Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min

  • rojane
  • 14:37 26 Cotmeh 2023
  • |
img

ENQERE - Siyasetmedara girtî Ayşe Yagci ku di Doza Kobanê de parastin kir, bal kişand ku bi dosyaya beriya 21 salan tê darizandin û wiha got: “Ev yek nîşan dide ku ev doz bi kîjan armancê hatiye amadekirin.”

 
Rûniştina çaremîn a danişîna 38’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hin siyasetmedarên girtî li eywanê amade bûn. 
 
Danîşîna îro bi parastina siyasetmedar Ayşe Yagci dest pê kir. Yagci, anî ziman ku tevî îdiayên derbarê wê de razber in jî 3 sal in girtî tê darizandin. Yagci, diyar kir ku bi nêzîkatiyeke pêşdarazî mutala hatiye amadekirin û wiha got: “Birêz şande binêrin em jî dixwazin bûyerên 6-7-8’ê cotmehê bên ronîkirin. Ez dibêjim werin em ronî bikin. Ji ber vê yekê biryarên hûn bidin ne tenê ji bo me ji bo demokrasî û hiqûqa Tirkiyeyê jî dê girîng be.” Yagci, î fadeyên derbarê xwe de qebûl nekirin û bal kişand ku bi îfadeyên du şahidên ku “eleqeya wan bi dosyayê nîne” hatiye girtin. Yagci, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêj ji aliyê dadgeha we ve nehatiye zelalkirin ku çima 6 sal piştî bûyeran hatim girtin. Ez ji ber şahid Ûlaş û Samî Baran hatim girtin. Her du şahidan jî yek gotinek jî negotiye ku ez ji bûyeran berpirsyar im. Di hinceta vê girtina min de yek îfadeyeke şahidekê nîne ku tev li bûyerên 6-8’ê cotmehê bûme. Ez careke din beyanên her du şahidan ên razber û ne rast qebûl nakim.”
 
‘DOSYAYA MIN A BERIYA 21 SALAN ANÎN PÊŞIYA MIN’ 
 
Yagci, diyar kir ku dosyaya wê ya aydê dozeke cuda ya beriya 21 salan derxistine pêşiya wê û ev tişt got: “Tevî ku derbarê min de tiştek nîne jî hûn qeyda min a sicîlê ya sala 2002’yan nîşanî min didin, ev yek jî li dijî hiqûqê ye. Bi vê bêwijdaniyê hiqûq piştî 21 salan hatiye binpêkirin. Dema hûn biryara didin divê ne bi pêşdaraziyê li gorî rêgezên gerdûnî yên hiqûqê biryarê bidin. Mejiyê desthilatê hewl dide me bi ser dosyayên me yên berê em jê dihatin darizandin bi darizîne. Di vê wateyê de dema hûn min dinirxînin girêdayî dosyaya min a beriya 21 salan min ne nirxînin. Ez paşeroja xwe înkar nekiriye û nakim jî. Lê derxistina pêşberî min a dosyaya 21 salan nîşan dide ku ev doz bi kîjan armancê hatiye amadekirin.”
 
‘HEMÛ XEBATÊN MIN QANÛNÎ NE’ 
 
Yagci, destnîşan kir ku temamê xebatên ku dimeşîne xebatên siyasî ne û ne sûc in û wiha berdewam kir: “Min her tim têkoşîna li dijî hişmendiyên zayendperest û desthilatdariyê esas girt. Di DTP’ê, BDP’ê û HDP’ê de xebatên min çêbûn. Ez li gorî bername û tuzuka van partiyan tevgeriyam. Tiştên ez dikim bi temamî di çarçoveya azadiya rêxistinkirinê û kirina siyasetê de ne. Bi temamî di çarçoveya qanûnan de mafê xwe yê rêxistinkirina demokratîk esas girtiye û xebitîme.” 
 
‘TIŞTA HÛN DIKIN BÊHIQÛQÎ YE’ 
 
Yagci, îşaret kir ku tu têkiliyên wê bi bûyerên 6-8’ê cotmehê nîne û ev tişt got: “Tevî vê yekê hûn mijarên hin dosyayên din esas digirin û dixwazin ji xala 302’yê ceza bidin. Derbarê min de yek delîl tune ye, delîlên ji bo başiya min jî we li ber çavan negirtin. Ji bilî vê we em li vir bi şahidên nepen dane teşhîskirin. Ne gazinker ne jî şahid min nas dikin. Şahidan gotin têkildarî 6-8’ê cotmehê de agahiya wan nîne. Tevî ku ev tişt hemû li holê ne jî neberdana min û hevalên min bêhiqûqî ye.”
 
