* Serokê DTSO'yê Mehmet Kaya merasîma çekdanînê li cihê cih temaşe kir, destnîşan kir ku divê piştî bêçekkirinê divê ji bo entegrasyonê demildest sererastkirinên qanûnî bên çêkirin.
* Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sûmeyye Bozê diyar kir ku girîng e komîsyona ku li meclisê bê avakirin li ser bingeheke qanûnî be û got ku divê şert û mercên azad û ewle ji bo Abdullah Ocalan jî werin dabînkirin.
* Dayikên ku di dema şer de xizmên xwe winda kirine, destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê ji bo pêkanîna armanca "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" hewl bidin.
* Înîsiyatîfa Bîr û Hevgirtina Jinan dê di 20'ê Tîrmehê de li Rihayê "bazara pevguherandinê" ava bike. Endamên înîsiyatîfê gotin ku armanca wan ew e ku parvekirin û hevgirtinê xurt bikin.
* Malbatên "33 Rêwiyên Xeyalan" ên ku di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan û yên ku di komkujiyê de birîndar bûn, 10 sal in ji bo edaletê têdikoşin. Malbatan bilêv kir ku ew ê bê şik û guman xeyalên zarokên xwe pêk bînin û ji bo sûcdar werin cezakirin bitêkoşin.
* Parêzer Serdil Îzol ku Komkujiya Pirsûsê ku ew wekî "lekeyek reş" di dîroka nêzîk a Tirkiyeyê de nirxandin, diyar kir ku ketiye sala xwe ya 10'emîn û got ku eger Tirkiye bi rastî bikeve pêvajoyeke demokratîkbûnê, divê yên berpirsiyarê hemû komkujiyan û yên ku wan diparêzin werin cezakirin.
* Meclisa Ekolojiyê ya Wan Kentê wê deklarasyona xwe ya damezrandinê eşkere bike. (11:00)
* Dayikên Şemiyê wê li Qada Galatasarayê çalakiya 1060'emîn li dar bixin û aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin bipirsin û daxwaza darizandina kiryaran bikin. (12:00)
* Li Êlih, Amed, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, fail bên darizandin" xwepêşandanek pêk were. (12:00)
* Însiyatîfa Jinan a Aşitiyê wê li gelek bajaran têkildarî revandina jinên Elewî yên li Sûriyeyê çalakiyan li dar bixe. (13.00 - 19.30)
* Meclisa Ciwanan a Rihayê ya DEM Partiyê wê li saloneke dawetê ya bajêr bi dirûşma "Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, bi Rêbertiya azad re xwe bi rêxistin bikin" şahiyê organîze bikin. (13:00)
* Ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş wê li Stenbol û Enqereyê daxuyanî bên dayîn. (13:30)
*Odeyên Tabîban ên li Kurdistanê wê daxwaznameya têkildarî pêvajoyê bi civîneke çapemeniyê ya li Navenda Kongreyê ya ÇandAmed aşkera bikin. (14:00)
* Xebatkarên DÎSK'ê wê nexşerêya Komîsyona Freelance li Salona Konferansê ya Navenda Giştî ya Tev-Bel-Senê bi civîneke çapemeniyê eşkere bikin. (14:00)