NAVENDA NÛÇEYAN - Tirkiye ku divê di çarçoveya mitabaqeta 10’ê Adarê de ji Sûriyeyê vekişe, li Laziqiyê demografyaya herêmê diguherîne û li ser xeta Heleb-Hema-Dêrazorê jî hewl dide baregehên leşkerî yên nû ava bike.
Tirkiye, lêgerînên xwe yên nû yên li Sûriyeyê bi rêya avakirina baregehên leşkerî yên nû û bi armanca tunekirina destkeftiyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û HSD’ê didomîne. Di vê çarçoveyê de jî xebatên xwe kûr dike û hewl dide têkiliyên xwe yên bi DYA û Îsraîlê re dîsa pênase bike. Serokkomar Tayyîp Erdogan, piştî Lijneya Giştî ya NY’ê, di 25’ê Îlonê de ji bo qanehkirina Hamasê hate peywirdarkirin.
Di 10’ê Mijdarê de jî Serokê DYA’yê Donald Trump, bi Serokê Dewleta Sûriyeyê yê Demkî Ahmet El Şara re hevdîtin kir. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî bi lez û bez çû Qesra Spî û girtin civîna têkildarî pêşeroja Sûriyeyê. Tê gotin ku sedema vê trafîka hevdîtinan ew e ku Tirkiye jî li qada Sûriyeyê parekî bi dest bixe.
PLANÊN KÛR DIBIN
Tirkiye ku diviyabû di çarçoveya Mitabaqeta 10’ê Adarê de xwe ji Sûriyeyê vekişanda, berevajî vê hewl dide li Sûriyeyê (Cerablus, Ezaz, Bab, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî) hebûna xwe mayinde bike. Yek ji hedefa esasî ya Tirkiyeyê ew e ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tesfiye bike. Tê gotin ku armanca Enqereyê ew e ku konsepta “şerê taybet” li tevahiya şirîda qeraxê heta Firatê û tevahiya Sûriyeyê belav bike. Di navenda planê de jî ew heye ku bandora Rûsyayê were şikandin, pêşî li îxtîmala xweseriyê bigire û komên paramîlîter ji nû ve dîzayn bike û li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bîne.
LI BER QERAXÊ LI DIJÎ RÛSYAYÊ
Hat gotin ku Tirkiyeyê di demên dawî de li dijî şirîda qeraxê ya navenda wê Laziqiyê operasyoneke berfireh daye destpêkirin û endamên MÎT’ê yekser li herêmê hatine tayînkirin. Li gorî vê planê;
Serweriya Îstîxbaratê û Hewayê Tirsê: Hat zanîn ku MÎT hewl dide li Laziqiyê yekîneyên herêmî yên “Emîn Am (Ewlehî)” tesfiye bike û li şûna wan komên Tirkmen ên bi Tirkî diaxivin bicih bike. Hewl dide bi van hêzên nû re zextê li ser xelkê herêmê bike; bi rêya revandin, cînayet û girtinên keyfî rewşekî tirsnak ava bike û gelê hatiye hêrskirin jî neçar bike ku xwe bispêre Tirkiyeyê.
Guherandina Demografyayê: Tê armanckirin ku endamên komên paramîlîter ên girêdayî MÎT’ê malbatên xwe jî bibin herêmê û demografyaya herêmê biguherînin. Tê gotin ku şewatên daristanan jî di çarçoveya vê planê de hatine derxistin.
Pêşîlêgirtina Rûsyayê û Astengkirina Xweseriyê: Hedefa stratejîk a vê hemleyê jî ew e ku bandora Rûsyayê ya li herêmê têk bibe û pêşî li avadaniyeke xweser a Elewiyan bigire. Mîna rewşa li Siwêdayê bi serê civaka Durziyan hatiye anîn, dixwazin li şirîda qeraxê jî potansiyela xwe bi xwe birêvebirin a gel tune bike.
