STENBOL - Nûnerê DÎSK’ê yê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû ku yek ji şahidên 12’ê Îlonê ye, diyar kir ku di 44 salên derbas bûyî de bêqanûnî zêde bûn. Efserê teqawîd Rahmî Yildirim jî wiha got: “Muhakeme, ûsûl û hiqûqa pergala darazê ya îro li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye.”
Di ser darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê re ku 650 hezar kes hatibûn binçavkirin, 230 kes hatin darizandin û ji 517 kesên hatin darizandin re cezayê darvekirinê hatiye birîn re 44 sal derbas bûn. Li gel darbeya ku Serfermandarê Giştî yê serdemê Kenan Evren pêşengtiya wê kir, rewşa awarte hate îlankirin. Di serî de partiyên siyasî û sendîka bi hezaran saziyên sivîl ên civakî hatin girtin. Di vê pêvajoyê de milyonek û 683 hezar kes hatin fîşkirin, li Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) 210 hezar doz hatin vekirin. Di van dozan de 7 hezar kes bi darvekirinê hatin darizandin, ji 517 kesan re cezayê darvekirinê hate birîn û ji van 50 jê hatin darvekirin.
Di îşkenceyên ku wê serdemê li girtîgehan û navendên binçavkirinê hatin kirin de 300 kesan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan û hate belgekirin ku 171 kes ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Tiştên li Girtîgeha Amedê ku bi îşkenceyan dihat zanîn û di lîsteya “10 girtîgehên herî bi nav û deng ên cîhanê” ya rojnameya The Timesê de cih girt, qewimîn di vê serdemê de pêk hatin.
Yek ji şahidên serdemê Nûnerê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Herêma Stenbolê Asalettîn Arslanoglû û Serokê Damezrîner ê Komeleya Mûxalîfên Leşker a Darbeyên Leşkerî (ADAM-DER) efserê teqawît Rahmî Yildirim têkildarî serdemê nirxandin kir.
GIRTÎGEH VEGOT
Arslanoglû yê di wan salan de di nav Partiya Komunîst a Şoreşger (TDKP) de cih digirt, diyar kir ku di pêvajoya darbeyê de li Lîseya Pîşeyî ya Avahiyê ya Stenbolê xwendekar bû. Arslanoglû, anî ziman ku di pêvajoya rêveberiya awarte û 12’ê Îlonê de nêzî salek û nîv di girtîgehê de hatiye ragirtin û pêvajoya girtîgehê wiha vegot: “Rojname parçe parçe dikirin û wisa didan. Ji ber ku nûçe jê dikirin. Ji ber vê yekê me nedizanî ka li Amed û Mamakê çi dibe. Ji ber mûameleya em pê re rûbirû diman me kêm zêde texmîn dikir. Li Dawidpaşa’yê hemû qawiş veguherandibûn pergala hucreyê, xwarin di biniya mazgalê de didan me. Bi vî awayî difikirîn ku rûmeta me ya mirovahiyê bişikînin. Îşkenceyeke zêde hebû. Îşkencekar ne mirov bûn.”
‘LI DIJÎ ÇÎNA KARKERAN HATE KIRIN’
Arslanoglû, anî ziman ku ji bo polîtîkayên aboriyê yên neolîberal li Tirkiyeyê serdest bibin darbeyek hate kirin û wiha berdewam kir: “Daxuyaniya cûntaya leşkerî ya 12'ê Îlonê ya hejmara yekê 'artêşê rêveberî desteser kir' e û daxuyaniya duyan jî 'grevên DÎSK'ê hatin qedexekirin' e. Ji bo vê jî 12’ê Îlonê operasyoneke cuntayê bû li dijî têkoşîna rêxistinî ya çîna karker û li Tirkiyê neolîberalîzm bibe serwer. Gelo bi serketin? Li gorî min serketin. Heke îro çîna karkerên teqawît bibêje ‘ez nikarim tiştekî’ bikirim, sedemê vê divê di 12’ê Îlonê de bê lêgerîn. Bi biryarên 24’ê Çileyê nekarîn bi ser bikevin, ji ber ku rêxistinbûna wê demê li pêşiya vê asteng bû. Dema dîtin ku vê nakin, bi qirkirina siyasî ya bi fermana dewletê hatin kirin. Bi darbeya 12’ê Îlonê re qanûna grevê, qanûna sendîkayî û qanûna bazariya kolektîf dikarin bi cih werin anîn.”
‘DI 44 SALAN DE BÊQANÛNÎ ZÊDE BÛN’
Arslanoglû, bal kişand ku di 44 salan de li welat bêqanûnî zêde bûn û ev tişt gotin: “Weke kesekî ku wê rojê û îro jiyaye, ez dikarim bibêjim ku îro nelirêtiyek pir zelaltir heye. Ji ber ku di wê demê de hewldanek hebû ku li gorî qanûn û rêziknameyan tev bigerin û pêk bînin. Îro tiştekî bi vî rengî nîne.”
