NAVENDA NÛÇEYAN - Berxwedêrên ku Bendava Tişrînê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê diparêzin, banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi coşeke mezin pêşwazî kirin.
Xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku ji bo Bendava Tişrînê li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên girêdayî wê biparêzin nêzî du meh in bêyî navber nobetê digrin, banga dîrokî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi baldarî guhdar kirin.
Di berxwedaniyê de ku gelê Kantona Firatê di roja 51’an de didomîne, govend hate gerandin, dirûşme hatin berzkirin û fîşekên hewayî hatin avêtin.