Dadgehê navber da danişînê. 
 
 

Sernavên din

29/10/2023
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN
28/10/2023
19:31 TJA'yê li Mêrdînê kargeh li dar xist
19:18 Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan
19:15 Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin
16:02 Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin
15:54 ‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’
15:51 Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan
15:29 Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin
15:15 Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Tanhan sewqî Eskîşehîrê hat kirin
14:59 Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan
14:55 ‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’
14:54 Qurbaniyên Qetlîama Licê hatin bibîranîn: Divê doz bi demboriyê re neyê hiştin
14:00 ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî
13:52 Dîsa çalakiya Dayikên Şemiyê hat astengkirin
13:33 Ji 78 kesayetan ‘Banga Aştiyê’: Ji bo çareseriyê rola Abdullah Ocalan girîng e
13:06 Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin
12:53 Kaya yê HEDEP’î ku sîxûrtî lê hatibû ferzkirin hate binçavkirin
12:07 Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin
11:39 Komeleyên ziman: Divê di sedsala duyemîn a komarê de dawî li înkara kurd û kurdî bê anîn
11:00 PENa Kurd: Li dijî cezakirina mamosteyên zimanê kurdî bisekinin
10:50 Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da
10:25 Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin
10:24 Li gundên Şirnexê dorpêça leşkerî didome: Gundî sewalên xwe difiroşin û koç dikin
10:23 Alîgirên HUDA PAR’ê êrişî şaxa Starbucksê kirin
09:52 Ûysal: Em dikarin bi têkoşîneke topyekûn şerî rawestînin
09:51 Kesayet û jiyanek li ser şopa Xeyrî Dûrmûş: Îsa Kizil
09:08 Malbata penaberê winda serî li ÎHD'ê da
09:07 'Poşmanîtî' qebûl nekir berdana wî 9 mehan hat taloqkirin
09:07 Parlementerê HEDEP'ê: Tekane kesê dawî li şer bîne Abdullah Ocalan e
09:06 Girtiyê nexweş Îvrendî: Dixwazin cenazeyên me ji girtîgehê derkevin
09:05 Ji bo ajandaya partiya siyasî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' lêpirsîn
09:03 Bawer: Wêjeya zarokan ji bo siberoja zarokan xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 28'Ê COTMEHA 2023'YAN
27/10/2023
23:15 Îsraîlê daxuyand ku dê îşev 'tevgera bejahiyê berfireh bike'
22:47 Li Îranê 10 sal cezayê girtîgehê li du mamosteyên kurd birîn
16:40 Rapora Girtîgehên Êlihê: Girtî li erdê radizin, xwarina ji bo kesekî didin 3 kesan
16:15 Di doza kuştina karmend Mungan de li 4 kesan cezayê muebbetê hate birîn
16:03 Olûç: Divê Serokwekîlê Meclisê yê çêr kirin îstîfa bike
15:41 Komek nijadperest êrişî xwendekaran kirin
15:26 Heta niha li Xezeyê 7 hezar û 326 kes mirin e
15:20 Cenazeyê Zeren Ertaş a li wargeha dewletê jiyana xwe ji dest da hate veşartin
14:28 NY: Li Xezeyê pêdivî bi agirbestê heye
14:27 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê mirina Ertaş protesto kirin
13:54 Li Amedê herî kêm 13 ciwan hatin binçavkirin
13:19 Çêrên Adan ê MHP’î li girtekê nehat nivîsandin
13:18 Polîsan kartên hafizeya wênekêşê xera kirin!
13:14 Girtiyê ku tiliyên wî ketin ber berkazê nebirin nexweşxaneyê
13:08 Ji ber axaftina bi kurdî îşkence li girtî hat kirin
13:03 Nobeta ji bo Can Atalay hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome
