AMED - Di çalakiyên 8’ê Adarê yên li navçeyên Bajarê Nû û Bismilê de jinan gel vexwendin Qada Şêx Seîd ku dê banga dîrokî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser ekranên ledê yên mezin zindî bê dayin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li Kolana Hunerê çalakiyek li dar xist. Li qada ku çalakî lê hat lidarxistin pankarta bi nivîsa "Em li dijî kuştina jinan serî radikin, em ji bo azadiyê dimeşin" hate daliqandin. Di çalakiya ku Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag û gelek jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bûn de, wêneyên jinên Kurd û cîhanê yên pêşeng hatin pêşandan.
Hevşaredar Safiye Akdag di çalakiyê de axaftineke kurt kir û diyar kir ku jin bi salane ji aliyê zîhniyeta mêr ve tên qetilkirin. Safiye Akdag, anî ziman ku pirsgirêkên jinan ji şerê li welêt tê meşandin derdikevin û destnîşan kir ku ev şer bandorê li her tiştî dike. Safiye Akdag, anî ziman ku wan ji bo jiyana azad û aştiyeke bi rûmet gaveke nû avêtine û got: “Ji bo jin neyên qetilkirin divê civak azad bibe. Yên li vî welatî dijîn jî divê bi heman rengî bijîn. Çareya me ev e.”
KELECANA BANGA DÎROKÎ
Piştre Dayika Aştiyê Raîfe Ozbek axivî û bal kişand ser pirsgirêkên jinan û got: “Ji niha û pê ve em azadiya jinê dixwazin. Em dixwazin aştî were vî welatî. Êdî bila kes neyê kuştin û neyê girtin. Îro rojeke dîrokî ye. Hêvîdar im ku ji Îmraliyê mizgîniyek bê. Bi hêviya ku Serokatî tiştên xweş bêje, derkeve ser ekranê, her kes wî bibîne. Bila çavên her kesî ronî bibe. Bi axaftina Serokomar re aştî, aramî û azadî were vî welatî.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî got: “Şer û pevçûnan bi vî welatî tu tiştek neda qezenckirin. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Lewma jî banga me ji bo gelê me yê daxwaza aştî, aramî û azadiya jinan dixwaze ev e; em hemû kesî vedixwînin Qada Şêx Seîd.”
Li hêla din koroya jinan a şaredariyê Koma Binevşê jî li defê xist, stran gotin û jinan li ber stranan govend gerandin. Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.
BISMIL
Serokatiya Daîreya Xizmetên Jin û Malbatê ya Şaredariya Bismilê jî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li Parka Meydana Bajêr "Civîna Kedê ya Jinan" li dar xist. Hevşaredara navçeyê Halîse Deyar Erkek, Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn, endamên Meclîsa Şaredariyê û gelek jin tev li çalakiyê bûn.
Hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn diyar kir ku armanca wan ew e ku ji aliyê aborî ve destekê bidin jinan û bi taybetî ji jinên ku li malê hilberînê dikin qadên ji bo firotina berhemên ku hildiberînin vekin.
Piştî çalakiyê jinên karkerên tekstîlê hatin ziyaretkirin.