LÊGERÎNÊN JI BO AVAKIRINA BAREGEHAN
Hat diyarkirin ku şandeyeke leşkerî ya girêdayî TSK’ê ji bo avakirina baregehên leşkerî yên li Heleb, Hema û Dêrazorê, çûne keşf kirine. Tê gotin ku hinek baregehên berê tên valakirin û baregehên nû yên stratejîk û mayinde tên avakirin. Tê gotin ku armanca vê hemleyê ew e ku hebûna leşkerî ya Rûsyayê ya li ser rêbeja M5’ê tune bike û herêmên Rêveberiya Xweser ji hêla başûr û rojava dorpêç bike.
DI DÎPLOMASIYÊ DE HEWL DIDIN ‘HTŞ’Ê REWA BIKIN
Tê gotin ku hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê ya bi Serokê “Hikûmeta Veguhêz” Ahmet eş-Şara re li ser daxwaza MÎT’ê hatiye kirin. Di hevdîtinê de wezîrê Alman hişyariya parastina mafên mirovan, mafên kêmaniyan û pêşîlêgirtina sûcên li dijî HSD’ê kir. Hat zanîn ku tevî vê jî Ahmed Şara ev sûcên xwe xist stûyê “derdorên biyanî yên girêdayî Kurdan” û argumanên Tirkiyeyê dubare kir.
RAGEŞIYA DYA-ÎRANÊ
Yek ji rojevên din ên li qadê jî aciziya DYA’yê ya li dijî endamên Hêza Qudsê yên girêdayî Mihafizên Şoreşa Îranê yên di saziyên hikûmeta Sûriyeyê de cih digirin e. DYA’yê ji hikûmeta veguhêz a Şamê xwest ku van kesan tesfiye bikin lêbelê bi hinceta “Heke em wan ji peywirê bigirin dê wezaret vala mînin” nayê cîbicîanîn. Ev yek jî nîşan dide bê rejîm çiqasî qels e. Tirkiye jî hewl dide vê valahiyê bi kar bîne û bi teklîfa “navbeynkariyê” cihê xwe qahîm bike. Li hêla din, komên wekî Partiya El-Turkistanî li Hums û Hemayê amadekariya êrişa li dijî Elewî û Xiristiyanan dikin. Ev jî nakokiya di navbera HTŞ û komên din de zêde dike û tê gotin ku MÎT dibe ku vê rewşê ji bo provokasyonên nû bi kar bîne.
LIV Û TEVGERA PDK-ENKS’Ê
Tê gotin ku PDK’ê li ser ENKS’ê li Şamê hemleyeke nû ya rêxistinkirinê daye destpêkirin. Tê gotin ku Mesûd Barzanî fermana “Niha ne dema nelihevkirinê ye, dema rêxistinbûna li Şamê ye” daye ENKS’ê û hewl dide para xwe di rêveberiya Şamê de bigire. Armanca vê avadaniyê ku bi piştgiriya Wezareta Parastinê ya hikûmeta Şamê xebatên îstîxbaratê dimeşîne, qelskirina projeya Rêveberiya Xweser û di çareseriyeke siyasî de parçekirina îradeya gelê Kurd e.
PLANA LI SER EŞÎRAN
Piştî plana “şerê eşîran” ku li Siwêdayê li dijî Durziyan hate bikaranîn lê têk çû, niha jî bi destê MÎT û HTŞ’ê hewl didin li xeta Firatê li dijî Rêveberiya Xweser were bikaranîn. Tê gotin ku hewl didin eşîrên li vê herêmê sor bikin. Bi taybet jî li Dêrazorê bi rêya meclisên eşîran hewl didin ciwanên tev li HSD’ê bûne ji refan derxînin. Armanc ew e ku di navbera gelan de dijminatiyê ava bikn û zemîna civakî ya Rêveberiya Xweser zeîf bikin.
Weke encam, Tirkiye li Sûriyeyê tevahiya amûrên xwe yên leşkerî, siyasî, demografîk û îstîxbarî bi kar tîne û êrişeke topyekûn didomîne. Armanca esasî ya Tirkiyeyê jî ew e ku rêveberiya xweseriya demokratîk a gelan tune bike.
MA / Erdogan Altan
