Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike

img

HESEKÊ - Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn ku sala xwe ya yekem temam kir, bi perspektîfa Jineolojiyê navendeke hilberîna hunerî ye. Rêvebera Akademiyê Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan ew e ku heqîqeta hatiye berevajîkirin derxin holê û bang li hunermendan kir ku "ezmûnên xwe parve bikin".

Jinên ku pêşengiya şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, ne tenê di jiyana siyasî û civakî de, di heman demê de di çand û hunerê de jî veguherîneke pêk tînin. Ji perspektîfeke jîneolojîk ve dixebitin û di sînema, şano, muzîk û warên din ên hunerî de pir çalak in.
 
 
Sê sal berê, jinan di xebatên çandî û hunerî de gaveke girîng avêtin û Akademiya Hunerê ya Bilind a Jinan a Hîlala Zêrîn li Hesekê ava kirin. Akademiyê di 29'ê Mijdara 2024'an de bi fermî dest bi xebatê kir. 54 xwendekarên akademiyê jî jin in û temenê wan di navbera 18 û 30 salan de ye. Xwendekar ne tenê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, di heman demê de ji bajarên Sûriyeyê yên wekî Şam û Heleb jî ne. Akademî çar beşên sereke pêşkêş dike: muzîk, sînema, şano û wênesazî û peykersazî. Dema giştî ya xwendinê li akademiyê çar sal e. Di sala dawîn de, ders bi taybetî ji bo beşa bijartî tên pêşkêşkirin. Wekî din, hin ders ji xwendekarên di warên çand û hunerê yên curbicur de tên pêşkêşkirin.
 
Her çend xwendin bêheq be jî, hemû pêdiviyên xwendekaran bi awayekî kolektîf tên dabînkirin. Mamoste bi gelemperî ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Derhêner, wênesaz û hunermendên ji deverên din ên Ewropa û Kurdistanê jî bi rêya qursên online beşdarî xebata li vir dibin.
 
Tê payîn ku mezûnên pêşîn di pêşerojê de wekî mamoste li saziyên girêdayî akademiyê bixebitin. Ji rêvebirên akademiyê Evîn Paşoyê têkildarî xebatên akademiyê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
 
JI HER BAJARÎ XWENDEKAR HENE
 
Evîn Paşoyê destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê di heman demê de "Şoreşa Jinan" e û got ku xebata Hîlala Zêrîn beşek ji vê pêvajoyê ye. Evîn Paşoyê got: "Yek ji wan deverên ku jin lê hatin sînordarkirin, hatina wan nehat qebûlkirin, an jî astengkirin huner bû. Akademî sê sal berê hat vekirin, lê di 29'ê Mijdarê de bi fermî dest bi xebatê kir. Em dikarin bibêjin ku di demeke hesas de hat vekirin. Ji aliyekî ve, rejîma Esed ku Kurdan paşguh dikir, hildiweşiya û ji aliyê din ve, mirov ji Şehbayê dihatin koçberkirin. Ji ber vê yekê, me merasîmeke vekirinê li dar xist ku hem şahî û hem jî xemgînî bû."
 
Evîn Paşoyê destnîşan kir ku akademî ji çar beşên cuda pêk tê û got: "Piştî sê salan, em qursên taybet pêşkêş dikin. Ne tenê ji Rojavayê, ji tevahiya Sûriyeyê xwendekar hene. Xwendekar ji Heleb, Kobanê, Reqa û Cizîrê hene. Hemû jî jin in. Em dixwazin qada hunerê bi zihniyeta jinane pêş bikeve. Pêvajoyeke perwerdehiyê bi perspektîfa Jineolojyê tê meşandin." 
 