12:51 Rayedarê firmaya ku tamîra asansorê kiribû hat binçavkirin
11:19 Dewleta tirk li Dêrikê malek bombebaran kir
10:51 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
10:40 Parêzerê Gultan Kişanak: Miwekîlên me bi biryarên siyasî girtî ne
10:28 Gelo binevser Kaya întîhar kir an hate kuştin?
10:15 Ciaccheri: Pêdiviya me bi azadiya Abdullah Ocalan heye
10:13 Koma Hevra jî bo berxwedana dayikan stran derxist
09:30 Li dijî êrişên li ser Rojava pêngava ekolojiyê: Wê 4 milyon dar deynin
09:16 ‘Kurd dixwazin xeber ji Abdullah Ocalan bigirin'
09:03 Li Girtîgeha Sîncanê hemû tiştên bi kurdî qedexe ne!
09:02 5 sal in ji bo wergirtina cenaze têdikoşin
09:01 Ozturk: Divê meseleya kurd jî wekî meseleya Filistînê esas bê girtin
09:00 Dayikên Aştiyê: Îsraîlê şermezar dikin, lê zarokên Rojava bombeberan dikin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2023'YAN
26/10/2023
22:35 Li Îzmîrê lîstika ‘Haylo Dîsa Tevlîhev Bû’ hat lîstin
18:55 Li Zanîngeha Dokûz Eylulê protestoya li dijî bihakirina fiyetê xwarinê
16:31 Girtiyê nexweş Cemal Tanhan felc bû
16:22 Rojnameger Ahmet Tulgar li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 HRW: Êrişên Tirkiyeyê bandor li 4,3 milyon kesan kir
15:14 HEDEP li Stenbolê amadekariyên kongreyê dike
15:13 Banka Navendî faîz zêde kir
15:13 Di hevdîtinên bûdçeyê de nîqaşa li ser ‘dijminatiya li kurdan’
14:48 Konferansa Ciwanan a Cîhanê dê di 3-5’ê mijdarê de bê lidarxistin
14:37 Doza Kobanê: Dosya min a beriya 21 salan anîn pêşiya min
13:52 Plana rantê ya erdê Girtîgeha Bûcayê hate betalkirin
13:12 Dadgerê doza erişa li dijî HDP’ê hate guherandin
12:44 Şahidê di doza rojnamegeran de lê hatiye guhdarîkirin: Min îfadeyên nedîtibûn îmze kirin
12:05 Derbarê Boltan de biryara anîna bi darê zorê hate dayîn
11:43 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:05 Li DYA’yê êrişa çekdarî: Herî kêm 22 kes hatin kuştin
10:27 Bi hinceta ‘li derî xistine’ cezayê disiplînê dan 10 girtiyan
10:24 Wezaretê zaroka êzidî radestî malbata DAIŞ’î ku ew revandine kiriye
10:07 Soyal ê 78 salî tevî rapora ‘ji sedî 91 astengdar e’ û di dilê wî de pîl heye jî hate girtin
10:06 Li Biradostê êrişî wesayîtekê hate kirin
09:52 Mexmûriyên di êrişa dewleta tirk de birîndar bûn: Divê cîhan vê derê jî bibîne
09:43 Li malbata penaberê winda geriyan: Di destê îstîxbaratê de ye, pereyan bidin bila vegere malê
09:21 Başalan: Bedena jinê qada şer nîne
09:18 Ûcaman: Konseya Çandiniyê ya Amedê hêzekî navxweyî ye
09:17 Gundê xwe yê hilweşiyayî bi ruhê komunal ji nû ve ava dikin
09:05 Ji bo Rûbarê Zorê bang kir: HES dê bibe sedema qirkirineke mezin
09:04 Bi ÇEDES'ê re li dibistanan ewlehiya zarokan nema
09:02 DBP amadekariyên konferanseke mezin dike
09:01 Dikandarên erdexanî û qersî: Krîza aborî bê demokrasî û edaletê çareser nabe
09:00 ROJEVA 26'Ê COTMEHA 2023'YAN
25/10/2023
21:06 Li Ewropayê çalakiyên konvedanê yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan didomin
17:02 Rapora MFRR’ê: Tawanbariyên bêbingeh gelek caran li dijî rojnamegeran hatin bikaranîn
16:26 ‘Kişanak dema girtîmayîna demdirêj temam kiriye lê çima nayê tehliyekirin?’
16:07 Şahidê îşkenceya li Zindana Amedê wefat kir
16:02 ÎHD’a Enqereyê: Di 3 mehan de 2 hezar û 292 binpêkirinên mafan qewimîne
15:58 Rêxistinên Ekolojî: Bila sûcê qirkirina ekolojiyê bibe qanûn
15:57 Rapora girtîgehên Marmarayê: Di mehan de 2 hezar û 491 binpêkirin