NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Mudaxilekirina Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR); di navbera mehên çile-hezîrana 2023’yan de li dijî rojnamegeran gelek caran hincetên bêbingeh ên weke “terorîzm”, “heqareta li dijî peywirdarên cemaweriyê”, “Heqareta li serokkomar” û “Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye” hatin bikaranîn.
Mudaxileya Lezgîn a Azadiya Çapemeniyê (MFRR) ku binpêkirinên li dijî çapemenî û azadiya çapemeniyê yên li dewletên endam û berendamên Yekitiya Ewropayê dişopîne, Rapora Şopandina Binpêkirina Çapemenî û Azadiya Çapemeniyê ya 6 mehên ewilî yên sala 2023’yan weşand.
Di raporê de hat gotin ku di navbera çile-hezîrana 2023’yan de li Tirkiyeyê 136 binpêkirinên azadiya çapemeniyê li dijî 172 kes an jî dezgehên çapemeniyê hatine kirin. Bi vê hejmarê re Tirkiye li gel Ûkraynayê, li parzemînê bû welatê herî zêde binpêkirina azadiya çapemeniyê lê hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku zextên li ser çapemeniya serbixwe di pêvajoya erdhejan de û di hilbijartinên meha gulanê de zêdetir bûne û hêj jî yek ji welatên herî zêde rojnameger lê girtî Tirkiye ye. Hat diyarkirin ku dema rapor hatiye weşandin, li Tirkiyeyê 21 rojnameger girtî bûn.
'TAWANBARIYÊN BÊBINGEH’
Bi domdarî di raporê de hat gotin ku hema hema nîviya (ji sedî 44.9) binpêkirinên azadiya çapemeniyê bi rêya darazê hatine kirin. Hat daxuyandin ku ji bo bêzarkirina rojnamegeran û bêdengkirina rojnamegeriya serbixwe, girtinên bi keyfî û tawanbariyên ji bo girtinê her tim tên kirin û hat destnîşankirin ku tawanbariyên bêbingeh ên weke “terorîzm”, “Heqareta li dijî peywirdarên cemaweriyê”, “heqareta li serokkomar” û “Gel ji bo kîn û dijminatiyê tehrîk kiriye” pir zêde tên bikaranîn.
ÊRIŞA SÎSTEMATÎK A LI DIJÎ ROJNAMEGERÊN KURD
Di raporê de hat gotin ku di meha nîsanê di encama operasyona li 21 bajaran de herî kêm 10 rojnamegerên kurd hatine binçavkirin û wiha dom kir: “Ev serdegirtin, beriya hilbijartinên meclis û serokkomariyê yên meha gulanê hatine kirin, di serî de rojnamegerên kurd, li dijî rojnamegerên ji bo feydeya cemaweriyê nûçeyan çêdikin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin.”
Her wiha hat gotin ku di dema erdhej û hilbijartinê de rojnameger rastî êrişên fîzîkî hatine û di gelemperiya van êrişan de tiliya hêzên ewlekariyê û cemaweriyê hebû.