NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Gwer a bajarê Hewlêr ê Herêma Federe ya Kurdistanê, aloziya di navbera peşmergeyên PDK’ê û şêniyên gundê Lacanê de dewam dike.
Aloziya ku di 29’ê Mijdarê de li derdora Rafineya Laza a navçeya Gwer a Hewlêrê di navbera eşîra Herkî û hêzên PDK’ê de destpê kir, dewam dike. Hêzên PDK’ê bi guleyan êrîşî çalakiya ku bi daxwaza xebîtina şêniyên Lacanê li Rafîneya Lanazê hat lidarxistin, kiribûn û kesek jiyana xwe ji dest dabû. Heta niha gelek kes hatin binçavkirin û li herêmê alozî dewam dike. Tevî temînatên ku hêzên ewlehiyê wê vekişin jî li herêmê hebûna leşkerî dewam dike.
Li gorî Kanal8’ê, hêzên ewlehiyê bi wesayîtên zirhî û Humveeyan li gund noqteyên kontrolê danîne. Hate ragihandin ku li Xebatê jî leşkerên PDK’ê yên bi cilên sivîl, hîna jî li ser erk in û kesên bi guman digirin.
Hêzên ewlehiyê du caran êrişî tîma Kanal8 a ku protestoyan dişopandin kirin û dest anîn ser alavên wan. Tîma televîzyona NRT’ê ya navenda wê Silêmanî jî, li Xebatê hate binçavkirin û piştî dest danîn ser alavên wan hatin berdan.
Li gorî nûçeya ROJNEW'ê: Gelek kesên ku duh ji Lacanê bi zorê ji malên xwe hatin derxistin, li derdorê gund kon vedane.
