Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin

  • rojane
  • 10:08 27 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol West lêpîrsîna cînayeta Narîn Guran bê kûrkirin û got: “Belavkirina girtekên dosyeyê dide nîşandan ku hewldanek heye ku delîlan ji holê rake.” 
 
Narîn Guran a 8 salî di 21’ê tebaxê de li gundê Çûliyê yê ser bi naçveya Rezana Amedê ve hatibû windakirin. 21 rojan windayî ma. Cenazeyê wê roja 8’ê îlonê li newal ango çemê binê gund hat dîtin. Lêpirsîna têkildarî cînayeta Narînê berdewam dike. Hê jî nehatiye tespîbkirin ku kujerê Narînê kî ye. Di çarçoveya lêpirsîna cînayetê de dayik, bira û apê wê Salîm Guran jî di nav de 12 kes girtî ne. 
 
Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê di 26’ê îlonê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û gilî kir. Di gilîkirinê de hat xwestin têkiliya di navbera Salîm Guran û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglû de bê tesbîtkirin. Galîp Ensarîoglû gotibû malbata Guran dostên wan ên 40 salî ne. 
 
Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol têkildarî serlêdana ku kirine û lêpirsîna Narînê axivî. 
 
FIKARÊN WAN ZÊDE NE 
 
Ozbîngol diyar kir ku girîng e ku di çarçoveya lêpirsînê de hemû berpirs bên tesbîtkirin û got: “Çimkî êdî tehamula me kesî nemaye ku zarok û jin li ser vê erdnîgariyê bên windakirin û kuştin.” Ozbîngol da zanîn ku dema ew li agahiyên di lêpirsînê de derdikevin holê dinêrin gumanên wan ên li ser têkiliyên tarî zêdetir dibin û wiha got: “Di dosyeyê de ferdên malbatê faîlên sûc in, her wiha têkiliya wan a bi rayedarên desthilatdariyê re gelek fikaran xist serê me ku hem tê xwestin delîlan ji holê rakin hem jî wê hemû faîl neyên tesbîtkirin. Ji ber van fikaran me hewceyî pê dît ku em daxwaza lêpirsînek bi bandor bikin û xwedî li dosyeyê derkevin. Em jî daxwaza lêpirsîna bi bandor wek wezîfeyek û berpirsiyariyekî datînin pêşiya xwe.” 
 
'BILA HEMÛ HÛRGULÎ BÊN TESBÎTKIRIN’ 
 
Ozbîngol anî ziman ku tevî biryara veşarî li ser dosyeyê heye jî lê dosye, ewraq û beyanên bi guman bi raya giştî re hatin parvekirin û got: “Dixwazin dosyeyê bêfaîl bihêlin. Mudaxileyên bi vî rengî hene. Me xwest hemû hûrguliyên lêpirsînê bên tesbîtkirin û têkiliya di navbera Galîp Ensarîoglû û Salîm Guran de bê lêkolînkirin.” 
 
'DIXWAZIN DELÎLAN JI HOLÊ RAKIN’ 
 
Ozbîngol destnîşan kir ku tê xwestin ku delîlên lêpirsînê ji holê bên rakirin û got: “Ferasetek û amadekariyek heye ku xwe nîşan dide hem ser delîlan hem jî ser cînayetê bigirin. Dixwazin bandorek neyînî li ser dosyeyê bikin. Ev feraseta organîzekar hewl dide dosyeyê ber bi bêcezahiştinê ve bibe. Xwedîderketina me ya li dosyeyê ji ber vê yekê ye. Em dixwazin faîl bên dîtin û li pêşberî darazê cezayên ku heq dikin bigirin. Destên hin kesan di vê dosyeyê de heye ku dixwazin delîlan ji holê rakin. Medya nêzî desthilatdariyê dosyeyê bi şiklê magazînê nîşan dide, ev jî mafdariya guman û fikarên me derdixe holê. Me bi vê serlêdanê xwest pêşî li windakirina delîlan bê girtin û mudaxile li dosyeyê neyê kirin.” 
 