 
Evîn Paşoyê rave kir ku wan li herêmek ku bi krîzan re rû bi rû ye, akademiyeke wiha vekiriye û got: "Em li herêmeke wiha dijîn ku em her kêliyê bi îhtîmala şerekî cuda re rû bi rû ne. Ji aliyekî ve şerê leşkerî û derûnî heye û ji aliyê din ve krîzeke mezin û ambargoyeke mezin heye... Ev zihniyeta şer bandoreke neyînî li ser gelê Rojavayê dike."
 
PISGIRÊKA HERÎ MEZIN: MATERYAL
 
Evîn Paşoyê diyar kir ku ew ji bilî şer di warê çavkaniyan de jî zehmetiyan dikişînin û got: "Kurd bi salan e bi hunerê re eleqedar dibin, lê em di aliyê akademîk de zehmetiyan dikişînin. Li Bakurê Kurdistanê akademiyên mîna Cegerxwîn û Aram Tigran hebûn. Lêbelê, em di warê çavkaniyê de ji bo pêvajoyek ku dê sê an çar salan bidome zehmetiyan dikişînin. Me ji Bakurê Kurdistanê piştgiriyek baş wergirtiye. Başur jî xwedî ezmûn e. Lêbelê, xebata li wir bi zaravayê Soranî ye. Em nekarîne çavkaniyên têr ji wan derxînin. Meriv dikare bêje ku em di warê materyalên perwerdehiyê de zehmetiyan dikişînin."
 
Evîn Paşoyê destnîşan kir ku gelek kesên ku di warê çand û hunerê de dixebitin, ji ber vê sedemê zehmetiyên darayî kişandine û neçar mane ku welêt biterikînin û got ku ev rewş di dîtina mamosteyên ku li akademiyê ders bidin de pirsgirêkeke mezin çêkiriye.
 
BANG LI HUNERMENDAN 
 
Evîn Paşoyê diyar kir ku ew hewceyê ezmûna her kesî ne ku di warê çand û hunerê de li Kurdistanê pispor in û got: "Hemû Kurd xwedî berpirsiyariyekê ne. Berpirsiyariya wan heye ku piştgiriyê bidin vê akademiyê. Divê ew ezmûnên xwe yên di warê hunerê de parve bikin."
 
Evîn Paşoyê diyar kir ku armanca wan a herî mezin vejandina rastiya dîrokî ya tahrîfkirî û veguhestina wê ji civakê re ye û got: "Yek ji armancên akademiyê yekkirina nasnameyên guhertî bi eslê wan ê rastîn e. Her wiha em dixwazin qada hunerê bi zihniyeta jinane pêş bikeve. Em bawer dikin ku jinên ku li vê akademiyê dixwînin dê bi ezmûna ku bi dest dixin, pêşengiya di qada hunerê de pêşengiya hemû jinan bikin."
 
 
'BILA DENGÊ HUNERÊ BILIND BIBE'
 
Evîn Paşoyê wiha domand: "Em li herêmeke wiha ne ku 13 sal in şer bênavber didome. Em dengê balafiran dibihîzin û girtîgeha DAIŞ'ê pir nêzîkî me ye. Lêbelê, em van dengan bi dengê muzîkê ditepisînin. Ji aliyekî din ve, gelek zehmetiyên aborî hene. Gelek malbat ji bo pêkanîna xewnên zarokên xwe xwarina xwe kêm dikin. Ew hewl didin ku ew perwerde bibînin. Ev rastiyek e. Ji ber vê yekê, em dixwazin dengê şer bi dengê hunerê bitepisînin. Em dixwazin li dijî bêheziyê hezê xurt bikin."
 
