WAN - Mehmet Aydin Sogut ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re axivî û got ku ji bo pêşiya tehliyeya wan were girtin bi awayekî keyfî der heqê wan de lêpirsînên îdarî û edlî tên vekirin.
Mehmet Aydin Sogut li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê tê ragirtin. Sogut, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û got ku binpêkirinên li girtîgehê zêde dibin. Sogut, diyar kir ku her roj bi awayekî keyfî bi ser qawîşên wan de tê girtin û qawîşên kirine yek. Sogut, da zanîn ku di 20’ê Çileyê de gardiyanan jê re gotine ku girtîgeh zêde qelebalixe û di 12’ê Sibatê de bi awayekî keyfî ser qawîşan de hatiye girtin û lêgerîn hatiye kirin. Sogut, bi domdarî ev agahî parve kir: “Em li dijî vê derketin û der heqê 6 hevalan de lêpirsîn dan destpêkirin û sewqî disiplînê kirin. Der heqê min, Savaş Koçyîgît, Necdet Tarla, Giyasettîn Aydin, Şiyar Kayadag û Erdem Aktor de lêpirsîn hate destpêkirin. Dixwazin şerê psîkolojîk bikin, me bitirsînin û sirgun bikin. Ji bo bi awayekî keyfî sirgun bikin, li ser hev cezayên disiplînê didin. Bi van sepanên keyfî re hem nahêlin em bên gel hev hem jî qadên me yên hevpar ên jiyanê tune dikin.”
LÊPIRSÎNAN WEKE HINCETA SIRGUNAN TÊN NÎŞANDAN
Sogut, destnîşan kir ku pirtûk, lênûsk û name tên desteserkirin û wiha bi dawî kir: “Lênûsk û pirtûkên desteser dikin weke hincet nîşan didin û lêpirsînê didin destpêkirin. Dixwazin bi van lêpirsînan girtiyan bêzar bikin. Tehliyeyên girtiyan asteng dikin. Van lêpirsînan weke şantajê bi kar tînin. Tundiya fîzîkî tune ye lê belê tundiya psîkolojîk zêde heye. Dema cezayên hucreyê û cezayên disiplînê didin girtiyan, tehliyeya wan asteng dikin. Li vir em 4-5 heval ji bo tehliyeya me salek ma ye. Û ji bo tehliyeyên me bi keyfî taloq bikin, cezayên disiplînê didin û lêpirsînan didin destpêkirin. Bi cezayeke hucreyê tehliyeyan 6 mehan taloq dikin. Qawîşên me kirine yek û em niha 38 kes di qawîşê de dimînin. Û ji ber ku ditirsin em li ba hev bin, ji bo me ji hev belav bikin û ji bo sirgûnê lêpirsînên edlî û îdarî didin destpêkirin.”