MA / Rûkiye Adiguzel 
 
 

Sernavên din

12:20 Di doza Safîturk de daxwaza jinûvedarizandinê hate redkirin
12:18 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:02 PFDK’ê cezayê pereyan da Amedsporê
11:56 Nagihan Akarsel dê li Stenbolê bê bibîranîn
11:46 Hate tespîtkirin ku li cihê cenaze lê hatiye veşartin 2 kesên din jî hebûne
11:15 Xelkê Liceyê dê sibe li dijî madenan çalakiyê li dar bixe
11:01 Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Turkoglû daxuyaniyê dide
11:01 Akademiya Jineolojiyê 2’yemîn Konferansa xwe li dar xist
10:56 Mamosteyên zimanê kurdî sewqî edliyeyê hatin kirin
10:30 Li Amedê berteka binçavkirinan: Em ê bi bêhtir axaftina kurdî ve bibin bersiv
10:28 Doza Ceylan Onkolê: Ji ber ku kujer dewlet e hate veşartin
10:14 Pevçûnên Îsraîl-Hîzbullahê: Wê pevçûn heta hilbijartinên DYA'yê bidomin û gur bibin
10:08 Ozbîngol: Di cînayeta Narînê de hewldanek heye ku delîlan ji holê rakin
09:33 Ji Sakik banga ji bo 'Mitînga Azadiyê': Divê bi sedhezaran kes bi hev re dengê aştiyê bilind bikin
09:04 Ji bo 2 ciwanên walîtiyê hedef nîşan dabû biryara neşopandinê hate dayin
09:04 Êrişkarên avahiya DEM Partiyê nayên darizandin
09:03 Malbatek, 2 girtî û 3 bajar!
09:02 Rojnamevan Karwan: PDK ketiye nava tirsa têkçûnê
09:02 Girtî: Serşok û daşir bi kamerayan tên temaşekirin
09:01 Du bajarên cuda du jin: Qet nebêjin ‘ez nikarim’
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2024'AN
26/09/2024
21:09 Şivan, li nêzî qereqolê mirî hat dîtin
20:54 'Em ê bi axaftina zimanê kurdî bersiva êrişan bidin'
18:26 Îfadeya perwerdekarên kurdî yên di binçavan de dest pê kir
16:31 Ji bo kesên komkujiyên jinan protestokirin ceza hat xwestin
16:08 Hatîmogûllari: Ji bo komeke biçûk bi milyonan kes birçî tên hiştin
15:26 Ji Şamê daxuyanî: Heta ku şertê vekişînê qebûl nekin em ê li ser maseyê nerûnin
15:18 DBP’ê banga ‘sûîqestê’ şermezar kir: Em ê li dijî vê zîhniyeta tarî bisekinin
14:59 Bi awayekî girseyî serdana şîna Ozkan kirin
14:54 4 kesên li baxçeyê qereqolê îşkence lê hatibû kirin dîsa hatin girtin!
14:34 Li MED-DER’ê atolyeya kirmanckî: Em ê bi axaftina zimanê xwe ji êrişan re bibin bersiv
14:06 Dê gora Cem Garîpoglû were vekirin
13:53 Gergerlîoglû li HSK’ê giliyê dadgerê ku ew ji danişînê derxistî kir
13:22 Rojnamegera girtî Ezîzî rakirin nexweşxaneyê
13:00 KASED Mihrîcana Surfestê li dar dixe
12:23 DEM Partiyê gilî kir: Bila têkiliya Salîm Guran û Ensarîoglû bê tespîtkirin
11:50 Dema binçavkirinê ya mamosteyên kurdî hate dirêjkirin
11:48 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:10 Dogan ji Yerlîkaya pirsî: Ka we digot kurdî jî ya me ye?
10:18 Dhalamînî: Divê em hîn bêhtir daxwaza azadiya Ocalan bikin
09:45 Di Haberturkê de bang hat kirin ku suîqest li Bafel Talabanî bê kirin
09:13 Jin li ser rêbazên têkoşîna hevpar nîqaşan dikin
09:03 Xebatên bendavê ku dê bi xwe re rûxandineke mezin bîne dest pê kirin
09:02 Rojnamevan Yûrtsever: Tirkiye amadekariya êrişên li dijî Garê û Qendîlê dike
09:01 Di îdianameya mirina bi guman de ji çawişê pispor re ceza tê xwestin
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2024'AN
25/09/2024
22:46 Lêpirsîna der barê saziyên ziman de: Kesek hat berdan, 2 kesên din jî hatin binçavkirin
19:27 Ji bo kurdî banga seferberiyê
16:53 Binçavkiriyên li Mêrdînê hatin berdan