‘PERGALA ÎRO LI PAŞ YA 12’Ê ÎLONÊ YE’
Serokê damezrîner ê ADAM-DER’ê Rahmî Yildirim ê di serdema darbeyê de Enqere, Stenbol û Bûrsa di nav de li 5 cihên cuda îfadeya wî hate wergirtin, îşkenceya fizîkî lê hate kirin û 3 salan li Girtîgeha Metrîsê hate ragirtin wiha got: “Weke leşkeran di 17’ê kanûna 1984’an de ji Doza Rêya Sêyemîn a Eniya Partiya Rizgariya Gel a Tirkiyeyê (THKP-C) dihatin darizandin. Danişîna ewil a dozê hebû. Bi darê zorê cilên girtîgehê yên yek reng li me kirin. Me li eywana dadgehê ew cil çirandin û avêtin.” Yildirim, anî ziman ku dema dibêjin 12’ê Îlonê ya ku ewilî tê bîra mirov “Zindana Amedê” ye û bi lêv kir ku Esat Oktay Yildiran ji Liseya Leşkerî nas dike. Yildirim ê Tirkiyeya îro û ya 12’ê Îlonê dan berhev bal kişand ku Tirkiye li paş pêkanînên 12’ê Îlonê maye.
‘LI GIRTÎGEHAN TECRÎD NEBÛ’
Yildirim, anî ziman ku di serdema 12’ê Îlonê de li girtîgehan tecrîd nebû û wiha berdewam kir: “Ez di qawişeke 20 kesî de mabûm. Li Mamakê qawişên 50 kesî hebûn. Li Amedê bi heman awayî qawiş hebûn. Girtî ji hevdû hêzê digirin û li ber xwe didin. Lê îro li girtîgehên ku ewlehiya bilind jê re dibêjin qawiş xistine heta yek kesiyan. Ev tecrîdeke civakî ye. Mirovan ji jiyanê qût dikin. Wê demê tevî her tiştî jî li gorî rêgezên hiqûqê dihatin darizandin. An ku li gorî rewşa delîlên di dosyayê de kî dikare çiqas girtî bimîne? Dê di kîjan danişînê de were berdan? Kî dê çiqas cezayî bigire? Me ev yek didîtin. Îro rewşeke wiha nîne. An ku muhakeme, ûsûl û hiqûqa pergala darazê ya îro li paş faşîzma 12’ê Îlonê ye.”
PIRSÊN KU EVREN BÊ BERSIV HIŞTIN
Yildirim, diyar kir ku piştî Referanduma Guhertina Destûra Bingehîn a di 12’ê îlona 2010’an tev li Doza 12’ê Îlonê bû û anî ziman ku mudaxilî dozê bûye û ji Kenan Evrenê pê re hevrûbûye re 13 pirs pirsîn lê bersiva wan negirt. Yildirim da zanîn ku ji Evren ev pirse pirsîbûn: “Piştî darbeyê, we qanûna bi hejmara 2932'an ji aliyê Desteya Ewlekariya Milî ya ku we ava kir û serokatiya wê kir, derxist. We zimanên dayikê yên bi milyonan mirovên li Tirkiyeyê bi Tirkî nizanin qedexe kir. Di serî de kurdî we asteng kir ku welatî bi zimanê xwe yê dayikê perwerdehiyê bibînin û ji qenalên çapemeniyê sûdê werbigirin. We bi xwe aqil kir ku qanûneke wiha derxînin? Heke we bi xwe aqil nekiribe ev fikir kê da we? Generalekî kurd beriya hewe darbe kiribûya û tirkî qedexekiribûya hûn da weke tirkekî bifikirin ku biçin çiya? Piştî darbeyê we efserên kurmay Tamer Kûmkale û Ogûz Kalelîoglû li qişleyan konferansan peywîrdar kirin. Van efseran digotin esas kurd tirk in ji ber dema li çiya dimeşiyan dengê ji pêlavên wan derdiket ji wan re dibêjin kurd in. Hûn jî wiha difikirin? Heke hûn wiha bifikirin kesên li Çiyayên Hîmalayan dimeşin û deng ji lingên wan derdikevin çima ne kurd in? Heke generalekî elewî darbe kiribûya û li gundên suniyan cemxane avakiribûna û tenê dersên olî yên elewiyan dabûna xwendin hûn da çi hîs bikin? Çima ji ber garsonekî ji Serfermandarê Giştî zêdetir mûçe digirt hûn aciz bûn? Ji bo ku karker ji we zêdetir mûçe negirtin we sendîka girtin?”