ŞIRNEX - Qirkirina daran a li Herêma Bestayê ku di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin, didome.
Qirkirina ekolojiyê ya li navenda Şirnexê û navçeyên wê her roj zêdetir dibe. Li çiyayên Cûdî û Gabarê û li Herêma Bestayê zêdetirî 5 sal in bênavber dar tên birîn. Ji bo vê qirkirina daran a di bin çavdêriya leşkeran û bi destê cerdevanan tê kirin “ewlehî” weke hincet tê nîşandan. Her çend saziyên fermî daxuyaniyên weke “qirkirina daran hatiye sekinandin” bidin jî, dîmenên nû yên li Bestayê hatine kşandin van daxuyaniyan diderewînin û nîşan didin ku qirkirin berdewam e.
Li devera germavê ya li herêma Bestayê darên tên birîn li traktoran tên barkirin û vediguhêzin ser sînorê navçeya Berwarî ya Sêrtê.
Balkêş e ku traktorên darbarkirî ji gelek kontrolên leşkeran derbas dibin û wisa tên veguhestin.
