AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber ku ji ber daxuyaniya têkildarî “Qirkirina Ermenan” dihatin darizandin, ji dozê beraet kirin.
Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û 10 endamên Lijneya Rêveber a Baroya Amedê di 24’ê Nîsana 2021’an bi boneya salvegera “Qirkirina Ermenan” bi sernavê “Em êşa karesata mezin parve dikin” weşandin. Ji ber vê daxuyaniyê der heqê, Eren û 10 endamên lijneyê de bi îdiaya “Dewlet û saziyên wê rasteraset biçûk xistine” doz hate vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Serokê Baroya Amedê yê berê Nahît Eren û endamên Lijneya Rêveber a wê demê, Zuhal Işik, Mehdî Ozdemîr, Serdar Ozer, Diyar Rukneddîn Çetedîr, Oyku Çakmak û Hatîce Demîr di danişînê de amade bûn. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, endamên Lijneya Rêveber a Baroya Amedê, endam û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yên Amedê û Nûnertiya Înîsiyatîfa Maf a Amedê jî danişîn şopandin.
Di danişînê de dozger bi sedema “hêmayên qanûnî yên sûc çênebûne” xwest ji bo tevahiya bersûcan biryara beraetê were dayin. Piştî pêşkeşkirina mutalaayê, parêzeran mafê axaftinê girtin û gotin ku tiştekî li dijî mutalaayê bibêjin tune ye û xwestin li gorî mutalaayê biryar were dayin.
Şandeya dadgehê piştî parastinan biryara xwe da û bi sedema ku hêmayên qanûnî yên sûc çênebûne, ji bo temamiya bersûcan biryara beraetê da.