirin
Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê bi çalakiyekê damezirandina xwe ragihand.
- 16:10 15
- 15:45 15