SÊRT - Ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal, bi îdiaya “gef li serokkomar xwariye” 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan Cemîl Taşkesen. Taşkesen, bi gotina xwe ya “Ev der Kurdistan e” dihat naskirin.
Goristana PKK’iyan a li Herêma Herekolê di sala 2014’an de bi kemçe û mircan hate texrîbkirin. Cemal Taşkesen ku tevî welatiyan çûbû herêmê, texrîbata li goristanê kişandibû û li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal parve kiribû. Ji ber vê parvekirinê, der heqê Taşkesen de bi îdiaya “Gefa li dijî serokkomar” doz hate vekirin. Doz, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê hat lidarxistin. Dadgehê, di sala 2023’yan de anku 9 sal piştre 4 sal û 2 meh cezayê hefsê da Taşkesen.
Taşkesen, li dijî biryarê serî li Dadgeha Îstînafê da. 9’emîn Daîreya Cezayan Dadgeha Edliyeyê ya Herêma Amedê jî bi îdiaya “sûc neguher e” ev serlêdan red kir. Li ser vê yekê cezayê Taşkesen hate erêkirin.
‘BIRYAREKE HIQÛQÎ NÎNE’
Seroka Giştî ya Partiya Îyiyê Meral Akşener di 29’ê Cotmeha 2021’ê de çû navçeya Misircê ya Sêrtê. Di dema serdanê de Taşkesen ji Akşener re got “Ev der Kurdistan e lê tê înkarkirin” û bi vê gotina xwe bûbû rojev. Taşkesen, got ku ji ber vê îfadeyê li Edliyeya Misircê îfade daye û got: “Bi vê yekê re îfadeya min a di sala 2014’an de dîsa derxistin pêşberî min. Di sala 2025’an de ji dosyaya 2014’an 4 sal û 2 meh cezayê hefsê dan. Ev, biryarekî hiqûqî nîne. Çi dibe bila bibe dê têkoşîna me ya Kurdistanî bidome.”
