AMED/WAN - Şînên ji bo Şahabedîn Kandemîr, Mehmet Emîn Akinci û Omer Turk li Amedê hatin danîn û mewlûda ji bo Ferman Turgut li Wanê hate dayîn, bi girseyî hatin ziyaretkirin.
Ji bo Şahabedîn Kandemîr (Kerem) ku di 22’yê Adara 1995’an de li navçeya Pilemûr a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da û ji bo Mehmet Emîn Akinci (Bilind) ku di 1996’an de li navçeya Azarpêrtê ya Çewligê jiyana xwe ji dest dabû, li Mala Şînê ya Farqîniyan ya li Taxa Bagcilarê ya Rezana Amedê şîn hate danîn. Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. Girse, bi dirûşma “Şehîd namirin” ber bi mala şînê ve meşiya.
Hevserokê MEBYA-DER’ê Ramazan Dengîz di serdanê de axivî û got: “Her yek ji wan dema şehîd dibe, hevalên wan xwe deyndar dibînin. Ji bo em valahiyê tije bikin, divê em ji dil û can têkoşîna xwe bidomînin.”
Birayê Kandemîr, Galîp Kandemîr jî nameya kekê wî ji malbatê re hiştibû xwend.
'EM NAXWAZIN ÊDÎ TU KES ŞEHÎD BIBE’
Girse, piştre jî çû serdana şîna Omer Turk (Zinar Bahoz) ku di 24’ê Nîsana 2018’an de li herêma Avaşînê jiyana xwe ji dest da. Şîn, li navçeya Hênê ya Amedê hate danîn. Di serdanê de deqeyek rêz hate girtin. Kekê Omer Turk, Serhat Turk di şînê de axivî û got: “Birayê min ne şehîdê me tenê ye, şehîdê gelê Kurd e. Ji bo îradeya gelê xwe têkoşiya. Em naxwazin êdî tu kes şehîd bibe. Ji bo vê divê hemû gel bi destên hev bigirin.”
WAN
Ji bo endamê HPG’ê Ferman Turgut (Demhat Mamxurî) ku di 22’yê Adara 2018’an de li herêma Xakûrkê ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, mewlûd hate dayin. Endamên MEBYA-DER’ê, Platforma Saziyên Demokratîk û gelek kes bi girseyî çûn mewlûdê. Girseya ku beriya dayîna mewlûdê kom bû, heta mizgefta ku mewlûd lê hate dayin meşiya û dirûşma “Şehîd namirin” berz kir.
Serdan, piştî xwendina mewlûdê bi dawî bû.