16:06 Doza Nîhat Kazanhan taloqî 16’ê kanûnê hate kirin
16:01 Siyasetmedar Abdullah Cav ê li sirgûnê wefat kir hat veşartin
15:47 Piştî tûrnûvayê li cihê Dokû lê hatiye windakirin hatin cem hev
15:36 Li Tetwanê erd hejiya
14:41 Hejmara binçavkiriyan derket 29’an
13:30 Li Îzmîrê yek jê rojnamevan 4 kes hatin binçavkirin
13:28 DBP û DEM Partiyê li Cizîrê du malbat lihev anîn
13:15 Di êrişa Îranê de 2 kolber birîndar bûn
13:14 Rojnamevan Ahmet Kanbal carek din ji heman nûçeyê xistin ber lêpirsînê
12:59 Li MED-DER’ê piştî serdagirtinê dersa yekem: Qirkirina Çandî
12:04 Talabanî: Xaka Kurdistanê firotin dijminên kurdan
11:11 Li herêma operasyona leşkerî pevçûn derket: Kesekî jiyana xwe ji dest da
11:05 Li Herêma Kurdistanê propagandaya hilbijartinê dest pê kir
10:02 Li dijî êrişan divê kurdî li her qadê bêhtir were belavkirin
09:54 43 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin: 600 serlêdan bê encam man
09:27 Ji 16 serlêdanên baroyê tenê yek jê esas hatiye girtin
09:17 KNK'ê binçavkirina mamosteyên kurdî şermezar kir
09:02 Li Stenbolê amadekariyên mitînga 13'ê Cotmehê dest pê kirin
09:01 Hunermendên girtî yên di greva birçîbûnê de ketin 38 kîloyan
09:00 Li ARSÎSA'yê serdema nû dest pê kir: Ji bo parastina kurdî tev li dersan bibin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÎLONA 2024'AN
08:33 Li Şaxê piştî qedexekirina deveran operasyona leşkerî hat destpêkirin
24/09/2024
20:27 Hejmara kesên hatin binçavkirin derket 25’an
19:45 'Êrişên li ser zimanê kurdî parçeyeke tecrîdê ne'
16:57 Ji bo ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan pêşnûme qanûn
16:34 Ji bo şewata ku 15 kes jiyana xwe ji dest dabûn şande hate avakirin
16:17 Îsraîlê bi balafiran êrişî Beyrûtê kir
16:05 Ji 47 girtiyên siyasî greva birçîbûnê ya rojekê
16:05 Biryara demboriyê ya doza qetilkirina 10 girtiyan hat erêkirin
16:03 Bersûcên Apartmana Hîsamiyê hatin cezakirin
14:24 DEM Partî giliya sepana bikelemçe kir
14:19 Têkildarî îşkenceya polîsan serî li ÎHÎK’ê hate dayîn
14:18 Polîsan di serdegirtina malê de şûşeya dermanê zaroka nexweş jî şikandin
14:01 Îfadeya rojnamevan Rabîa Onver nehat girtin
13:55 Bakirhan: Em ê bênavber bixebitin û yekitiya xwe ava bikin
13:50 AYM’ê der barê Dîlan Şahîn de biryara ‘binpêkirinê’ da
13:32 Polîsan bi ser avahiya Kooperatîfa Ankayê de jî girtin: Hejmara binçavkiriyan zêde bû
12:48 Gergerlîoglû ji eywana danişînê hate derxsistin
12:14 Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin: Em ê ji bo zimanê xwe li ber xwe bidin
12:00 Bombarana Îsraîlê ya li ser Lubnanê didome: Nêzî 500 kesî mirin
11:50 Danişîna doza rojnameger Kaya hate taloqkirin
11:41 Li Payîz Pirtûka bi ser de girtin 409 pirtûk û 144 kovar hatin desteserkirin
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:28 Kedkar: Em dixwazin di mercên însanî de bijîn
10:55 ‘Polîtîkaya malbata pîroz ji zilam re qada tundiyê ava dike’
10:37 Li Stenbol û Mêrdînê serdegirtinên malan: Gelek kes hatin binçavkirin
10:36 Wezareta Dadê ji lêpirsîna Taybet Înan bêagah e!
10:18 Serdegirtina MED-DER’ê dê were protestokirin
10:13 Bi ser MED-DER’ê de girtin: Perwerdekar hatin binçavkirin û pirtûk hatin desteserkirin
10:09 Li Manîsayê cînayeta jinan
09:03 Ferît Şenyaşar: Erdogan daxwaza ji bo hevdîtinê red kir