STENBOL - Der heqê 6 xebatkarên Lemanê de ji ber karîkatûrê doz hatibû vekirin. Di dozê de ji bo Dogan Pehlevan biryara tehliyeyê hat dayin. Lê ji ber doza “heqaret li serokkomar kiriye” hêj di girtîgehê de ye.
Der heqê karîkaturîst Dogan Pehlevan, grafîker Cebraîl Okçu, midûrê karên nivîsan Zafer Aknar û Aslan Ozdemîr û midûrê muesseseyê Alî Yavuz, Mehmet Tunçay Akgun, bi îdiaya ku karîkatûrê şerê Îsraîl-Hamasê rexne dikir şibandina Hz. Mihemed û Hz. Dawûd doz hatibû vekirin. Di dozê de Dogan Pehlevan girtî tê darizandin û 4 bersûc jî negirtî tên darizandin. Ji bo Tuncay Akgun jî biryara girtinê hatiye dayin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê hat lidarxistin. Pehlevan ku bi îdiaya “gel ji bo kîn û dijminatiyê hatiye sorkirin” tê darizandin, ji girtîgeha lê dimîne bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû.
Pehlevan, got ku xêz xelet hatiye şîrovekirin û xwestiye du kesên piştî mirinê bi aştiyane silavê didin hev vedibêje. Pehlevan, anî ziman ku di xêzê de teswîrkirina tu pêxemberan nîne, ne ji bo sorkirina gel e û xwedî peyameke aştiyane ye. Pehlevan bertek nîşan da ku parvekirineke medyaya dijîtal a ne aydê wî li dosyayê hatiye zêdekirin. Pehlevan, got ku pênc meh in di girtîgehê de ye, gumana reva wî nîne û tevî malbata xwe tê mexdûrkirin.
Parêzerên Pehlevan jî gotin ku ji hêla usûlê ve gelek pirsgirêkên cidî di dosyayê de hene, lêpirsîn ji ber zexta siyasî hatiye kirin û xwestin dosya bê betalkirin.
Dadgehê ji bo Pehlevan biryara tehliyeyê da û xwest kontrola edlî ya 4 kesên din jî were rakirin. Her wiha biryar da ku xwe li benda biryara girtina Akgun bigirin. Danişîn, taloqî 5’ê Gulanê hate kirin.
Pehlevan, ji ber ku ji dosyaya “heqaret li serokkomar kiriye” girtî ye, dê neyê berdan.