MA / Azad Altay      
 
 

Sernavên din

09:40 ‘Li dijî tundiya mêr-dewletê em mîsogeriya hev in'
09:39 Ji bo bajarên Wan, Şirnex, Sêrt û Colemêrg hişyariya barînên zêde
09:38 Li Licê banga têkoşîna hevpar: Em taxên xwe biparêzin
09:15 Irmak: Zimanê hevpar di festîvalan de dikare bê bidestxistin
09:11 Bila Sûriye perçe nebe, lê bila Heleb ya min be!
09:04 Hîlala Zêrîn bi hunera xwe dîroka hatiye beravajîkirin ronî dike
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2025'AN
08/12/2025
22:42 Di roja duyemîn a Festîvala Fîlman a Amedê de 13 fîlm hatin nîşandan
16:38 Ji ber gotinên ‘Mahabad’ û ‘Kurdistanê’ ceza dan girtiyan
16:37 ‘Tişta mezin dibe tenê xizanî, hejarî û birçîtî ye’
16:19 Tedawiya rojnameger Aykol didome
16:18 Li Pirsûsê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:18 Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin
14:50 Kaganarslan: Fikrên Abdullah Ocalan ên têkildarî sosyalîzmê girîng in
14:18 Kurtulmuş: Pêvajo, projeyeke dewletê ye
14:02 Şaredariyê têkildarî Pira Dehderî daxuyanî da
13:47 Li Antalyayê bi mezinahiya 5.2’yê erdhej çêbû
13:44 Prof. Norman Paech: Netewe dewlet modela pêşerojê nîne
12:30 Li Elkê hezaz çêbû: Midûriyet li dozera kirêkirî digere!
12:29 Li ser 'Konferansa Navneteweyî' çendek nîşe: Divê mafên Kurdan bi rêya mafên kolektîf bên parastin
11:35 Veysî Aktaş: Hewce dike ku çepa Tirkiyeyê xwe hinek biguherîne
10:11 JINNEWS: Di Mijdarê de 23 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
09:47 Ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînên zêde hat kirin
09:46 Li Srî Lankayê karesat: 627 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:18 Mele Dunayserî: Aştî ferz e, divê şert û mercên muzakereyê jî wekhev bin
09:17 ‘Li Licê ji ber bazirganiya tiryak û fihûşê ya bi destê dewletê tê kirin daraz bêkêr e’
09:13 Rapora girtiyê nexweş: Nakokî, teşxîsa kêm û nexweşiyên nehatine nivîsandin
09:05 Akademîsyen Orhan: Divê di verastkirina qanûnên entegrasyonê de ‘mafê hêviyê’ hebe
09:04 Çîroka Hemo yê 'Emîrê DAIŞ'ê'
09:00 ROJEVA 8'Ê KANÛNA 2025'AN
07/12/2025
21:30 Festîvala Fîlman a Amedê destpê kir
19:54 Li Eskîşehîrê kursa Kurdî hat astengkirin
18:51 PYD: Avakirina Sûriyeyeke nû bi demokrasî û sîstema nenavendî ve pêkan e
18:35 Konferans bi dawî bû: Em ji bo hêza gotinên Ocalan bibin welatê xwe li vir in
16:51 Tedawiya rojnamevan Aykol didome
15:37 Xelatgira Nobelê Şirîn Ebadî: Azadiya Abdullah Ocalan şertê sereke yê pêvajoyê ye
15:00 Saziyên ji bo alfabeya Kurdî hînî zarokan bikin çalakî kirin
14:53 Şîn û mewlûdên ji bo PKK’iyan bi girseyî hatin ziyaretkirin
14:39 Demîrtaş: Ev pêvajo ne parçebûnê, dê yekitiya birûmet pêk bîne
Fîgen Yuksekdag: Deriyên serdemeke nû hatin vekirin
14:38 Li Mêrdînê cade di bin avê de man
14:37 Prof. Paech: Hebûna Kurdan û kêmaniyan divê bi mafên kolektîf were parastin
14:06 Fîlozof John Holloway: Min ronahiya Rêber Ocalan anî vir
13:10 Dubbins: Banga 27’ê Sibatê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn firsendekî mezin afirand
10:29 'Konferansa Navneteweyî': Êdî Kurd tev li pergala avaker a Rojhilata Navîn bûne
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş